“Ez dixwazim perkusyonê ji tekela mêran derbixim!”

Perkusyonîst Dîlan Yeşîlyaprak, diyar dike ku xeyala wê ya herî mezin ew e ku bi komeke perkusyonê ya ji jinan pêk tê, li her derê cîhanê konseran bide û wiha dibêje: “Perkusyon hêza fizîkî dixwaze, her wiha wekî enstrumana mêr tê dîtin. Ji ber wê ez dixwazim wê ji tekela mêr derbixim.”

 
 ZEYNEP AKGUL 
Ankara- Perkusyonîst Dîlan Yeşîlyaprak a li gundê Ewêna yê Mêrdînê hatiye dinê, di sala 1997’an de ji ber sedemên polîtîk bi malbata xwe re koçî Amedê kiriye, dûre jî ji ‘neçarî’ çûne Îzmîrê. Zarokatiya wê li Îzmîrê derbas bûye, deh sal in jî li Stenbolê dijî û bi muzîkê re têkildar e. Em bi Dîlan Yeşîlyaprak re li ser çîroka wê ya bi muzîkê re, qedexeyên li ser zimanê kurdî û bandora vê yekê ya li ser muzîkê axivîn.  
•We çawa dest bi muzîkê kir?
Zarokatiya min li Îzmîrê, li taxên ku zêdetir Kurd lê hebûn derbas bû. Di çanda Elewî de muzîk, bi taybetî saz pir girîng e. Bi wan re li dibistana seretayî kêfa min ji sazê re hat û çûm kursa wê. Di heman demê de min perwerdeya reqsên gel jî didît. Malbata min tevî derfetên xwe yên kêm jî her dem ji bo perwerdeyê piştgirî da min.
•Di vê rêwîtiyê de her dem perkusyon hebû? We amûrên din jî lê didan?
Têkiliya min a bi muzîkê re bi enstrumanên bi têl bi taybetî bi tembûrê dest pê kir. Demek pir dirêj pirsî amûrên muzîkê min dest bi perkusyonê kir. Deh sal in ez perkusyonê lê didim. Perkusyon bi sedan enstrumanên cuda di nava xwe de dihewîne. Ji ber wê dema min tunebû ku ez enstrumanek din jî lê bidim. Ez hê jî hewl didim enstrumanên rîtmên cuda û teknîkên wan hîn bibim.
•Cîhana muzîkê jî wekî gelek qadên din di bin desthilatdariya ‘mêr’ de ye. We di hevpeyvîneke xwe de we gotiye “Bêdewletî her çiqas yek ji astengiyên li pêşiya xebata min a bi muzîka Kurdî re be jî ji vê astengiyê zêdetir ji ber ez jin im nikarim vî karî bikim. Wekî jinek, hûn di karê xwe yê di vî warî de zehmetiyên çawa dibînin?
Jin li her derê cîhanê zehmetiyan dikşînin lê bêguman ji bo jinên ku dewleta wan tune ye zehmetî zêdetir in. Hem ji aliyê neteweyî ve hem jî ji aliyê zayendî ve tu rastî mêtinkariyê têy. Ez gelek caran bûme şahid ku têkoşîna neteweyî û ya jinan tên muqayesekirin û ev yek pir min aciz dike. Yekê li pêş a din dibînin, pîroz dikin, girîngî ji yekê zêdetir didin yekê. Min ji bo vê rewşê gotibû ku di têkoşîna jinan de muxatabê me zîhniyet û pergala mêr e. Jin ji aliyê mêr ve bi awayê sîstematîk hatine qirkirin. Dîroka vê yekê bi qasî têkoşîna azadiya gelê kurd dûr e. Wekî kes, sedema kirina karê muzîka Kurdî neteweyî ye. Sedema ku bi taybetî perwerdeyê didim jinan jî ew e ku dixwazim li dijî mêtinkariya zayendî têbikoşim.  
“Karê muzîka Kurdî her dem zor bû!”
•Li Tirkiyeyê zext û zorî dijwartir bûye, siyasetmedarên Kurd hatine girtin, bi avêtina qeyûman, xebatên çand û hunerê hatine qedexekirin. Vê yekê bandora xwe li ser muzîkê jî kir. Qedexeyên li ser zimanê Kurdî, bandoreke çawa li ser muzîka we dike? 
Ez bîst û heştsalî me. Ez bi van zext û zoriyan mezin bûm. Ji bo me her dem qedexe hebûn. Rojev zêde bandorê li ser muzîka min nake lewre tu carî dikên me yên mezin, sponsor û derfetên me yên teknîkî tunebûn. Her dem zor bû, ji serî ve rewş wiha bû. 
Hûn zêdetir hewl didin li platformên dîjîtal karê xwe bikin. Muzîka Kurdî xwedî qadeke bazarê ya mezin nîn e. Ji ber vê yekê em nikarin debara xwe bikin lê ev yek li ser motîvason û muzîka min zêde bandorê çênake. Dijberî wê, ji bo hilberandina tiştên nû îlhama min zêdetir dibe. Ez dibînim ku girseya li muzîka Kurdî guhdarî dikin her roja diçe zêdetir dibin. Ev yek min pir bextewar dike.
Kurd rastî her cure şîdeta mêtinkaran hatine”
•Bi bikaranaîna enstrumanên nûjen/ên Rojava di muzîka Kurdî de qadeke nû vebû. Enstrumanên ku hûn bi kar tînin, li gorî we bandoreke çawa li ser muzîka Kurdî çêdikin, pêşveçûn û guherînê bi xwe re tîne gelo?
Êdî em ji hemû meseleyan derbas bûne. Ger em werin ser muzîka kurdî jî bibêjim ku ez hê li destpêkê me lê bawer im ez dikarim ji xwe re vêya bibêjim. Wekî di hemû pergalên kolonyal de, Kurd jî rastî her cure şîdeta mêtinkarên xwe hatine. 
Bi taybetî li qada çand-hunerê rastî êrîşên pir mezin û dijwar hatine û bi demê re di encama vê şîdetê de Kurdan bi xwe mêtinkariyê li ser xwe ferz kirine. Yek ji mînakên herî xuyayî yên self-kolonyalîzmê ew e ku bindest dikeve rewşeke wisa ku bi çanda xwe henekan dike, biçûk dibîne û wekî mêtinkar tev digere. Bi vê yekê ew dixwaze hebûna xwe biparêze, jiyana xwe misoger bike.
Ez vê yekê di warê muzîkê de pir zelal dibînim. Muzîsyen, ji enstrumanên muzîka Kurdî ya klasîk dûr disekinin. Zêdetir dixwazin ensturmanên muzîka Rojava bi kar bînin lê vê ne ji bo afirandina muzîka sentez, zêdetir ji ber ku muzîka xwe kêm dibînin dikin. Dema ku daxwaza perwerdeya perkusyonê dikin, zêdetir dixwazin hînî perkusyonên rojava bibin, bi govendên Kurdan henekên xwe dikin, reqsên gel ên Arjantînê xweştir û balkêştir dibînin. Ez dixwazim nîşan bidim ku muzîka modern a di roja me de bi entrumanên klasîk ên muzîka Kurdî dikare were kirin. Dibe ku ji bo nîşandana vê yekê min gaveke biçûk avêtibe, ez dixwazim berdewam bikim.
“Van rojan ez pir ji guhdarîkirina muzîka rap a Kurdî hez dikim”
•Hûn zêdetir li kê guhdarî dikin?
Ez her tiştî guhdarî dikim. Ez dixwazim tiştên nû derketine bibînim û ji yên berê jî xwedî bibim îlham bigrim. Ez her roj ji zimanên cuda li terzên cuda yên muzîkê guhdarî dikim. Ji bo xwendekarek xebata waneyê, ji bo sporvanek antreman çi be, ji bo muzîsyenan jî divê her dem guhdarîkirina muzîkê hebe. Divê ez her roj guhên xwe bi muzîkê perwerde bikim. Niha ez zêdetir li muzîka rap guhdarî dikim û pê kêfxweş dibim. Hem ji ber ku qadeke têkiliya wê bi rîtmê re zêde heye, hem jî ji ber ku di van salên dawiyê de muzîka Kurdî ya rap bi pêş ketiye. Ez ji Serhedo pir hez dikim. Ez dikarim her roj lê guhdarî bikim. Min pir dixwest pê re amûrê lêxista.
“Armanca min ew e ku ez bi enstrumanên rîtmê albumek çêkim”
•Niha projeyên hûn li ser dixebitin çi ne? 
Li Taksîmê atolyeya min heye, ez tenê ji bo jinan perwerdeya perkusyonê didim. Dema ku ji ber pandemiyê qedexeya derketina derve hebû, min ji bo gelek jinan bê pere dersa online da. Armanca min ew bû ku ez ji bo jinên di wê demê de neçar mabûn bikevin malê, şîdet û kuştina jinan zêde bûbû de tiştek bikim, bi vê dersê li nava malan tişteke ku bêhna wan pê derbikeve bikim. Her wiha min xwest gelek jinan hînî lêdana perkusyona ku wekî entrumana mêr tê dîtin bikim.   
Piştî ku qedexeyê, min ew jinên ku me ji medyaya civakî hev nas kiribûn dîtin. Ev nêzî pênc mehan e ku em bi hev re li ser enstrumanên rîtmê dixebitin. Em kompozîsyonên xwe çêdikin. Xeyala min a mezin ew e ku ez bi komeke perkusyonê ya tenê ji jinan pêk tê li her derê cîhanê konseran bidim. Min heta niha mînakeke wiha nedîtiye. Ez dixwazim vê amûra ku lêdana wê hêzeke fizîkî dixwaze, her wiha wekî enstrumana mêran tê dîtin ji destên wan derxim. Bêguman xwendekarên min ên mêr jî hene lê ez dixwazim hêz û enerjiya xwe zêdetir ji bo jinan bi kar bînim, perwerdeyê ji bo wan hêsantir bikim.
Ji derveyî vê, bêguman projeyên min ên şexsî jî hene. Niha min dest pê nekiriye lê ez ji bo rêzealbumeke ku min tenê bi lêdana enstrumanên rîtmê ava kiriye projeyek difikirim. Ji derveyî vê, bi hunermendê Kurd ê Santûrê Kajîn Dara re, em stranên xwe yên ku neteweyên din xwe xwedî wan dibînin, ji nû ve qeyd dikin. Yek ji van stranan dê di demeke pir nêz de bi klîbeke pir xweş, di hemû platformên dîjîtal de were parvekirin.