Bi hunera ku ji Efrînê heta Tebqayê bir bû dengê têkoşînê

Rûken Reşîd a li Tebqaya ku piştî dagirkirina Efrînê ya dewleta Tirk koç kir, berxwedanê bi huner re kir yek, di koma "Doser" a ku bi hunermendên Kurd û Ereb re ava kir, bû dengê têkoşîn û jiyana hevpar a gelan.

MALAK EL-MIHEMED

Tebqa - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiya avakirina jiyaneke hevpar ku cudahiyên di nava sîstema Neteweya Demokratîk de tên parastin jin dikin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji siyasetê heta aborî, ji jiyana civakî heta çand û hunerê di her qadê de hebûn û xwesertiya xwe diparêzin.

Yek ji wan hunermendan bi navê Ruken Reşîd a 33 salî ku stranên bi zimanên Kurdî û Erebî dibêje, yek ji wan kesan e ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar ma ji Efrînê koçî Tebqayê bike. Gelê Efrînê li dijî dagirkeriya 58 rojan berxwedaneke dîrokî nîşan da. Vê berxwedanê birin her cihê çûn. Rûken Reşîd wek hunermendek Efrînê, berxwedanê di hunera xwe de zindî dike.

'Li derveyî Efrînê stran gotin zehmet bû'

Rûken Reşîd a di koma 'Doser' a ji aliyê hunermendên Kurd û Ereb ve hat avakirin de cih digre, diyar kir ku dayika wê ew teşwîq kiriye û ji 6 saliya xwe de stranan dibêje û wiha axivî: "Dema ez li Efrînê bûm min mamostetî dikir. Koçberkirina ji wir gelek bandor li min kir. Piştî ku ez hatim Tebqayê, min li vir xwendina xwe ya çandê domand. Di festîval û şahiyan de min xwe zêdetir pêşxist. Di destpêkê de min ji bilî Efrînê li bajarekî din di vegotina stranê de zehmetî kişand, lê bi saya bertekên erênî yên ku ji kesên beşdarî şahiyê bûn min ev yek derbas kir.”

'Ez ê destûr nedim ku astengî derbikevin pêşiya min’

Rûken Reşîd, anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê dema dagirkirina Tebqayê de xwestin îradeya jinan bişkînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi saya azadiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me xwe pêş xist û fêrî rolên xwe bûn. Ez ê hunera xwe berdewam bikim. Heta ku di warê hunerê de serkeftinên girîng bi dest bixim ez ê rêwîtiya xwe bidomînim. Ez ê destûr nedim tu astengî li pêşiya min bisekinin. Divê her jin di ferqa hêz û têkoşîna xwe de be. Em dikarim bi berxwedanê bigihin armancên xwe û mafên xwe bi dest bixin.”