"Bi Hîlala Zêrîn re em ê çanda xwe zindî bihêlin"

Endamên Hîlala Zêrîn ên bajarê Helebê li ser xebatên di biniya navendê de tên kirin gotin: “Hîlala Zêrîn çanda dayîkê diparêze, bi pêşdixe û bi civakê dide hezkirin. Em herî zêde giringiyê didin perwerdekirina zarokan."

GULNAR ROJ
Heleb- Jinan rêya parastina çanda neteweya demokratîk di bin sîwanek bi ewle de di damezrandina Kevana Zêrîn de dîtin. Li ser vê bingehê Tevgera Hîlala Zêrîn di sala 2015'an de li çiyayên Kurdistanê, di sala 2016'an de li herêma Cizîrê, di sala 2017'an de li herêma Efrînê û di 2'yê Adara 2018'an de li Kobanê, herî dawî jî di 26'ê Çileya 2022'an de li Helebê hatiye vekirin. Beriya avakirina Hîlala Zêrîn jinên bajarê Helebê bi awayekî xweser di navenda çand û huner a Cemîl Horo ya bajarê Helebê de xwebatên xwe didan meşandin. Têkildarî mijarê jinên ku cihê xwe di navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Helebê de digirin ji me re behsa kar û xebatên xwe kirin.
"Hewceye mirov di biniya Hîlala Zêrîn de têkeve kuraniya wateya çandê "
Endama Hîlala Zêrîn Biharîn Sîno diyar kir ku Hîlala Zêrîn dikeve navbera çemê Dicle û Firatê û wiha pê de çû: "Piştî gelek kar û xebatan me navendek Hîlala Zêrîn li Helebê jî vekir. Tenê jin cihê xwe di vê navendê de digirin. Ev navend li her herêmek Rojavayê Kurdistanê heye. Despêkê li Cizîrê hat vekirin, paşê li Erînê ku niha di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye. Beriya Efrîn were dagirkirin me kar û xebatên xwe li wir dida meşandin. Karê Hîlala Zêrîn pir xweş e ger mirov têkeve kurahiya wê û wateya wê nas bike. Di 26'ê heyva borî de me navenda Hîlala Zêrîn li Helebê vekir û em niha tê de karê û xebatên xwe didin meşandin. Hîlala Zêrîn çanda dayikan diparêze û bi pêşdixe."
"Em zarokan tenê fêrî muzîkê nakin, pêre jî dîrokê bi wan didin nasîn" 
Biharîn Sîno anî ziman ku Hîlala Zêrîn hezkirina çandê di dilê gel de dide çandin û wiha domand: "Hîlala Zêrîn hewil dide xwe bighîne hemû jinên bi hunerê re mijûl dibin. Jin, zarok û ciwan hêza xwe bi ya Hîlala Zêrîn re dikin yek û ji bo parastina çandê dibin xwedî ked. Niha jî em li Helebê hewil didin ku di her alî de karê xwe bi pêşbixin û bi gel bidin naskirin. Me dest bi avakirina gelek koman kir ye weke koma stran, govend, şano  û wênexêzkirinê. Niha em herî zêde giringiyê didin perwerdekirina zarokan. Gelek malbat zarokên xwe li navenda Hîlala Zêrîn tomar dikin da ku perwerdeyê bibînin, ev yek tê wateya ku çiqas malbatên me bi çanda xwe ve girêdayîne û dixwazin zarokên xwe jî li ser vê çandê mezin bikin. Weke endamên Hîlala Zêrîn me barê perwerdekirina zarokan girtiye ser milê xwe, ne tenê wan fêrî muzîk û alavên wê bikin, ya bingehîn em dîrokê bi wan bidin naskirin da ku bizanibin bê çiqasî çanda me rastî qirkirinê hatiye."
"Zarok tên tevlî xebatên çandê dibin"
Endama Hîlala Zêrîn Hemrîn Bîrhat da zanîn ku divê ciwan çanda xwe ji windakirinê biparêzin û wiha lê zêde kir: "Beriya ku Hîlala Zêrîn li Helebê were vekirin min cihê xwe di navenda çand û huner a Cemîl Horo de digirt, bi vekirina Hîlala Zêrîn re, derbasî wê bûm û tê de min kar û xebata xwe dewam kir. Heya niha me 3 kom avakirine koma staranan, guvend  û koma starana a zarokan. Ez li tembûrê didim û stranan dibêjim, li kêlek wê jî ez xwe fêrî alavên muzîkê weke keman û êldef dikim. Ez stranan fêrî zarokan dikim. Em niha hazirtiya şahiya 8'ê Adarê dikin û em hewil didin rengekî nû derbixin. Her civakek dikare bi parastina çanda xwe hebûna xwe mayinde bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek jin û ciwan tevli xebatên çand û hunerê dibin û bi amûrên cuda çanda xwe nûjen dikin. Em bang li hemû dê û bavan dikin ku zarokên xwe bibin navendên çandê da ku çanda xwe zindî bihêlin."
"Deriyê Hîlala Zêrîn ji jin û zarokên hemû pêkhateyan re vekir ye"
Endama Hîlala Zêrîn Axîn Ardil got ku perwerde bingeha pêşketinê ye û wiha berdewamî da axavtina xwe: "Ez zarokan li ser stran û şanoyê perwerde dikim. Deriyê Hîlala Zêrîn ji jin û zarokên hemû pêkhateyan re vekir ye. Rojane birovên me hene. Em bang li her dayîkekê dikin ku çanda kurdî bi zarokên xwe bidin hezkirin da ku em çanda xwe biparêzin û di nava civakê de belav bikin. Bi Hîlala Zêrîn re em ê çanda xwe zindî bihêlin."