Belgefîlma '6284’an di weşanê de ye

Beşa duyemîn a rêzefîlma belgefîlma “6284” ya bi navê “Vê qelebalixê bi bîr bîne” di weşanê de ye.

Navenda Nûçeyan - Beşa duyemîn a rêzefîlma belgefîlma "Vê qelebalixê bi bîr bîne" ya ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Jinan-Çareseriyên Nû ve hatiye amadekirin û derhêneriya wê Vuslat Karan û Burcu Melekoglu dike, di weşanê de ye. Beşa ku bi navê “6284” hildigre, ji lêkolîneke dîroka devkî ku rabirdûya tevgera femînîst û kampanyayên wê yên ji  duh heta îro pêkanî ye bi bîr tîne, pêk te.

Yekemîn seriya fîlmê ya  ku di Nîsana 2022’an de hat weşandin, Peymana Stenbolê kiribû mijar. Ev beş jî balê dikişîne ser zagona bi hejmara 6284’an ku parastina jinan ji tundiyê misoger dike.

Di danasîna fîlma ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan a Jinan-Çareseriyên Nû ve hatiye amadekirin de ev daxuyanî hat dayîn:

“Di vê fîlmê de em careke têkoşîna a li dijî tundiya li ser jinê ya tevgera femînîst bi destpêkirina kampanyaya Meşa Li Dijî Lêdanê ji salên 1980’î û vir ve daye û keda wan ên ji bo amadekirin û derxistina Qanûna jimare 6284’an ku îmzakirina Peymana Stenbolê re hevseng hat meşandin dibînin, em têkoşîna xwe ya di vê pêvajoya krîtîk ku deskeftiyên me dibin êrişan de bi bîr tînin. Em ji Pinar Îlkkaracan, Hulya Gulbahar, Zelal Ayman û Denîz Bayram guh didin  dîroka ku li pişt afirandina hiqûqê û têkoşîna ku tevî hemû astengiyan jî hatiye dayîn.”