“Wê jin peşêngiya jiyana nû bikin”

HDP'ê di dawiya xebatên ku bi rojane dimeşîne de deklerasyona "Banga Demokrasî, Dad û Aştiyê" ya ji 11 xalan pêk tê aşkera kir. Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran got; "Perspektîfa ku jin tevli nebin û pêşengiyê nekin mehkûmê têkçûnê ye" û got wê jin peşêngiya jiyana nû bikin.

SARYA DENÎZ/MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) deklerasyona ku "Banga Demokrasî, Dad û Aştiyê" ya li ser pirsgirêkên sereke, çareserî û muxatabên Tirkiyeyê amade kirin, duh eşkere kir. Di çarçoveya kampanyaya "Em HDP’î ne, li her derê ne" de ku di meha Tîrmehê de deklerosyona xwe ragihandin, endamên partiyê heta niha çûne 60 parêzgeh, bi sedan navçe, bajarok û taxan. Wekî beşek û rêvebera kampanyayê, jin bi rêxistinên sivîl, rêveberên ramanan û gelek rêxistinên girseyî yên demokratîk re hatin cem hev. Di hemû civînan de, pirsgirêkên ku li welat tên jiyîn, ji qadê heya komxebata tekstîlê, hatin nîqaşkirin. Dema ku pirsgirêka ku divê di destpêkê de bê çareserkirin wekî pirsgirêka Kurd hat îfadekirin, bal hat kişandin ser krîza aborî, pêkanînên antîdemokratîk û êrîşên li ser maf û azadiyan. HDP’ê bi dane û pêşniyarên ku ji qadê berhev kirine deklarasyona xwe amade kir û ji raya giştî re eşkere kir.
“Ji bo jinan gavên lezgîn” 
HDP ku dibejê "Em dixwazin pergala hikumeta serokomariyê biguherînin" û ragihand ku ew ji bo danûstandinên bi hemû beşên demokratîk re vekirî ye, bi taybetî ji bo jinan di deklerasyonê de cih da wan gotinan: “"Belavbûn û sazkirina pratîka hevserokatiyê ji bo misogerkirina mafên jiyana wekhev û azad ên jinan û ji bo temsîliyeta wekheviyê gavên bingehîn in. Di heman demê de, pêwîst e ku mirov li dijî tundûtûjî û kuştina mêran a sistematik ên li dijî jinan têbikoşe. Ji nû ve anîn û bicihanîna Peymana Stenbolê û rakirina hemû astengên siyasî, îdarî, aborî û çandî yên li hemberî wekheviya zayendî di nav gavên lezgîn ên yekem de ne.” 
Em bi Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran re li ser deklerasyon û daxuyaniyên muxatabê pirsgirêka Kurd ku rojên dawî di rojeva Tirkiyeyê de cih digrin re axivîn.
*We wekî HDP deklerasyonêk îlan kir. Beriya vê deklerasyone, we wek jin li qadê xebatek demdirêj meşand. Ev lêkolîn bi giştî rewşa jinên li Tirkiyeyê çawa bi kurtî vedibêje?
Em wekî HDP, partiyek in ku prensîba her tim li qadê dipejirîne û armanc dike ku bi her cure jin, karker, kedkar, ciwan û xizanan re bi hev re be. Bêguman, me ev xebat meşandin, em difikirin ku divê em li qadê bêtir çalak bin û bi taybetî di vê serdema ku krîz kûrtir bû, barê qeyranê jî li ser jin, ciwan û belengazan bû. Dema ku krîza aborî ya li welat herî kûr bû û dema ku ev krîz û şer li gel dihat kirin me wekî meclisa jinan a HDP'ê li dijî neheqiyê kampanya da destpêkirin. Ew kampanyayek demdirêj bû. Gava ku em yekem car daketin qadê, me dixwest em piçek bibînin ka ev kampanya dê li ku dere bi pêş bikeve. Ji ber ku me dît pêlên civakê û jinan ên li qadê û pêlên siyaseta navendî pir dişibin hev. Em bi van lêkolînan re bûn şahidê vê cudahiya di çerxê de. Tifaqa hukumeta navendî AKP-MHP Tirkiye wekî wêneyek çêdike lê me hemûyan dît ku ev wêne li qadê zêde li hev nake.
“Di dîrokê de qeyrana aboriya ya herî mezin tê jiyîn” 
* Xebata ku we li qadê ji bo jinan kir, sernavên wekî dadmendî û xizanî bû. Em dikarin bibêjin ku xebat ji bo jinan amadekariya deklerasyonê bû? Encamên vê lêkolînê di deklarasyonê de çawa xuya bûn?
Neheqî her roj hîn zêdetir kûrtir dibe. Me dît ku xizaniyê bandorek çawa li jinan kir. Di vê lêkolîna ku me kir de, me dît ku qeyrana aboriya tê jiyîn, yek ji qeyranên aborî yên herî mezin ên dîrokê ye. Ew bi xebatek li ber deriyê xwe di kargehê de, li zeviya ku mirov lê rastî ked dide, dahatûyek ku têra zikê mirov têr nake qezenc dike. Me dît ku em bi civakek re rûbirû ne ku di van hemû karan de bê ewlehî dixebite û pêşeroja xwe nabîne. Me bi vê kampanyayê ev tomar kir. Jin krîzê di jiyana xwe de bi eşkereyî dijîn. Dema ku hikûmet dixebitî ji bo li cihê xwe bimîne, vê yekê travmayek mezin di civakê de çêkir. Me dît ku bi taybetî ciwan tu hêviyên wan ji hikûmetê nîn in û ji bo pêşerojê nêrîneke wan tune ye. Ji ber ku, bi zêdebûna şîdetê re, em şahid in ka fatûreya qeyranê çawa ji raya giştî re tê dayîn. Di vê pêvajoyê de, me hewl da em xwe bigihîjînin nasnameyên cuda. Hikûmet hewl dide di navbera gelan de perçebûnek kûr çêbike. Lê pirsgirêka giştî û hevpar a gelan pirsgirêka yekbûn û beranberê hev anîne desthilatdariyê ye.
"Weki jin, me pêşengiya veguherînê kir" 
* Hevseroka partiya we Pervîn Buldan,  di axaftina vekirinê ya civîna Meclisa Jinan de got ku we plansaziya xwe ya ji bo serdema pêşiya xwe kiriye û got "Em ê ji serkeftinên ku me heta niha bi dest xistine pir zêdetir bi dest bixin û em ê pêşkêşî hemû jinên welat û hemû jinên cîhanê bikin." Ma jin bûn yek ji mijarên deklarasyonê?
Bi rastî, dema ku em li konjonktura heyî ya li Tirkiye û cîhanê mêze dikin, lazim e ku em bibînin siyaseteke ku jin tê de nebin wê mehkûmê têkçûnê be. Bi taybetî li ser Rojhilata Navîn, şêrekî cîhanî yê sêyemîn heye, di vî şerî de ji aliyekî ve, xeta rast-serdest a populîst a serdestiya mêr heye û ji hêla din ve jî têkoşîna pergala ekolojîk demokratîk a azadîxwaz a jinan heye. Em dikarin mînakek berteka têkoşîna van xetan li Rojava bibînin. Digel ku îro pergalek nû tê avakirin, perspektîfek ku ji hêla jinan ve nayê rêvekirin mehkûmî têkçûnê ye. Ji ber ku weke em her tim dibêjin; sedsala 21’ê wê bibe sedsala jinan. Jin pêşengiya jiyana nû dikin. Îro, li Tirkiyeyê, di bin pêşengiya jinan de li dijî perspektîfa tekparêz a ku ji hêla hukûmetê ve hatiye afirandin têkoşîn û doza jiyanê heye. Em partiyêk jinan in. Jin pêşengiya jiyana nû dikin. Li dijî perspektîfa monîst a ku hukûmetê îro li Tirkiyeyê ava kiriye, yek ji navendên hemû xebata me bêguman jin e. Îdiayên me yên ji bo çareseriyê û perspektîfek ji nêrîna jinan pêşkêş dikin bêguman di ezmûnên me yên têkoşînê yên berê de ne û dê li vir jî bibin. Me li Tirkiyeyê wekî jin, pêşengiya veguherînê kir. Bi taybetî bi pergala azadîparêziya jinan û hevserokatiya tevgera jinên Kurd, me gelek serkeftin bi dest xistin û bûn pêşeng. Em bawer dikin ku têkoşîna birêxistinkirî ya jinan dê tifaqa şerê serdestiya mêr jî pûç bike.
"Fatûryekek mezin ji tifaqa AKP-MHP'ê re derdikeve" 
* Yek ji pirsgirêkên sereke yên Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Di van demên dawî de, der barê mijarê de û der barê destpêkirina pêvajoyê de daxuyanî tên dayîn. Hûn çi dibêjin? Di aliyê jinan de van nîqaşan tên çi wateye?
Bi rastî, pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê pirsgirêkek gişti ye. Van salên dawî, me bi hev re li siyaseta înkar û pişavtinê ya sedsalî temaşe kir. Hem li cîhanê û hem jî li Tirkiyeyê tecrube hene ku muxatabê vê mijarê kî ye. Îro, pirsgirêk pirsgirêka herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna welat e. Pir zelal e ka kîjan rêbaz û çawa vê pirsgirêkê çareser dike. Ya sereke ev e ku em vîna çareseriyê pêşîn nîşan bidin û di vî warî de gav bavêjin. Bi rastî, jin di wan beşan de di rêza pêşîn de ne ku bandorên vê pirsgirêkê bi tundî dikşînin. Yên ku polîtîkayên înkar û şer herî dijwar dibînin jin in. Ew gelek caran diqîriyan ku divê pirsgirêka Kurd bi riya demokratîk û muzakereyan bê çareserkirin. Wan li ser her platformê diyar kirin ka çiqas girîng e ku em bi hev re ji bo çareseriyê li dijî kesên ku xitimandinê ferz dikin têbikoşîn. Ji ber vê sedemê, bi sedan hevalên me ji ber siyaseta xwe ya demokratîk di girtîgehan de dîl tên girtin. Ev careke din nîşan dide ka hukûmet di vê serdemê de çawa nêzîkê vê pirsgirêkê dibe. Mixabin, çawa ku ev pirsgirêk xwe bi awayê herî dijwar dide hîskirin, hikûmet di qala wê pirsgirêkê de bêhêz bûye. Çawa ku wan polîtîkayên êrîşan jinan hedef digrin, van êrîşan jî barekî mezin didin ser tifaqa AKP-MHP’ê.
"Êrîş li dijî jinan û têkoşîna wan tê kirin" 
*Jin bi salan e ji bo çareseriyê dengê xwe bilind dikin. Hûn îro wê nîqaşê çawa watedar dikin?
Îro, em dikarin HDP’ê wekî partiya tekane ku ji hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê re alternatîfek çareseriyê pêşkêş dike û rêbazek nû pêşniyar dike, pênase bikin. Bi salan e nasnameyên jinan li van xakan hatin paşguhkirin. Ew partiyek e ku li dijî van polîtîkayan xwe bi rêbaza ekolojîk û demokratîk birêxistin dike û hebûna xwe mezin dike. Bêguman, rol û mîsyona jinan a di HDP'ê de mîsyoneke ku dikare ji cîhanê re bibe mînak e. Partiyek ku ji bo diyarkirina şert û mercên demokrasiyê bi amadebûna jinan dest bi xebatê dike. HDP bi taybetmendiya xwe ya ku bi hatina cem hev a jinan re bûye yek partî, wekî alternatîfek mezin li dijî rejîma yekparêz û mîlîtarîst disekine. Bêguman, hukûmet ji bo we ji holê rake serî li hêza herî dînamîk da. Wî dixwest van hemûyan bi girtina partiyê yan jî bi doza komploya Kobanê bike. Em dizanin ku ev êrîşên li dijî HDP'ê di heman demê de êrîşa li dijî jinan û têkoşîna jinan e. Ji ber ku HDP ku tê de têkoşîna jinên Kurd jî heye, bi rastî dikare weke destwerdaneke li şêwazê siyaseta serdest a mêr a li Tirkiyeyê were pênasekirin. HDP di pozisyona ku dikare rêl li siyaseta Tirkiyeyê veke û bi rê ve bibe. Ji ber vê sedemê, ji aliyê eniya serdest ve rastî êrîşên pir giran hat. Bi rastî, ev dikare wekî xeleka dawîn a polîtîkayên êrîşê yên ku ji hêla hukûmetê ve hatin meşandin were dîtin. Demekê li dijî partiya me û têkoşîna jinan êrîşên sîstematîk hatin kirin. Destkeftiyên Kurdan jî bi wê yekê ve girêdayî ne ku hukûmetê sazîbûyîn li dijî daxwaza xwe ji holê rakiriye.
"Yekane partiya ku alternatîfa jiyanê pêşkêş dike HDP ye" 
* Hûn diyar dikin ku polîtîkayeke zextê ya piralî li ser HDP'ê tê meşandin. Hûn doza girtina HDP'ê wekî yek ji van pêvajoyan pênase dikin. Li ser vê pênaseyê hûn doza girtinê ya HDP'ê ku weke "partiya jinan" tê pênasekirin, çawa dinirxînin?
Hikûmet demek dirêj e, piştgiriya xwe ya civakî winda dike. Ji ber ku her gava wî hem di siyaseta hundurîn û hem jî ya derve de avêt, dema ku hewl da hêza xwe biparêze, rengek hêzê ya hundurîn û mêranî derket holê. Polîtîkayên ku tên meşandin li ser civakê, li ser jinan an jî li ser ciwanan tê meşandin pir giran bûn. Em bi qeyranek ekolojîk re rû bi rû ne. Em bi zelalî dibînin ku polîtîkayên kedxwarin û talanê yên hukûmetê yên li hember vê qeyranê çi ne. Niha krîza jinan heye, her roj herî kêm jinek tê kuştin an jî rastî şîdetê tê. Di vê pêvajoyê de, em dibînin ku qeyranek demokrasiyê heye. Li welat her tişt bûye krîz. Ji ber gavên xelet ên di encama van polîtîkayan de tên avêtin, welat niha bi krîzeke mezin a aboriyê re rû bi rû ye. Mirov ji ber krîzê dawî li jiyana xwe tînin. Li hemberî van hemû rastiyan, HDP li vî welatî partiya yekane ye ku li kêleka jin, ciwan û kedkaran disekine û alternatîfa jiyanê pêşkêşî wan dike. Tevî van hemû êrîşan, rastiyek heye ku têdikoşe û li ser piyan disekine.
“HDP rêxistinbûyin û mezinkirinê didomîne"
* Hûn di daxuyaniyên xwe de, dibêjin ku digel hemû gotin, zordarî û polîtîkayên tirsê yên hukûmetê potansiyelek we ya bêrawestan heye. Hûn di siyaseta Tirkiyeyê de, bi taybetî di dema hilbijartinan de, wekî xalek "kilît" tên binavkirin. Ya ku nayê astengkirin çi ye? Rewşa dawî ya Tirkiyeyê der barê hilbijartineke muhtemel de çi dibêje?
Pir zelal derket holê ku bêyî HDP'ê siyaset nabe. Ji ber vê yekê jî HDP wekî hilbijartinên 31’ê Adarê rola xwe ya sereke dilîze. Dema ku vê rolê dilîze, rêxistinbûn û berfirehkirina riya xwe didomîne. Em pêvajoyê bi helwestek ku me vedixwîne pêşengiya pergalek ku li vî welatî tê çêkirin û bi hev re têdikoşe dikin vedihewînin û birêve dibin. Ji ber vê sedemê, HDP diyar dike ku îro bêyî HDP'ê sêwirandin nabe. Nêzîkatiyek heye ku îdia dike şêwazek rêveberiya demokratîk a vî welatî veguherîne. Em haydar in ku di civakê de, di vî warî de ya hêviyê dide HDP ye.