Bajarê biharkuştî yî tu Helepçe!

MIZGÎN RONAK
Helepçe careke din disojîne dilê me lê êdî ne belavokan ne jî bîranînên rûtîn naxwaze ji me. Heta ku em îhtîmala nûkirina Helepçeyan ji holê ranekin dê ji me bi hêrs û xeydan be Helepçe. Her sal hin risteyên ji agir xwe li bîra dilê min diqelibînin lê îsal ev riste dev ji min bernadin. 
Şûna diranên Eliyê Kîmyewî hene li ser sêvên Helepçeyê./ Sêv şahid in ew bihara sojandî mindalên me ne/li her derê şahid in sêv/şopa mindalên Helepçeyê heye li ser canê me/bajarek welê yî ku Helepçe, sêv te tînin bîra me/ lê heman sêv kujerên me ne. /Kirasên rengîn, / Wisa ketiyî /wisa razayî yî/ wisa bêhnçikandî/ wisa baharkuştî/ wisa xeyîdî bi ku ve diçî Helepçe/ ji nav dilê me yê brûsklêketî?
Tew dibêjin ku niha kurê Eliyê Kîmyewî yanî, Kîmyewiyê kurê Kîmyewî li Başûr li Helepçeyê bi petrola Kurdan zengîn dibe! Eger rast be bila Helepçe her tim li xewna me be ey bîrkorên nankor. Hûn ji sêvan jî şerm nakin ku şûna diranên wî kujerî tim li bîr û bedena xwe dihêlin
Helepçe ne hewce bi şînên burokrat heye ne jî bi peyvên ku di dev de bûne benîştên genî. Tenê tiştek dixwaze Helepçe! Nehêlin bila sêv neyên kuştin, bila sêv kesê nekujin, bila sêvên nazenîn nebin şahidên komkujiya belengazan.
Helepçe Helepçe! Em ê bi darên sêvan lêborîna xwe ji te bixwazin, darên sêvên azadiyê. Em ê bi dendikên sêvan şîn bên bo te; bi hezaran bexçeyên sêvan li ser axa te. Helepçe, em sêvên te yên bêşûndiran in, me bibexşîne û ji nû ve kulîlkan veke û bi helbestek xwe ya kevin têm ber darên te, ey mirina me!
Sêv jî me dikujin
Li me barîn gulên ramûsandî
Heyvên çavpêketî
Barana vexwarî
Û bêhna şîr na
A barûdê tê
Ji devê berxikên welatê min
Û li Helepçeyê sêv jî me dikujin!