Ger pirsgirêkên Kampa Holê neyê çareserkirin metirsî dê zêde bibin

SORGUL ŞÊXO

DAIŞ a ku ji aliyê erdîngarî ve qediya, di aliyê îdeolojî de xwe bêtir di mejiyê zarok, hevjîn û malbatên xwe yên ku zêdetirî jî 60 hezaran li Kampa Holê dimînin de bicîh kiriye, gihiştiye astekê ku çareseriya wê jî li asoyan xuya nabe. Welatên ku hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de cih girtine nagrin, di êrîş û polîtîkayên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hevkarên dewleta tirk in. 3 sal di ser rizgarkirina Baxozê de derbas dibe, di 3 salan de DAIŞ'ê xwe bêtir berda nava rihên wan ku heya zarokan li ser serjêkirina mirovan û qetilkirinê perwerde dikin û sûcên wiha jî pêk anîne. Di bin çadirê spî de, jin û zarokên herî xeternak li ser herêmê û cîhanê hene. Jin û zarok fêrî rê û rêbazên şer û êrîşan dibin. Di çadiran de binerdan bi amûrên xwarinê yên wekî kefçî û carnan jî bi qazimeyan çêdikin, wekî ku amadekariyên şer dikin. Di Operasyona "Mirovî û Ewlehiyê" ya Adara 2021'an de Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş ev tişt bi çavan dîtin û tevî çend çekên ferdî jî desteserkirin.

Nifşekî herî xeter di bin çadirên spî de tên perwerdekirin, bi gotina "Hun Kafir in" êrîşî her kesê derbasî hundirê kampê bibin, dikin. Dibe ku ev nifş siberojekî wan ê din heba ger ku DAIŞ neba. Zarokên Kampa Holê tenê bi rengê reş yê DAIŞ'ê hatiye rengkirin, sernavê wan DAIŞ û dawiya wê jî nifşê herî metirsîdar ku îro derdikeve pêşberî cîhanê. Zarok çeka DAIŞ'ê ye ku pê îdeolojiya xwe ji nû ve vejîn dike û xwe pê didomîne. Kampa Holê qadeke du kîlometre çargoşe ye, ku bombeya demkî tê de heye û diyare wê demeke pir nêz were teqandin ger welatê wan berpirsiyartiya wan rane. Ji ber her çend rojan malbat û hevjînên çeyetan tevleheviyan derdîtin û amadekariyên xwe dikin ku êrîşî bendên kontrolê bikin û ji wê derê derkevin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibin û dest bi komkujiyan bikin heya ku tevahî Sûriyê kontrol bikin. Malbat û hevjînên DAIŞ'ê hêza xwe bê guman ji çeteyên ku li herêmên dagirkirî Serêkaniyê û Girê Spî bicih dibin digrin û bi rengekî veşartî çûyîn û hatinên wan ê cem hev jî hene. Di heman wextê de jî agahiyên îstixbaratî bi hev re parve dikin û li gorî vê yekê jî tevdigerin. Gihiştiye astekê ku êdî çekan jî derbasî hundirê kampê dikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hember 53 welatên herêmî û cîhanî ku hemwelatiyên wan di hundirê Kampê de ne, têkoşînê dikin û erka wan pêk tîne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzeke herêmî ku temenê wê 9 sal in ku di nava şerekî pir dijwar de ye bi gelek dewletan re lê dîsa jî 53 welatên herêmî, cîhanî û navneteweyî jî ji xeteriya DAIŞ'ê diparêze. Ji lewra mirov pê bifikire ku jinek tenê ji Kampa Holê derbikeve, wê çiqasî zirarê bide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji ber di xwezayî de jin ji mêr bihêztir û îqnatire. Bi rastî jî di çavên hevjînên çeteyan de mirov harbûn, hovîtî û nameyên wan ê herî xeter ji bo mirovahiyê didin de dibîne. Di awirên wan de mirov hîs dike ku çiqasî xeter in û ger ku derkevin jî wê çi bikin.

Li gelek welatan taybet ev yek li Almaniya yê derket holê ku hinek endamên jin ê DAIŞ'ê hatibûn girtin û li gorî desthilat û hikûmetên wan ceza li wan hatine birîn ji ber ku destê wan di qetilkirina mirovan de hebû. Li Tirkiyê jî da ku dewleta tirk gumanan ji ser biavêje û xwe deşîfre neke, her çend salan carekê dibêjin ku wan çend jinên di nava DAIŞ ‘ê de cih girtibûn, girtine û wê ceza li wan bibirin. Wekî ku bêje tu têkiliya wan bi DAIŞ’ê re tune ye û ne ewe yê ku çete li ser axa xwe perwerde kirine û di sînorên xwe re derbasî Sûriyê kirin e.

Ger ku pirsgirêka Kampa Holê neyê çareserkirin, dibe ku di demê pêş de çete wê wekî dewleta xwe raghînin û ji wir êdî li çolistana Dêrazorê, heya Şedadê ber bi Hesekê û giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bibin.

Kampa Holê ji du peyvan û 9 tîpan pêk tê, lê bi qasî navê xwe jî xeteriya wê li ser sedan welatên cîhanê û yê navneteweyî hene. Cîhan li pêşberî xeteriyeke mezin e, ger ku berpirsiyartiya xwe ranekin û pirsgirêka Holê çareser nekin.