Serbilindiya te heqîqeta me ye

EVÎN ZENDA 
Li ser vê axê, li ser vê civakê bêhed û hesap ferman û qirkirin çêbune lê her dem civaka Êzidî xwedî li çanda dayik, çanda mirov û civaka wekhev derketiye û tenê wan dikaribûye ji dayika xweza û gerdunê taca zêrîn a  zarokên herî bi rehm, bi dil û wijdan bigrin.
Ji destpêka mirovahiyê ve heya vê kêliyê, ev qewmê kevnar ku dayika tevahî qewman e, heye. Ew civak hêz, bawerî, hezkirin, bereket û pîroziyê di xwezayê de dibîne, rengînî û dewlemendiyên xweza û gerdunê jî di nava perên Teyrê Tawus de dibîne. Ev civaka aştîxwaz û dilnizm civaka Êzidî ye ku bi hezaran salan e, ji bo xwe, ax, av, roj, agir, heyv, stêrk û hewayê pîroz dibîne û her dem di tewafa wan de ye. Di heman demê de her ferdeke Êzidî jî yek bi yek taybetmendiyên van pîroziyan ferz dibîne û ji bo wê ye ku evqas di şerên ku li ser singa cîhana me hatine derxistin de vê civakê dikaribûye her dem xwe weke cewherê xwe biparêze.  
Li ser vê axê, li ser vê civakê bêhed û hesap ferman û qirkirin çêbune lê her dem civaka Êzidî xwedî li çanda dayik, çanda mirov û civaka wekhev derketiye û tenê wan dikaribûye ji dayika xweza û gerdunê taca zêrîn a  zarokên herî bi rehm, bi dil û wijdan bigrin.
Ji bo ku mirov bikare pîroziyên xwe bijî û nehêle ku ew pîrozî biguherin yan jî werin guhertin divê mirov bikaribe biparêze. Divê berdêlan bide ber çavên xwe civaka Êzidî ji bo parastina pîroziyên xwe 74 ferman derbas kir di her fermanê de bi hezaran Êzidî, bi hezaran mirovên leheng ku cîhana her yek ji wan ji ya din bedewtir bû, bi hezaran evîn û bi hezaran hêvî bûn bedel…
Buheşta biçûk
Ji 21 cihên ku dewleta tirk bi hevkarên xwe re êrîş bir ser jî yek ji wan cihan jî cihê rûreşiya Hukumeta Iraqê foca 80’ê yan a ku zarokên Êzidî tê de axa xwe diparêzin û bi fermî bi artêşa Iraqê ve girêdayî ye. Cihê Focê li kêleka gundê Xanesorê ye lê ji ber di deştê de ye ciheke bê dar bê av û zuha ye lê gelo ma dibe cihên zarokên bi xêr ên vê civakê û zarokên ku fikra Rêber Apo nas kiribin, vî cihê me qal kirî wiha bê xêr bihêlin? 
Berî lêdanê cihê focê bi dar û gulên cur be cur ji aliyê şervanan ve hatibû xemilandin her deverê wê bi hewdên davê hatibun xemilandin û şervanan bi pêşengiya Merwan Bedel ku beriya derbasî xebatên civakî bibe berpirsê focê bû bi keda destên xwe hewşa mezin a focê xemilandibû. Bi taybetî ji ber di nava civaka Êzidiyan de Teyrê Tawus pîroz e li wê buhuştê bi dehan Teyrên Tawus dihatin xwedîkirin û her wiha teyrên weke bilbil, kevok, werdek, lawiren weke xezal û hesp xwedî dikirin. Lê dema sibehê me bi gel re berê xwe da cihê bûyerê em rastî hovîtiyek mezin hatin û te digot qey ew buhişta me qal kiriye xewnek bû. Ji ber tiştek li ser tiştekî nemabû, tenê dengê çend çûkên ku ji tirsan dilê wan bizdayîbû, çûkên baskşikestî û yên mirî li van qadan belav bûbû. Tiştên li focê hatibûn avakirin hemû hatibûn xirakirin û wêrankirin ji bo em rastiya civaka Êzidî û hovîtiya dijminê li beramberî xwe bibînin ev dîmen têrker bûn.
 Bi gavên Hêdî bi dilek bi hêrs û çavên girî xwe nêz kir  
Dema me dîmenê cihê bûyerê dikişandin, Dayê Şemê bala min kişand min ji hev dernexist ku li pêşiya wê çi ye ku digirî û ber pê ve diçe dû re min dît ku Teyrê Tawus e te digot qey tiştek lê nehatiye li ser darê dawên wî tev xwe berdabûn ser xakê û her ku tîrêjên rojê li davên wî dida bi dehan rengên yek ji yekê bedewtir dibiriqî û hêdî hêdî kesên dihatin didîtin, di rûyê wan de heman êş xemgînî û hêrs hebu û weke ku zarokekê wan şehîd bûbe xemgîn bûn, tenê min bi bêdengî dîmen kişand.
Ji devê her kesê gotinek derdiket digotin: “Serbilidinya Teyrê Tawus nîşaneyek e. Hinekan digot gotina me ya ku em dibêjin ser didin lê sir nadin hat bîra me û her kesê hêrsa xwe bi awayeke cuda dida der. Lê ew yek diyar bû ku kuştina Teyrê Tawus ku yek jî pîroziyên vê civakê ye û di cejna Çilê Zivistanê de ji her kesê re zor û zehmet hatibû.
Piştî Fermana 74’an careke din civaka Êzidî bi hev re bi felsefeya ‘Em ser didin lê sir Nadin’gotina Tawisê Melek û xwe ji êş, kul û birînên xwe derman kirin û carek din ji bo jiyana nû ketin ser rê. Vê carê li cihê bêçaretî, bêxwidanî û bêhêvîtiyê çavên jinên Şengalê, zarok û ciwanên wê ji bo siberojên azad diçirisîn û tev bi hev re bi gotina pîroz a “Hol hola Tawisê Melek” dikevin ser riya tekoşîn û berxwedanê. 
Ev dîmenê têkoşînê ye... 
Ji civaka Êzidî re her êrîşeke ku çêdibe berdewamiya ferman û qirkirinê ye lê piştî civaka Êzidî fikrên Rêber Apo nas kir ji xwe re weke xelasî û riya azadiyê dîtin. Ji ber ku her dem dayikên me dibêjin yekane fikrên nêzî bîr û baweriya me fikrên Rêber Apo ne. Ji bo wê her ku em civaka Êzidî dibînin dema ku fikrên Rêber Apo dixwînin û nas dikin weke ku serê xwe li ber roja pîroz radikin û ji tîrêj û tîna wê hêz û ronahiyê li rih û canê xwe zêde dikin. Bi azweriyek mezin dixwazin fikir û ramanên Rêber Apo di nava xwe de mayînde bikin û di civakê de rê  û doza xwe diyar kiriye, ew jî ji bo parastina çand, bawerî û civaka xwe ye. Em li hemberî dijminê xwe têdikoşin û ji bo rakirina tola şehîdên vê axê li hemberî hemû êrîşan bihêzkirina rêxistin û civakê bi pêş dixin.