Gule û gula ewil

MİZGÎN  RONAK 

Dema ku mirov navê tiştek, nasnameyek pir dibêje, mirov giyan û cewhera wê dikuje yan jî dide revandin. Mînak; pergala dewletperest û mêrperest pirî gotin “dewlet-dewlet” “mêr û mêr” xwe jî dinyayê jî rezîl û perîşan kirin û di nava xwînê de hiştin. Îja em jin gere nekevin vê xeletiya mezin û wekî “sosyalîzma Sovyetê” û di bin navê “proleterya û desthilatiya” wan de zordestiyek kapîtalîst ava nekin. Lew em têkoşer gere pir hişyar bin; heta niha hemû şoreş û şoreşger şibiyane dijmin û zordestên xwe. Lew mafdarbûn û mezlûmtî têra jiyana azad û dadwer nake. Jixwe gelek mînakên jinên ku şibiyane mêran jî hene. 
Belkî ku em bi çavên baldar binêrin em ê di her malbatê de jî bibînin. Ji ber vê yekê niha ajansa jinan a ku bi refên hechecik û perperîkan re bi rê dikeve gelek girîng e û di heman demê de xwedî gelek ristên xeternak e jî. Mînak ev ajans; BBC, Rauters, AFP, TRT û heta DÎHA-ANHA, Jin News jî nîn e. Guleya pêşîn, ewil û yekemîn e. Wekî “Guleya ewil” a teoriya Sartre ya ku dibêje; “Guleya ewil pêşî xwediyê/a xwe dikuje ango qereqolên mijokdar ên di giyan, bîr û bedena wê/î de hildiweşîne.” Niha em jinên bi pênoş, têkoşer, biryardar jî hem guleya ewil in, hem jî em ê berî her tiştî xwe bi vê guleya ewil a nazenîn û dijwar bikujin lê ev xwekuştin serberz û jiyandar e, domdar e. Lew dê ev xwekuştina bi guleya ewil bibe mizgîniya bi hezaran guleyên azadiyê, yên ku dê gulên azadiyê li her derê Rojhilata Navîn bidin vekirin. 
Guleya ewil, gula ewil e jî. Her du jî hinek pêşwext, hinek derengmayî, hinek tenê, hinek gelek, hinek wêrek, hinek jî bi metirsî ne. Jixwe pêşiyan gotine; “Bi gulek bihar nayê.” Belkî bi guleyek jî azadî nayê. Lê em dizanin ku em ne ji biniya sifirê, ji xeteke serkeftî tên; loma  jî em gule û gulên kurd, tirkmen, ereb, suryan, ermen û çerkez, dikarin hêza bi milyonan gule û gulan bi xwe re bînin, bidin jiyandin û bijîn.
Min dixwest ku niha li ba we bûma lê ez gule û gulek welê me ku 28 sal e di zindanê de me, ji ber heft deriyên hesin, dîwarên stûr bilind û qeyd û kelemçan nikarim bêm ba we. Lê digel silavên bi sedan jinên têkoşer ên li zindanan, li ba we me. Em gule û gulên dîn û zana ne, kes nikare pêşiya me bigre. Ji Qahîreyê heta Amedê, ji Kobanê heta Mehabadê, ji Tehranê heta Riyadê, ji  Helebê heta Hewlêrê, bi destên xwe yên asîmanî dilê xwe yê ji dilê av û axê, hene em. Li vir in li her derê ne. Bi zanyarî û ragihandina azad û jinane; merheba, merheba, merheba!