Bandora pandemiya coronayê zêdetir li ser jinan çêbûye

Bi rasthatina 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, raporek ji aliyê Rêxistina Efûya Navneteweyî 'Emnistî' ve hat weşandin û diyar bû ku Jinên Mexribê ji her kesê bêtir zirar ji nexweşiya coronayê dîtine. Bi taybetî piştî pêvajoya karantînayê ji aliyê hikumeta Mexribê ve hatiye destpêkirin zehmetiyên jinan zêdetir bûne.

 Mexrib - Di rapora Rêxistina Efûya Nevneteweyî Emnêstî ya ku 5’ê Adarê roja înê hat aşkerakirin de hatiye diyarkirin ku di warê mafên mirovan de li Mexribê di salên dawî de guhertin çêbûne. Hem di asta sazîbûyînê de hem jî di asta qanûnî de lê tevî ku guhertinên erênî pêk hatine jî jinên Mexribê hê jî êşê dikşînin.
Emnistî ev êş bi binpêkirina mafên mexribyan ve girê da ji ber hin beşên cudakirî ji rêxistina zagonsaziya Mexribê her wiha bandora neyînî ya ku li ser civakê hatiye ferzkirin.
Di rapore de xiya bûye ku di dema berdewamiya pandemiya koranayê de jin di rewşa herî lawaz de mane û zirarên mezin dîtine.
Rêxistinê di rapora xwe ya ku beriya çend rojan hatiye weşandin de diyar kir ku hejmarek ji lêkolînên ewil ên saziyê û yên rêxistinên civaka sivîl, xuya bûye ku rêjeya şîdeta li ser jinan zêde bûye bi taybetî di dema karntînayê de. Bi boneya roja cîhanî ya jinan Emnêstî ji hukumetê Mexirbê xwest ku avakirin li ser dersên bi sûd ji pêvajoya berê were kirin û bi awayekî lezgîn tedbîrên lazim û çalak werin girtin. 
Raporê banga lêvegera qanûna 13-103 ya têkoşîna li dijî şîdetê ya ku lihevhatineke hişk a peymanên neteweyî misoger dike kir û xwest hilbijartina beşên cudekarî di nav rêxistina zagonsazî de pêk were.