Xizmên Windayan kujerên Bedriye Gumuş pirsîn

Li Amedê Xizmên Windayan xwestin kujerên Bedriye Gumuş a di sala 1992’yan de li gundek Nisêbînê ji aliyê leşkeran ve hatiye kuştin werin dîtin.

 
Amed - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan çalakiya bi daxwaza “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” di hefteya 630’yemîn de berdewam kirin. Çalakî li ser hesabê medya civakî ku hat belavkirin pêk hat. Vê hefteyê li kujerên Bedriye Gumuş a di 17’ê sibata 1992’yan de li gundê Gurîk a bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve di meşa li dijî lêferzkirina cerdevaniyê de ji aliyê leşkeran ve hat kuştin pirsîn. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Ezgî Sila Demîr daxuyaniya vê hefteyê xwend û çîroka kuştina Bedriye Gumuş vegot. 
“Derbarê kujeran de lêpirsînek nehatiye despêkirin”
Ezgî anî ziman ku dewletê hewl dida cerdevaniyê li ser gundiyan ferz bike û gundî ji bo li dijî vê lêferzkirinê derkevin di 17’ê sibata 1992’yan de meşek li dar xistine û leşkeran meş gulebaran kiriye û di encamê de Bedriye Gumuş jiyana xwe ji dest daye û got ku Bedriye Gumuş dayika du zarokan bû. Ezgî anî ziman ku ji wê rojê heta niha kujerên Bedriye nehatine dîtin û derbarê kujeran de lêpirsînek jî nehatiye destpêkirin. Ezgî destnîşan kir ku ew ê li gel dayik û malbatên windayan cih bigirin û li gel hev lêgerîna edaletê bidomînin.