Bi xeyala şanogeriya pispor 13 salin dixebite

Ji bo ku mirov xewn û xeyalên xwe bi cih bîne divê têbikoşe lê mixabin civaka ku bi hişmendiya mêran hatiye çewisandin, li wê derê jin ji bo bigihîjin daxwazên xwe pêwîstî bi têkoşînek bêrawestan heye.

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Di dirêjahiya dîrokê de huner weke têkoşîna herî bi wate û zirav a pêkanîna pîvan û hilberînên civakî ye. Ji destpêka dema Neolîtîk ve, hunerê rola zanista civakî û xwezayî lîstiye. Ji ber vê hunermend û afrînera destpêkê ya jiyanê jin e. Jin şaneya avaker a civakê ye, ji ber vê mohra dayikê li ser gelek berhemên civakî û pêşveçûnên dîrokî heye. Di gelek pevçûnan de jinan ji bo sekinandina şeran kefiyên serê xwe avêtine erdê. Her wiha mirov dikare Têgîna Huner weke lûtkeya hezkirinê, girêdana bi civakê re, zanebûna jiyanî û fedakariya gerdûnî pênase bike. Ev hemû jî di encama ked, hezkirina civakî, avakirin, afirandin, girêdan û parastinê de pêk tê. Hunera Şanoyê ya Kurdî di sala 1920`an de dest pê kiriye û li Rojavayê Kurdistanê jî di 1980`î de bûye xwedî berhem. 
Jinan têkoşîneke du alî dan meşandin
Gelê Rojavayê Kurdistanê tevî zext û zordariya rejîma Beasê xebatên siyasî, çand, ziman, huner û rêxistinî didan meşandin. Rejîma Beasê bi hemû şêwazan hewl dida çand, nasname û hunera Kurdî asîmîle bike. Lê gel û bi taybetî jinan têkoşîna parastina hebûna xwe dikirin. Ji lewre jinên ku di wan deman de xebat dikirin, bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re rêxistinbûna xwe bihêztir kirin.
Jina bi navê Gulçîn Hiso ya (26) ji Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Gulçîn di temenek ciwan de dizewice û niha jî dayika çar zarokan e. Gulçîn di 13`e saliya xwe de dest bi lêgerîna xwe ya hunerî dike. Ji ber vê beşa şanoyê hildibijêre û dest bi têkoşîna pêkanîna xeyalên xwe yên şanogeriyê dike. Ev 13`e sal in ku Gulçîn xebatên şanogeriyê dike, ew niha li navenda Hîlala Zêrîn ya Herêm Firatê wekî şanoger, mamoste û rêveber cih digre. Gulçîn li rex ku dayik e û mala wê li gundê Muman ê Roajvayê Kobanê ye, bi rengekî çalak kar û xebatên xwe didomîne.  
Ji bo hezkirina ji hunerê re şer kir û têkoşiya
 Civaka zayendeperest û baviksalar her tim li hemberî jinan sînor danîne. Bi taybetî di warê çandî de jin her tim rastî astengiyê tên. Gulçîn di destpêkê de behsa têkoşîna xwe ya li dijî hişmendiya civakê kir û got: “Min di 13 saliya xwe de dest bi kar û xebatên hunerî kir. Ji ber ku wê çaxê rejîma Sûriyeyê li Kobanê hukimdar bû, şert, merc û derfetên ji bo hunerê dijwar bûn. Ji ber ku malbata min hemû di nava kar û xebatên hunerî de ne, tu astengî ji min re çênekirin. Tenê dayika min cend caran astengî derdixist lê ez wê sûcdar nakim ji ber hişmendiya ku di civakê de hatiye rûniştandin wê demê wisa dixwest. Di şanogeriyê de em rolên cur be cur dilîzin, ev yek jî heta astekê di nava civakê de nedihat qebûlkirin. Lê ji ber eşqa min ji şanoyê re heye, ez bênavber têkoşiyam û min şer kir. Tevî hemû astengiyên ku min ji aliyê civakê ve jiya jî ez ji hezkirina xwe dûr neketim. Di hundirê her jinekê de hunerek heye, min ji aliyê xwe ve hunera xwe roj bi roj mezintir kir."
‘Bi fêrkirina zarokan re ez hestên xwe nû dikim’
Hunera Şanoyê cîhaneke din a hestên mirovan e. Gulçîn bi van gotinana behsa beşa şanogeriyê dike: "Beşa şanoyê dayşka hunerê ye. Di hundirê şanoyê de govend, stran, dengbêjî, helbest û çîrok tên pêşkêşkirin. Dema min dest bi şanogeriyê kir, min dixwest ez tenê bilîzim. Lê piştî salên dirêj û perwerdeyê xeyalên min mezintir bûn. Ez di şanoyê de herî zêde ji rola dayikê hez dikim. Niha ez zarokan perwerde dikim lê dema ez bûm mamoste ev nayê wateya ku ez fêrî hemû tiştên şanoyê bûm. Bi qasê fêrbûn û tecrubeya min, ez didim zarokan jî. Bi fêrkirina zarokan re, ez hestên xwe nû dikim. Ji ber vê ez bi wan re gelek mijûl dibim."
‘Em bi hev re hunera xwe biparêzin û bi pêş bixin’
Dayikên me dibêjin, heger we tiştek dest pê kir divê hûn berdewam bikin. Hunera ku jinan afirand divê ji aliyê jinan ve were parastin û pêşxistin. Gulçîn Hiso di dawiya axaftina xwe de banga xwedîderketina li hunera dayikê dike: "Ez rojane xeyalên xwe yên pêkanîna xwestekên xwe dihûnim. Ji ber vê ez bênavber têdikoşim. Li ser vê bingehê ez dibêjim ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinan dest pê kir, ji lewre divê em wekî jin hunera di hundirê xwe de bi destên xwe vejîn bikin. Huner ji aliyê dayikan ve hatiye afirandin divê em wekî jin biparêzin, zindî bikin û bi pêş bixin. Deriyê navenda Hîlala Zêrîn ji hemû jinan re vekiriye. Ka werin em bi hev re hunera xwe biparêzin û pêşkêş bikin."