Amadekariyên jinên Çerkes û Tirkmen ên 8'ê Adarê

Ji ber zextên Rejîma Baas û desthilatdariya dewletan Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava 8’ê Adarê pîroz nedikirin û cihên xwe di nava şahiyê de nedigirtin. Piştî şoreşê êdî hemû jin bi hev re roja 8’ê Aadarê vedigerînin roja têkoşînê û bi coş pêşwazî dikin.

DILUCAN BOZÎ
Minbic- Gelê Çerkes di gelek komkujî û koçberiyan re derbas bûn, ji ber vê yekê nifşên nû ziman û çanda xwe winda kirin. Piştî şoreşê ew jî di nava sazîbûna Rêveberiya Xweser de çand, dîrok û zimanê xwe ji nû ve jîndar dikin. Çerkes komek ji Bakurê Qefqasya ya girêdayî Rusiyayê ne, navê wan yê rast Edîga ne, ji 12 qebîleyan pêk tên. Piraniya Çerkesan bi ola îslamî bawerdikin, lê ew bi xwe ji ola xiristiyanîne û gelê herî kevnar di Bakurê Qefqasê de ne. Di dîrokên kevin de navên weke (Rom, Faris, Yunan û Tetar) li qewimên Çerkesan kirin e. Yekemîn koçberiya Çerkesan di sala 1858'an de bi şêwayekî parçe destpêkir. Di nava salên 1864-1878 de pêla koçberiya gelê Çerkes zêdetir bû. Çerkes di navbera derya Reş, Ezof, heya behra Qizewîn de dijîn. Piştî gelek şeran Çerkes neçar man ji warên xwe koçî cihên cûda yên cîhanê bibin. Hejmara herî zêde ya Çerkesan li Tirkiye û Kafkasya yê dijîn. Li gor hin zanyariyan tê gotin ku bajarê Minbicê ji aliyê Çerkezan ve hatiye avakirin. Li gorî dîroka devkî ya çerkesan 160 salin li vî bajarî dijîn. Di wê demê de Komeleya Çerkesan girêdayî bajarê Helebê bû ye. Piştî dagirkirina çeteyên DAIŞ’ê gelê çerkes jî rastî gelek komkujî û zehmetiyan hatine û komeleya wan belav dibe. Piştî bajarê Minbicê ji aliyê meclîsa leşkerî ve hate rizgarkirin, gelê Çerkes jî weke hemû neteweyên din nefesek rihet ji jiyanê girtin û cardin bi alîkariya Rêveberiya Xweser a bajarê Minbic û gundewarên wê Komeleya Xêrxwaziyê ya Çerkesan vekirin. Ev Komeleya Xêrxwaziyê ya çandî û civakî ye.
Çanda tikmenan hatiye bişaftin
Ji ber êrîş, pevçûn û komkujiyan pêkhateyên tirkmen li hemû deverên cîhanê belavbûne, herî zêde li Tirkmenîstanê dimînin û sê çeyrekên wan jî li Rojhilat û bi taybet li beşa Bakur dimînin. Hejmara herî kêm li Tirkiyeyê dimînin, tirkmen li Başur-Rojava bi zaravayê tirkmenî û tirkî diaxivin. Hejmara tirkmenan di destpêka sedsalên 21.emîn de nêzî 6 milyonan bûn, bi demê re û bi taybet komkujiyên ku bi ser wan de hatine hejmara wan kêm bûye. Tirkmen wek qebîle di konan de dijiyan ji ber gelek caran koçber bûne û axa wan hatiye dagirkirin ji aliyê dewleta tirk ve, paşê Mogolan bi fermandariya Cengîz Xan hemû bajarên wan dagirkirin. Paşê tirkmen bune du beş, yek ji wan Xana Xewarizim û ya din Xana Bexarî. Piştî wê êdî tirkmen bi navê herêma El-Eabîra Zerya, El-Qezewîn hatin nasîn. Beşek ji pêkhateyên tirkmen li bajarê Minbicê dijîn, piştî rizgarkirina bajar ji çeteyên DAIŞ'ê tirkmenan jî Komeleya Xêrxwaziyê avakirin û dest bi xebatên xwe yê çandî û civakî kirin.
Di derbarê amadekarî û pêşwazîkirina 8'ê Adarê de jinên ji pêkhateyên tirkmen û çerkez ji ajansa me re axivîn.
Şahî bi rengê jinan xweştir dibe
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava amadekariyên pêşwazîkirina şahiyê dikin. Jinên ji pêkhateyên çerkez û tirkmen jî wê bi rengê xwe tevlî şahiyê bibin. Ji ber zextên Rejîma Baas û herî dawî jî  çeteyên DAIŞ'ê jinên tirkmen û çerkez ji şahiya 8'ê Adarê bê pardiman.Talîn Diyai El-Dîn ji pêkhateyên Çerkez e wiha qala pêşwazîkirina xwe ji 8'ê Adarê re dike: "Ez roja 8'ê Adarê li tevahî jinên têkoşer, berxwedêr û şerker pîroz dikim. Em wek gelê çerkez me ew roj wiha digirt dest, tenê me diyarî ji hevdû re dibirin, lê em ne di wê ferqê de bûn ku ev roja ji bo tevahî jinan hatiye diyarkirin, ji ber zilm û zordariya desthiladariya dewletan me roja xwe pîroz nedikir. Piştî rizgarkirina bajar ji çeteyan êdî me jî cihê xwe di nava şahiyên 8’ê Adarê de girt. Lê em bi çanda xwe roja 8'ê Adarê pîroz dikin, me piraniya şahiyên xwe li Şamê û Helebê çêdikirin, ji ber li Minbic tune bû û girîngî nedidan. Niha em amadekariyên xwe dikin da ku em jî wek Çerkez tevlî şahiyê bibin, em sipasiya Rêveberiya Sivîl ya bajarê Minbicê dikin ku bi saya wan îro em bi çanda xwe beşdarî şahiyan dibin. Cudahiya 8'ê Adarê ewe ku hemû jin bi cil û bergên xwe yê filiklorî tevlî şahiyê dibin."
'Kêfxweşiya herî mezin 8'ê Adarê ye' 
Ji ber hişmendî, serdestiya mêr-dewletê jinan bi awayekî veşartî roja 8'ê Adarê pîroz dikirin, jinên tirkmen jî wek tevahî jinan ji hemû mafên xwe yê jiyanê bê parman e, lê bi saya şoreşê êdî jin hemû rojên xwe bi hev re pîroz dikin. Hinai Mihemed ji pêkhateyên tirkmene teqez kir ku roja 8'ê Adarê roja vejînê ye û wiha pê de çû: "Her kes dizane ku jinan di kargehekê de kar dikirin, dema ku jinan behsa wekheviyê kirin, dewletê ew di hundirê kargehê de 129 jin şewitandin û qetilkirin. Îro em jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê- Rojava şopa wan jinên têkoşer dişopînin. Bi saya serhildana wan jinan îro jin cihê xwe di nava hemû qadên jiyanê de digirin. Jinên tirkmen jî gelek zilim û zordarî ji destê çeteyên DAIŞ'ê dîtin. Piştî pirojeya neteweya Demokratîk li herêmê hat ragihandin êdî me hemû şahî pîrozkirin û yekemîn car jî me 8'ê Adarê pîroz kir. Vê salê jî em bi komên muzîk û govendê roja 8'ê Adarê pêşwazî bikin."