Jinan bi boneya 8’ê Adarê maşîne, motor û bisiklet ajotin

Bi mûnasebeta Roja Jinan a Cîhanê Rêxistina Kongreya Star a Hesekê bi dirûşmeya “Ez jî dikarim” û bi armanca şikandina kevneşopiyên Civakê maşîne, bisiklet û motor ajotin.

 
Hesekê- Bi armanca şikandina kevneşopiya civakê Kongreya Star a Kantona Hesekê di nav rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de çalakiya bi navê ‘Ez jî dikarim ‘despêkir. Bi vê armancê bi dehan jin daketin qadan bisklêt, motor û maşîne ajotin. Çalakî li ber çarxereya Sînalko despêkir û çerxereya Şehîd Avêsta Xabûr a bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestiyan. 
Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê Rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi dirûşmeya “Tekoşîna me, temînata şoreşa jinan e”çalakiyên 8’ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand. Di nava rêzeçalakiyan de jinan xwestin motor, maşîne û bisiklet  bajon.Têkildarî mijarê jinên ku beşdarî çalakiyê bûne nêrîna xwe bi me re parve kirin.  
‘Em ê zincîra koletiyê ser jinan bişkînin’
Sebah Nasir da zanîn ku kevneşopiyên civakê jinan dide fetsandin û hêza wê biçûk dike û wiha domand: ” Ez li ser vî motorî kar dikim û din ava taxan de tiştan difroşim. Min xwest ez tevlî vê çalakiyê bibim, da ku bidim xuyakirin ku tiştekî şem nîne heya ku  civak ser me dide ferzkirin. Lê pêwist e despêkê jin xwe ji zincîra koletiyê azad bike û li hember kevneşopiyên civakê têkoşîn bike. Kesên ku dixwazin jinan azad bikin ez hertim piştevanî didim wan . Ez ji pêkhateya Ereb im û bang li tevahî jinan dikim ku bi hêza xwe bawer bin.”
‘Tişteke şerm tune ye, Ez jî diakrim  ‘
Hemdiya Mosa di riya vê çalakiyê re dixwaze dengê xwe bighêje tevahî jinan ku ew jî dikarin bikin û wiha dibêje: ” Ez îro tevlî çalakiya “Ez jî dikarim” bûm da ku piştgirya çalakiyê bikim û ji tevahî civakê re îsbat bikim ku em hemû jin dikarin. Em bi hêz û îradeya xwe bawer in û ji bo guhertina civakê ji zihniyeta ku jin nikare tiştek bike an go şerm e bidin guhertin.”
Piştî ku çalakvan giheştin çarxereya Şehîd Avêsta Xabûr hemû jî destê xwe boyax kirin û li dîwaran xistin.
Çalakî  bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî “bi dawî bû.