"Em di vê pêvajoyê de statoya xwe ava dikin"

Hevseroka Encûmena Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî, têkildarî şerê cîhanê yê sêyemîn wiha got: "Hêzên hegomonîk Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistanê kirine navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Weke Kurd em ê têbikoşn û di vê pêvajoyê de statoya xwe ava bikin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn mezintirîn bûyerên şer ên di dîroka cîhanê de ne û bi xwe re gelek encamên ku heta vê rojê didomin, anîne der.  Guhertinên demografîk, qirkirin, bişfatin, koçberî, vîrus, şer û nakokî dane pêş, mirov dikare bibêje ku nexşeyeke nû ji bo tevahî gerdûnê afirandin. Di sedsala 21’emîn de şerê cîhanê yê sêyemîn hatiye destpêkirin, navenda vî şerî jî Rojhilata Navîn e, di Rojhilata Navîn de jî Kurdistan e. 
Di vê çarçoveyê de Hevseroka Encûmena Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî, bersiva pirsên me da. 
Şerê cîhanê yê yekemîn di kîjan astê de bû û çi bi xwe re anî?  
Şerê cîhanê yê sêyemîn encama herdû şerên borî ye. Di şerê cîhanê ya yekemîn de şerê leşkerî, hevgirtin û hevpeyman çêdibûn û navenda sereke ya wî şerî Ewropa bû. Sedsal di ser şer re derbas bûn lê encama wî şerî di aliyê civakî, siyasî, aborî, neteweyî û hwd. de heta vê kêliyê jî li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Yên herî zêde jî zirar ji wî şer dîtin, pêkhateya Ermen û Kurd in. Ermen di qirkirineke mezin re derbas bûn û yên mayî jî li tevahî cîhanê belav bûn. Ji bo pêkhateya Kurd jî axa wan hat perçekirin û ew bê statû man. Li ser asta Ewropayê jî hinek welat ji aliyê erdnîgarî ve mezin bûn û hinek jî biçûk bûn. Mirov dikare bi giştî bibêje ku nexşeya cîhanê li gorî berjewendiyên hêzên hegomonîk hat guhertin. Her wiha welatên hikumdar li dijî hev ketin pêşbirkira çêkirina çekên leşkerî.
Tu şerê cîhanê yê duyemîn çawa dinirxînî?
Di şerê cîhanê yê duyemîn de teqtîka şer hat guhertin û li şûna wê rêbaza hinartinê (intîdab) hat bikaranîn. Di encama herdû şeran de zêdetirî 50 milyon kes hatin qetilkirin her wiha çekên atomî jî hatin bikaranîn. Ji ber vê piraniya welatan hatin hilweşandin, welatên ku di şer de bi ser ketin, ji bo xwe hinek rêxistin û kom ava kirin da ku bikaribin welatên lewaz û yên binketî bi rê ve bibin. Piştî bi dawîbûna şerê cîhanê yê duyemîn, hêzên desthilatdar ferq kirin ku di encama şer de tevahî cîhan hilweşiya ye lê di heman demê de divê ew desthilatdariya xwe bidomînin. Ji ber vê dest bi şerê cîhanê yê sêyemîn ku rêbazê şerê sar e, kirin.
 Çima Rojhilata Navîn?
Bi destpêkirina şoreşa gelan a li Rojhilata Navîn hêzên hegomonîk berê şerê xwe dan vê erdîngariyê. Bêguman stratejiya Rojhilata Navîn gelek girîng e. Li Rojhilata Navîn Deryaya Spî, tevahî parzemînan bi hev ve girê dide. Her wiha ji aliyê aborî, bazirganî û siyasî ve xwedî girîngiyeke balkêş e. Li ser vê bingehê kîjan hêza bikaribe Rojhilata Navîn bi rêve bibe, ew hukimdarê cîhanê ye. Di vê pêvajoya nazik de Kurdistan û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê-Sûriye bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. A niha di axa Sûriyeyê de Rûsya, Emerîka, Îran, Tirkiye û gelek dewletên din hene. Lê ev hêz artêşa xwe di bi rêvebirina şer de bi kar naynin.
Ev hêzên hegomonîk li Ewropayê pergalek ava kirin, siyaset û ol, dewlet û ol ji hev veqetandin. Lê li Rojhilata Navîn heta vê kêliyê jî siyaset, dewlet û hemû qad jî bi riya olê tên birêvebirin. Li Ewropayê gelek tişt hatin çareserkirin û li vir jî hemû tişt tevlihev dikin. Her wiha vê siyasetê, her dewleteke serdest li Rojhilata Navîn welatek kir xizmeta xwe. Ji bo kîjan demê bixwazin berjewendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn bi cih bînin, wan welatan bi kar bînin. Em bawer dikin heger ev welat xwe ji bindestiyê rizgar bikin, wê bikaribin pergaleke nû ji bo xwe ava bikin. Mînaka herî berbiçav a vê yekê jî Sûriye ye. Hêzên hegomonîk her tim destek didin aliyên ku aloziya Sûriyeyê kûrtir dikin. Ew naxwazin ev alozî çareser bibe, berovajî dixwazin dirêjtir bike. 
Ev pêvajo çawa diçe û gelê Kurd xwedî helwesteke çawa ye?
Di roja îro de mijara hebûna Gelê Kurd û Kurdistanê di rojeva hemû hêzan de ye. Ji ber vê çawa ku di her şerekî de neteweyek hat qirkirin, ew dixwazin di vî şerê bi destên dewleta tirk pêkhateya Kurd qir bikin. Plana a niha ji bo Kurdistanê û gelê wê hatiye sazkirin, wê bi tu şêwazî neyê pêkanîn. Pratîka vê yekê jî niha li ber çavan e. Divê êdî alî û pergala ku cîhan pê tê birêvebirin were guhertin. Her wiha divê li şûna Neteweyên Yekbûyî rêxistineke bikaribe bi erk û rola xwe bilîze were avakirin. Heger rewşa cîhanê bi vî awayî bidome, wê li pêşiya me qeyranên mezin çêbibin. Belengazî, nezanî, kêmderfetî, şer, tevlihevî, perçekirina welatan û diyarkirina sînoran encama şerê cîhanî yê yekemîn û duyemîn in. Wekî gelê Kurd em di herdu şerên borî de bê sûd û statû derketin. Lê belê di şerê cîhanê yê sêyemîn de em hene û rola xwe jî dilîzin. Em ê têdikoşin û statoya xwe bi dest dixin.