“Hevgirtin û kombûna jinan cihê biryarê û misogeriya serkeftinê ye”

Jinên beşdarî yekemîn Kongreya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne de barê pêşveçûna kongreyê, xalên wê yên bingîn û armancên ku ser esasê wê kongre bi encam bibe nêrînên xwe anîn ziman û dane zanîn ku Ji bo pêşerojeke azad û wekhev ji tevahî jinên Sûriyeyê re kombûna van jinan cihê vê biryarê ye û misogeriya serkeftinê ye.

ROJDA SEYIDXAN
Qamişlo- Yekemîn Kongreya Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Şoreşa jinê misogeriya civakeke demokratîk û azad e ” û bi tevlîbûna 200 delegeyên jin ji giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo- Bakur û Sûriyeyê tê li dar xistin. Bi vekerina kongreyê re û piştî axaftinên mêvanên beşdarvan û nameyên pîrozbahiyê, xebatên nirxandina kongreyê destpêkirin. Di vê kongrayê de wê gelek pêşveçûnên bingehîn di xebata jinan yên Meclisa Jin Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêxistinên jinan, xalên girîng têkildarî pirensîbên zagonên jin bên nîqaşkirin û parve kirin. Her wiha dê guhertinên bingehîn di rêziknameya hundirîn a meclisê de were pêşxistin. Têkildarî armancên ku ser esasê vê kongre bi encam bibe jinên beşdarvan nêrîna xwe anîn ziman û bi me re parve kirin. 
"Armancên serek ên kongre Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê"
Endama Koordînasyona Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê,  Jiyan Hisên bal kişand ser armancên li dar xistina kongreyê û wiha got: “Li gor rêziknameya destpêkê dema me meclisa xwe ya damezrîner di 14’ê hezîrana sala 2019’an de avakir, pêwîst bû salê carekê me kongreya Meclisa jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xistibane. Lê mixabin ji ber rewşa siyasî, şer û dagirkeriya ser herêmê bi taybet bi dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha ji ber rewşa nexweşiya vîrûsa Koronayê me nikarîbû kongre xwe salane li dar bixin. Niha me derfet dît em hêjmareke ewqas jin kom bikin û bi hevdu re nêrînên û xebata xwe parve bikin. Rewşên niha em têre derbas dibin pir hesas in, li aliyekî gef û êrîş ser herêma me didomin û li aliyê din jin bi rengekî taybet rastî kiryar û hedefgirtinê di herêmên dagirkirî de tên. Gelek pêşinyar û biryar ji meclisa damezrêner derketin heya asteke bilind encamên pir serkeftî bi xwe re anîn roja me ya îro. Di hundirê wê de du komîteyên me yên sereke hatin avakirin yek jî em çawa bikaribin weke jin cihê xwe di komîteya destûrî de bigirin û bibin cihê biryarê, ji ber em ber bi gavên nû ve diçin taybet ji bo pêşeroja Sûriyeyê û em dixwazin misyona jin têde hebe û pêşengtiya wê bike. Em dixwazin belgeyên me yên destûrî hebin, bi nêrîna jin û hebûna wê rol têde bilîzin, ev yek jî hemû rêxistinên jin ji pêkhateyên cuda cih têde digirin.” 
"Pêşxistina komîteya qanûnî û erêkirina wê di kongrê de"
Jiyan destnîşan kir ser xebatên  Komîteya Qanûnî di hundirê meclisê de û biryarên ku ji bo wê bên pêşxistin û wiha pêde çû: “Bi komîteya destûrî re, Komîteya Qanûnî hate avakirin. Ev komîte jî têkildarî zagonên jin ên hiqûqî, zagonên girêdayî birêxistinkirin û mafê jinan di jiyanê de hate avakiin. Ji ber  li gelek herêman weke axaftinên ser rûpelan mabû, sedema wê jî vedigere hişmendiya wê civakê û di nav de serweriya mêr. Li herêmên rizgarkirî yên ereban weke Tebqa,Reqa, Minbic û Dêrezorê zagonên jin weke dihat xwestin ne dihat pêk anîn, ji bo wê jinên wan herêman xwestin em bêtir balê bikşînin ser  wan, ji ber bi rastî bandora kevneşopiyên civakê li wir pir li pêş bû û bangawazî ji wan hate kirin em ser van xalan bisekinin. Li ser esasê wê komîteya hiqûqî di wan herêman de ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê were pêşxistin, hin pirensîbên nû hatin nivîsandin û dê îro di vê kongre me de li ser wê bê erêkirin û têkeve piratîkê. Li kêleka wê têkiliyên me bi jinan re ser asta herêmî, Sûriyeyê û ser asta Rojhilata Navîn çêbûn, me xebatekî hevbeş ji bo tevahî jinan pêş xist.  Ji ber em hemû jin li kuderê bin pirsgirêkên me yek in, li gor wê jî divê kongrayê de wê biryarên nû bên encamkirin. Wê guhertinên bingehîn ji bo birêxistinkirin û perwerdekirina jin hebin. Dîsa jî em dibêjin em parçeyek ji Sûriyeyê ne, daxwazên me diyalokin û em ber bi Sûriyeke demokratîk û ne navendî ve biçin.”
"Rola partiyên siyasî di hundirê Meclisê de"
Endama Partiya Wîfaq di Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Canda Yûsif ku ew jî yek ji delegeyên kongreyê ye, der barê rola jinan di avakirina hevgirtin û gihiştina serkeftinên mayinde bi hevdu re wiha nêrîna xwe anî ziman: “Jinên partiyên siyasî di Meclise Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de roleke xwe ya pir girîng di aliyê gihandinên siyasî de hebû. Bi vê xebatê re me dikarîbû em jinên partiyên siyasî bi nêrîneke hevbeş di hundirê vê meclisê de bighîn hevdu û çareseriyên bingihîn ji nakokiyên xwe re bibînin. Em dixwazin li kêleke xebatê rêxistinî, hebûna jinan di qadên siyasetê de jî di astên herî jor de be. Îro jî gelek nêrîn û pêşinyarên me hene em ê di vê kongrê de bêjin û bidin pêş. Ji bo pêşerojeke azad û wekhev ji tevahî jinên Sûriyeyê re kombûna van jinan cihê vê biryarê ye. Hêviyên me jî ev kongre bi encamên piratîk bighê serî.”