Pêşangeha hunerî ya jinên Mexmûrê

Bi boneya 8'ê Adarê Roja jinan a Cîhanê meclîsa Îştar ya Wargeha penaberan a Mexmûrê pêşangehek gelerî li darxist. Jinên Mexmûrê berhemên keda destê xwe di pêşangehê de nîşan dan.

Musil-  Gelê Kurd bi  çanda xwe, xwe li ser lingan digre û herî zêde jî bi xwarinên xwe yên gelerî tên nasîn. Meclîsa Îştara Mexmûrê bi şîara ‘Em jîn xwe rêxîstîn bikin bi Rêber Apo re Azad bijîn’ starta 8’ê Adarê dabûn. Bi boneya 8'ê Adarê Roja jinan a Cîhanê meclîsa Îştar ya Wargeha penaberan a Mexmûra ser bi bajarê Musilê pêşangehek gelerî li darxistin berîya ku pêşangeh destpê bike deqeyek rêz hat girtin.
Rengên Kurdewarî
Pêşangeha bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li salona Konfaransê hat li darxistin. Jin bi cil û bergên xweyên kurdî bejdar bûn, mehvanên ji Şengal û Başurê Kurdîstanê bejdar bûne, ji aliyê Jinên Meclîsa Îştar ve bi dayîna qornefîlan hatin pêşwazî kirin. Cihê Pêşangehê bi çanda kevin ya Kurdî bi hilawistina parzun, sucad, kulavê şivanan, gureyên rîs, şehê hirî, teşî, kulinde avê, mehdikên zarokan, gêrise, çêkirina şutik û gelek tiştên din hatibû xemilandin. Her wiha di pêşangehê  dayikan bi zindî şûtîk çêdikirin, hîrî şeh dikirin û di gêrîsê de dan çêdikirin. Wênesaz jî bi 12 tabloyên xwe bejdar bûn, koparatifa jinên ciwan jî bi nîşandana berhemên xwe li wêderê amade bûn û 12 dayîk jî bi xwarinên xwe yên gelerî weke bîryani, kofte sîr, kutilik, birinc, dolmên Amedê, keledoş, meyre keşke karî û şîranîhî cihê xwe girtin. 
“Em çanda xwe jîndar dikin”
Li ser giringiya pêşangehê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Nuran Sezgin axivî û got: “Di destpêkê de em xêrhatina mêhvanên xwe yên hêja dikin. Me ev pêşangeh ji bo çanda me ya kevnar were nujen kirin li darxistiye em vê pêşangehê diyari şehidên xwe dikin. Di rojek giringe de hatina meya gel hev gelek piroze. Em 8’ê Adarê li Rêber Apo jinen tekoşer û jinên wargeha Mexmûr pîroz dikin.”
Ji TAJÊ û  RJAK’ê jî mêvan hebûn
Li ser navê Mêhavanan jî endama TAJÊ ya Şengalê Niam Bedel jî wiha axîvî:  “di seri ez 8 adar piroz dikim li serokati û jinên kurdannpiroz dikim. Weke tevgera jinen ezide bi minasebeta 8 adare li vê derê amadene êşa me û ya Mexûr yeke dijmin nikare me ji hev qut bibe em yekin. Emê berxwedana xww bi dominin.
Herî dawî jî endama Koordinasyona RJAK’ê Kişwar Şerîf Feteh jî hestên xwe anî zîman: “Ez di despêkê de roja Jinên cîhanê li tevayî jinan pîroz dikim û min silavên Başûrê Kurdîstanê ji were anîye.”
Pîştî axaftinan xwarinên gelerî yên ku ji hêla dayikan ve hatibûn amadekirin bi destê dayikan bi xwe hat belav kirin. Pîştî wê dayikên ku hirî şeh dikirin û gêrise bi kar di anînîn bi dengê xwe yên xweş stran gotin. 
Di dawiyê de jî koma Şehîd Delîla bî stranên xwe coşek mezin da pêşangehê.