Bi pirtûkxaneya gerok derfetên xwendinê zêde dike

Qedexeya derketina derve li Xezayê, bi wê da hîskirin ku vê aloziyê bandorek mezin li ser kesên ku berê xwe didin pirtûkxaneyan kiriye. Ew li rêbazek geriya da ku pirtûkxaneyeke gerok ji xwendekaran re saz bike.

NEXEM KERAC
Xeza- Jina Filistînî Maalî Zorob di hemû waran de afrînerî kir, roleke wê ya aktîf û erênî di tevgera çandî û rewşenbîrî de heye. Çi di aliyê pêşketina qudretan û hêzdarkirina prensîban de û çi jî di aliyê başdarkirina endaman di çalakiyên civakî de, gelek hewldanên wê çêbûn.
Maalî Zorob, a 26 salî ji  bajarê Rafah ê li başûrê Xezayê ye. Ji Beşa Teknolojiya Agahdariyê ji Zanîngeha Filistînê di 2018’an de der çûye. Dest bi destpêşxeriyek bi navê "Eser" kir ku ew jî pirtûkxaneyek gerok e. Ji bo ku bigihîje her kesê ku dixwaze bixwîne û nikare bigihîjê. Ji ber vê yekê pirtûkan dide tevahî herêmên Xezayê.
Maalî Zorob ji ajansa me re axivî û got ku ew ji zaroktiya xwe ve ji xwendin û nivîsandinê hez dike lewre wê xwestiye piştî qedandina zangîngehê dema xwe bi xwendinê tijî bike.
Ji ber qedexeya derve xwest pirtûkxaneyek gerok saz bike
Li ser vê yekê dibêj: "Belavbûna nexweşiya koronayê, tevahî pirtûkxane dan girtin, vê yekê jî hişt ku ez li ser sazkirina pirtûkxaneyeke gerok bifikirim da ku pirsgirêka gelek xwendevanan çareser bikim.”
Maalî Zorob di destpêka sala 2021’ê de dest bi pêkanîna ramanê kir. Wê hemû pirtûkên gel xwe komî ser hev kirin ku hejmara wan 30 pirtûk bûn û hin pirtûkên din jî kirîn, piştre wê di bin navê "Eser"de dest bi sazkirina malpereke ji bo pirtûkxaneyê li ser tora civakî kir. Wê bi riya rûpela xwe piştgirî da gel da ku pirtûkan bixwînin.
Ji bo xwendinê pirtûk dide kesên dixwazin bixwînin
Di her cara ku pirtûk radestî kesekî dikir de, wê agahiyên der barê wî kesî de hemû dinivîsand. Wekî navê wî, cihê rûniştandinê û navê pirtûka ku ji bo xwe biriye her wiha navbera ku dê pirtûkê tê de bi dawî bike jî diyar dikir.
Maalî Zorob destnîşan kir ku pêşwaziya li ser pirtûkan pir zêde ye, bi taybetî piştî ku hin kesên navdar ramana projeyê belav kirine. Ji bo vê jî got: "Gelek keç hebûn ku piştgiriya projeyê kirin û komek pirtûk ku hejmara wan gihîşt 40’î radestî min kirin. Bi vî rengî hejmara pirtûkan di pirtûkxaneya min de digihîje 100 pirtûkî.” 
Ji zehmetiyên ku ew pê re rû bi rû dimîne, nepeydakirina pirtûkên ku xwendevan dixwînin û derengxistina vegerandina pirtûkan a kesên ji bo xwendinê dibin e. 
Dixwaze xwendevan ji sûdê bigrin
Maalî Zorob bi riya pirtûkxaneya xwe hewl dide hejmarek mezin ji gel sûd bigre, bi taybetî kategoriya karkeran e lewre ji ber rewşa aborî ew nikarin serî li pirtûkxaneyan bidin.
Maalî Zorob ne tenê pirtûkan belav dike her wiha wê hewl da ku pirtûkxaneyê bi riya pirs û agahiyên giştî û çandî, li ser malpera xwe aktîf bike. Vê yekê jî gelekî kêfa şopîneran anî. Bi vê yekê bi agahiyên bi nirx û giran hatin agahdarkirin. 
Li ser rola jinan di warê çandî de, Maalî Zorob dibêje; "Jin di warê çandî de xwedan roleke pir girîng in. Di asta kesayetî de, agahdariya min ên çandî bêtir zêde bûn û bi riya lêkolînan min gelek çandên nû naskirin.”