Henan û Yasmîn wêneyên jinên navdar li ser cilan xêz dikin

Henan û Yasmîn du jinên ciwan ên ji Mexribê, ên hevalên hev in bi rêbazên nû wêneyan li ser cilan xêz dikin. Ji bo vê hunera xwe li Mexribê bi pêş bixin û rihekî nûjen û nû bidin modaya cilên jinan bi baldarî karê xwe dikin. Hezkirina wan a ji xêzkirinê re bi riya firçe û rengan, xeyalên xwe yên afrîneriyê di warê dirûtina cilan pêk anîn.

HENAN HARÎT
Mexrib- Du jinên ciwan ên Mexribê ku bi firçe û rengên boyaxê, wêneyan li ser cilan xêz dikin li cihê neqşkirinê ew wêneyan xêz dikin.
Henan Hecacî ya 30 salî ku dayika du zarokan e dibêje: "Destpêkê dema ku min û hevala xwe biryar da em dest bi karekî bikin, me hewl da em rêbaz û fikrên nû bibînin ji bo ku em dest bi kar bikin û derkevin pêş û di dema ku em pêşkêş bikin ji aliyê pir kesan ve were qebûlkirin, me dest bi lêgerîna pêşiyên xwe kirin. Ji ber ku meyla me ji modayê re heye û em di dirûtinê de jî jêhatî ne em ji reng û nîgaran hez dikin me biryar da ku em fikra tevnandina cilan û xêzkirina bi pejirandina neqşên li ser cilan pratîze bikin."
Gava despêkê ya projeyê
Henan Hecacî der barê destpêka projeyê de dibêje: "Me wekî qonaxa yekem biryar da ku despêkê bi ceribandina li ser cilên xwe û dûre jî yên malbatên xwe dest pê bikin û piştî ku em bibînin bi awayekî serkeftî ye û ji hêla civakê ve tê ecibandin, em ê projeya xwe ya biçûk ji malê berdewam bikin." 
Yasmîn Sidqî 26 salî ye dibêje: "Karê mekteban min jê hez nedikir û ji ber hevaltiya di navbera min û Henan de min berê jê re digot ku ez di her karê ez lê dixebitim de nerehet bûm, min dît ku ew jî mîna min e ji ber zextên xebatê nikaribû fêrî dem û kar bibe ji ber vê yekê me biryar girt ku em projeyek taybet bidin destpêkirin û ji berdewama fermî azad bibin."
Her wiha bi rûyekî bi ken Yasmîn Sidqî li gotinên xwe zêde dike û dibêje: “Mijar ne tenê proje ye bi qasî ku xewn û xeyala me dixwest em pêk bînin ev bû ku em cara yekem di warê azadî û serxwebûna darayî de bixebitin. Duyemîn jî vejandina kevneşopiyên Mexribê ye û rêzgirtina jinan bi xêzkirina portreyên jinan li ser cilan. Ev proje li Mexribê nû ye û ev fikir cara yekem e, ji ber vê hewceyê gelek xebatê ye."
Wêneyên jinan li ser cilan li Fasê nû ye û hewceyê gelek xebatê ye, ji ber ku xwediyên kar hewceyê maceraperestî û zanîna awayê firotanê ne.
Destpêka projeyê û sedema hilbijartina wan ji neqşên portreyên jinên navdêr re
Henan Hecacî tiştê ku Yasmîn Sidqî anîbû ziman erênî dît û got: "Berhevoka modayê ya pêşîn ku em li ser dixebitin dê li ser xêzkirina portreyên jinên Mexribî yên ku şopa xwe di dîrokê de hiştine be. Emîra El-Dîhad El-Behrî ya ku bi jina azad tê naskirin û serwera Tetwan di navbera salên 1515'an heya 1542'an de di sedsala 16'mîn de yek ji girîngtirîn jinên Mexribê dihat hesibandin û di serdema îslamê de yek ji wan kesayetên herî bi bandor e û bi tekoşîna xwe li dijî birtixaliyan ku bajarê Sebta dagir dikirin dihate naskirin. Her wiha Zeyneb El-Nfzawiya ku yek ji jinên navdar ên Amzîganê li Mexribê ye, di serdema Împaratoriya El-Metabitiya de bi bedewî, zîrekbûn, ramana saxlem û zekaya xwe dihat naskirin û gelek kesayetên din jî bi têkoşîna xwe dihatin naskirin. Bi riya portreyên van jinan em ê vebêjin ka cil û bergên jinên Mexribê bi demê re çawa tên guhertin."
Henan Hecacî diyar dike ku karê wan ji jinên Mexribê re rêzgirtinek e ji ber koka malbata wê ji Emazînxe tevî ku ew li bajarê Ekadîr ji dayik bû û mezin bûye û piştre çûye bajarê El-dar El-beyda lê ew bi eslê ve xwe girêdayî bû ji ber vê jî ew heya niha hewl dide portreyên jinên Emazîxî li ser cilan neqş bike.
Yasmîn Sedîq dibêje: "Ez serpêhatiyên jinên pêşketî çi xemgîn, dilxwaz, bextewar be bi riya neqşan bi firçe û rengan li ser cilan xêz dikim didim xuyakirin." 
"Neqşkirina li ser cilan bi firçe û rengan ne hêsane"
Ji bo Yasmîn û Henan xêzkirina li ser cilan ne hêsan e, ji ber ku pêdivî bi bêhnfirehiyê heye û dem dixwaze. Neqşekirin û temamkirina perçeyek cil ji 3 heya 15 rojan didome. Li ser vê yekê jî dibêjin: "Ji bo afrîneriyê gelek ked û baldarî hewce dike da ku bi awayekî baş were temamakirin."
Yasmîn û Henan didin diyarkirin ku ew dixwazin nexşên wan ên li ser modeya jinan dubare nebin ji ber ku her perçeyek ji cilan taybetmendiyek cuda heye û naveroka wê ya taybet heye ku wê perçeyê navdar dike.
Di dawiya axaftinên xwe de Henan û Yasmîn ji ajansa me re behsa xewn û xeyalên xwe yên herî mezin dikin û dibêjin: "Xewnên me ew in ku em di cîhana modayê de markeyek ava bikin û bibin jinên navdêr di warê cîhana modayê de."
Her wiha wan peyamek ji jinên ku dixwazin projeyek taybet saz bikin û ji vê yekê ditirsin re şandin û gotin: "Ji tecrubeyan netirsin, wêneyên kar û xebatên xwe çi hunerî be çi karê normal be belav bikin ji ber ku qalîteya wê (taybetmendiyên wê) bes e ku mirov behs bikin û daxwaza hilberînê bikin. A girîng ew e ku hûn bi israr bin, tiştên ku me heya niha bi dest xistiye her jinek dikare bi dest bixe, tişta pêwîst ew e ku fikirandin ji bo projeyeke nû hebe û piştî fikrandinê jî pêkanîna wê jixwe bi kedê tê."