Yekem car e tîma neteweyî ya jinên Mexribê di fînala Kupaya Cîhanê de cih digre

Jinên Mexribê di dîrokê de bûne yekemîn tîma Ereban ku di fînala Kûpaya Cîhanê de cih digre.

Navenda Nûçeyan - Tîma jinan a Mexribê piştî ku derket nîvfînalê ya Kûpaya Neteweyên Afrîqayê ya sala 2022'an ku niha li Mexribê tê lidarxistin, di dîrokê de bûn yekemîn tîma Ereban ku di fînala Kûpaya Cîhanê de ya 2023'an cih digre. Tîma jinan a Mexribê piştî ku li tîma Botswana (2-1) têk bir dikaribûn derbasî qonaxa nîvfînalê ya Kûpaya Afrîqayê bibe. Tîma jinan a Mexribê di dîrokê de cara yekem derbasî nîvfînalê bû.