Ji bo tenduristiya jinên Koyê hewza avjeniyê ya daîmî tê xwestin

Li navçeya Koyê ji ber nebûna hewzên avjeniyê yên girtî û daîmî, jin ji vê werzîşa girîng bêpar dimînin. Mamoste û rahênerên werzîşê balê dikişînin ser sûdên tenduristiyê yên avjeniyê û bang li rayedaran dikin ku hewzeke taybet a daîmî ji bo jinan vekin.

ŞILÊR KOYE

Koye – Werzîşa avjeniyê ne tenê rêbazek ji bo şahiyê an jî sarkirina beden di demsala havînê de ye, di heman demê de wek yek ji çalakiyên bedenî yên herî dewlemend û piralî tê hesibandin ku bandorek rasterast li tenduristiya mirovan dike. Bi taybet ji bo jinan, avjenî hevsengiyek di navbera hêza beden û aramiya hiş de çêdike. Di cîhana pêşkeftî ya îro de, pisporên bijîşkî û rahênerên werzîşê ji her demê bêtir tekezî li ser girîngiya vê werzîşê dikin. Ji ber avjenî xwedî hêzek ku di heman demê de wek faktorek di rêxistina kîlo, dermankirina êşên kronîk ên wek feqerat, demar, deriyek ji bo rizgarkirina fikar û depresyonê ye. Ji ber vê, têgihîştina girîngiya avjeniya jinan û dabînkirina qadek guncaw û taybet ji bo wan, dê bibe gavek bingehîn ber bi avakirina civakek bi tenduristir.

Avjenî yek  ji werzîşên herî bi sûd

Mamosteya beşa Zanistên Werzîşê ya Fakulteya Zanistên Werzîşê ya Zanîngeha navçeya Koyê ya girêdayî bajarê Hewlêrê Hebîbe Nîhad, derbarê avjenî û sûdê wê de wiha got: “Avjenî yek ji werzîşên herî bi sûd ku di beşên werzîşê de tê fêrkirin e, ev cure werzîşe pir girîng e, bi taybet ji hêla tenduristiya bedenî û derûnî ve, ji bo nexweşiyên kronîk, kêmbûna kîloyan û gelek nexweşiyên din gelek bi sûde û heta çareser dike û avjenî ji bo herdu zayandan pêwîste.”

‘Pêwîstiya me be hewza avjeniyê ya hertim vekirî heye’

Hebîbe Nîhad wiha got: “Pirsgirêka me mamosteyên beşa werzîşê hemane, nebûna hewza navnetewî ye û di nava ê zanîngehê de hewzek avjeniyê heye ku tenê di betlaneyan de, ango du mehan vekirî ye, ew jî ji bo me sûda wê nîne. Ji ber pêwîstiya me bi hewza avjeniyê ya her dem vekirî heye. Bi taybet li sînorê Koyê, mirovên werzişvan û rewşenbîr ên her du zayendan karîne di astek baş de fêrî avjeniyê bibin. Di warê tedawiyê de gelek nexweşên me hene ku pêdiviya wan bi avjeniyê heye. Ji ber ez di beşa avjeniyê  de dixebitim, ji sedî 50’ê beşdaran ji bo çareserkirina nexweşiyên xwe tên avjeniyê.”

‘Li Koye ji bo jinan hewzek avjeniyê nîne’

Hebîbe Nihad daxwaz ji aliyên berpirsên hikûmetê û karsazan kir ku wek bajarên din jî li Koye hewzên avjeniyê yên hertim vekirî bên vekirin û wiha got: “Ji ber her sal hejmarek zêde xwendekar ji peymangehên werzîşê û zanîngehan mevzun dibin, dikarin bi rêya vekirina hewzên avjeniyê derfetê kar bibînin. Di heman demê de, dahat dê vegere bo kesên ku neçar in ji bo avjeniyê biçin bajarên derdora Koyê, ku ev yek dê metirsiya rêyan kêm bike û gelek pere dê ji wan re werin vegerandin. Her wiha bi vekirina hewzek avjeniyê, em dikarin hemû kesan perwerde bikin ku bêyî tirsa xeniqînê li cîhên geştiyariyê avjeniyê bikin. Ji ber niha rêjeya xeniqînê pir zêde ye, lewma ger bi awayekî akademîk fêrî avjeniyê bibin dê rêje kêm bibe. Em di civakek îslamî de ne, jin û mêr bi hev re avjeniyê nakin, bi taybet li cihên geştiyarê û çeman, ji ber wê avjenî ji bo jinan girtiye. Jin pir caran bi gelek pirsgirêkên kîloyan re rû bi rû dimînin. Zanistê piştrast kiriye ku kêmtirîn avjenî dikare 400 kalorî bişewitîne, ku pir zêde ye, ji ber vê em ji jinan re dibêjin biçin avjeniyê, ji ber pir baş e, bi taybet ji bo rewşên derûnî.”

‘Pirsgirêkên fîzîkî û derûnî yên jinan bi avjeniyê çareser dibe’

Mamoste û rahênera werzîşê ya Koyê Qedriya Hemed, derbarê sûdên avjeniyê de wiha got: “Werzîşa avjenî taybetmendiyê wê hene, hestek pir xweş dide kesê ku avjeniyê dike, ji bilî gelek sûdan ji bo gelek nexweşiyan, di nav de ên nexweşên feqeratê an jî ji bo fekirina demarên hatine girtin gelek bi sûde. Avjenî ji bo kesên ku depresyonê dikişînin, an jî pirsgirêka wan a derûnî heye, wek dermanek pir baş tê hesibandin. Ev hemû dikarin bi avjeniyê werin dermankirin û kes dikare vegere rewşa xwe ya normal.”

‘Divê mirov hertim avjeniyê bike’

Qedriya Hemed derbarê dema avjeniyê de, da zanîn ku dem ji bo avjeniyê tune ye û berûvajî wan kesên ku difikirin ku divê mirov tenê di havînê de avjeniyê bike, divê mirov her dem avjeniyê bike û wiha got: “Ji ber nebûna hewzek avjeniyê ya domdar li Koyê, jin nikarin ji vê werzîşa girîng  sûdê bigrin û kêfê bistînin. Hewza avjeniyê tenê di havînê de tê vekirin, ev jî sûdek wê ya baş nîne. Ji ber wê ez neçarim jinên hola xwe  ji bo avjeniyê bibim Hewlêr an jî Ranya, bi taybet ên ku ji aliyê bijîşkan ve ji bo nexweşiyên xwe jêre dibêjin avjeniyê bikin. Di heman demê de, ev ji bo rêyên me xeterek e û gelek mesref hewce dike. Her kes nikare beşdar bibe û da ji bo saetekê avjeniyê bike biçe bajarên cûda.”