Necat Suleymanî: Wan bi keviran li min xistin min gul li wan reşandin

Necat Suleymenî der barê vê yekê de got ku armanca wê ya tekane ew e ala bajarê wê bilind bibe û wiha domand: "Ez dirivim û ala Tûnisê her li ser milê min e, xwîna bav û kalên min di canê min de diherike, hezkirina komarê ez ber bi kar ve birim û min ji bo bajarê xwe xizmet kir.”

ZIHÛR EL-MEŞRIQΠ
Tûnis- Werzîşên takekesî li Tûnisê ne li gorî kêfa jinan bû, berê werzîş li gel jinên Tûnisê girîng bû lê di van salên dawî de jin di rêvebirina werzîşê de bûn berpirsyar û di her beşa werzîşê de xuya kirin. 
 Necat Suleymenî jineke balkêş e ku hewl da tiştên ne mumkun bi dest bixe, di werzîşa Marasona de madalyayên cur be cur girtin, bi biryar û israr riya xwe vekir
Necat Suleymanî werzîşvaneke Tûnisê ye ku temenê şêst salî derbas kiriye, ew di sala 1957’an de ji dayik bûye, tevî ku di demek de jin hîna ji adet û paşverûtiyan rizgar nebûbûn ew bi kesayeta xwe ya ne ji rêzê di herêma xwe de xuya bû û ji lawaziyê, hêzê ava kir. Wê ji piştgiriya bavê xwe hêz û bawerî girt, ew di werzîşê de bi pêş ket û jiyana wê tijî hêvî û serkeftin bû ku ew ji xwecihiyê derbasî cîhanî bû
“Werzîşa min dozeke niştîmanî bû”
Necat Suleymenî dibîne ku jiyan dibistana wê ya yekem e, ew di temenê 16 e salî de zewicî ye, wê piştgirî ji hevserê xwe yê ku her tim bi wê re diçû werzîşê didît lewre hevserê wê bi hêza wê ya werzîşê bawer bû. Li ser vê yekê wiha dibêje; "Jiyana min a werzîşê dema ku ez di temenê heft salî de bûm dest pê ki, min weke hemû keçên din bûk ranedikir, berovajî wê min gog radikir û bi xortên taxa xwe re dilîst. Ez keça tekane bûm di nav wan de. Nêrîna civakê ya bi helwestên nerazî hebû, digotin çawa keçek bi xortan re gogê dilîze û dema ku bi ser dikeve dengê xwe bilind dike her tim bi min re bû. Jixwe di dawiya 1950 û destpêka 1960’î de hîna jina Tûnisê wek niha ne azad bû, di wê demê de ew her bi hewceyî cesaretê bû da ku jiyana vekirî bijî. Lê ez bi irsar li hemberî van hemû zehmetiyan sekinîm û min riya xwe berdewam kir. Min di çavên bavê xwe de her dem razîbûn didît lê dayika min ew yek qebûl nedikir. Israra min her kesê da îqnakirin. Werzîşa min dozek niştimanî bû min hilgirtibû ser milên xwe û min ew gihand hemû nifşan. Bi riya wê, min gelekî rêwîtî kir û heval ji bo xwe çêkirin. Min ala Tûnisê bilind kir.”
Xelatên herêmî û cîhanî
Der barê mezintirîn beşdariyên Necat ên xwecihî û cîhanî di werzîşa revê de ew wiha dibêje; “Min karibû di gelek pêşbirkan de bi ser bikevim û ez jina tekane bûm di nav komek ji zilaman, min karibû 100 km. li çola başûrê Tûnisê baz bidim.”
Her wiha ew di 2015’an de li Lyona Fransayê beşdarî şampiyoniyeke cîhanî bû û piştî beşdariya wê di Marasona de ku taybetî bo pîran bû, di 2017’an de li Koreya Başûr du xelatên zîvîn stend.
Nacat Suleymanî dibîne ku bazdan yek ji wan werzîşên herî baş e ji bo jinan ji ber ku ew bandorek erênî li ser mêjî dike û psîkolojiya mirov rehet dike. Ew pratîkek ewledar e ku dibe alîkar di aliyê jêrîn ê bedenê de hêz çêbibe. Jixwe pijîşk li kesên temenê wan mezin şîret dikin ku vê werzîşê bikin.
Der barê pirsa me ya nihêniya ciwaniyê de tevî ku temenê şêst salî derbas kiriye jî dibêje; "Werzîş dibe alîkar ku madeyên xwarinê bi lez ji bedenê werin veguhestin ku ev jî dibe alîkar da ku mirov ji berhemên bermayî xilas bibe û rêjeya rûnê ku di binê çerm de kom bûye kêm bibe.”
Necat Suleymanî li ser piştgiriya hevserê xwe yê ku hezkirina xwendinê di dilê wê de çand wiha got; “Hevserê min ji min re çîrok digotin, wî ji ruhê min ê xwendinê hez dikir û tu carî li pêş min nebû asteng. Jiyana min a pîşeyî di beşa bazdanê de di temenê 40 salî de piştî ku hevserê min wefat kir dest pê kir.”
“Wan bi keviran li min xistin, min gul li wan reşandin”
Der barê astengiyên ku Necat di jiyana xwe de li wan rast hatiye de jî wiha dibêje; “Wan bi keviran li min dan, ji piştgiriyê ez bêpar kirim, li dijî min derketin. Werzîşa jinan, ji ber nebûna piştgirî, darayî û bernameyên jê re hatine veqetandin û xemsariya berpirsan, nemaze sporên takekesî yên ku dewlet guh nade wan, di rewşek xirab de ye.”
Min li Qesra Hîlalê Komeleya Atletîzmê ava kir
Der barê Komeleya Werzîşê ya ji bo Atletîzmê li Qesra Hîlalê, Necat Suleymenî dibêje; “Piştî tecrubeyeke dirêj a di beşa bazdanê de û gotûbêjên bi komek ji lîstikvanên ku min ew perwerde kirine re ev raman ket serê min. Min di sala 2017’an de komele bi tevî neqebûlkirina her kesê ya ji piştgiriya min re, damezirand, armanca min hişyarkirina ciwanan bû. Min hewl da demên wan ên vala dagirim û hezkirina welat di dil û mêjiyê wan de biçînim û bi rastî jî min karibû ev yek pêk bianiya û gelek ciwan hembêz bikira. Werzîşê gelek ciwan vegerandin ser riya rast.”
Min tecrubeya perwerdeyê dît
Necat Suleymenî dibêje; “Tecrubeya perwerdeyê bi werzîşvanan re zehmet bû, min hewl da ku rêz û hurmet ji bo zarokan nîşan bidim, tu carî min kes ji bo perwerdeyê vala venegerand. Jin hewl didin ku kesayeta xwe ferz bikin û beşdarî pêşbirkên cihêreng ku min li Tûnisê organîze kiriye bibin. Ez bi vê bandora erênî gelek kêfxweş im.”
Di qada werzîşê de hebûna berbiçav a jinên Tûnisê
Necat Suleymanî dibêje; “Hebûna jinên Tûnisê di warê werzîşê de baş e, jin tevî hemû astengiyan karibû xwe bide îsbatkirin. Hikumeta Tûnisê di sala 2016’an de bû şahidê tayînkirina jinek ku serokatiya Wezareta Werzîşê dike ku ew jî Mecdolîn EL-Şaranî ye û heya sala 2018’an berdewam kir.”
Bi çavekî biçûk li jinên werzîşvan dinêrin
Nacat Sulemanî bi navê jina ji pola ku ji bo pêkanîna armanca xwe li hemberî gelek zehmetiyan sekinî tê binavkirin wê li hemberî nêrîna civakê ya paşverû li ber xwe da.
Ew piştrast dike ku wê ji nêrîna ku jinan biçûk dibîne gelekî êş kişandiye lewer civakê jina werzîşvan red dikir û gotinên xwe wiha bi dawî dike:
“Gelek caran ez hatim kevirkirin û pêşbirkên ku min niyet dikir tê de beşdar bibim dihatin sekinandin.”
Necat Suleymanî di dawiya axaftina xwe de dibêje, armancên zehmet ked û westanbûnê gelekî dixwazin. Wê ji jinan xwest ku li pey armancên xwe bin û her çiqas zehmetî li pêş wan derkevin jî hewl bidin xewn û xeyalên xwe pêk bînin.”