Li Sineyê jinên ji 60 salî mezintir ji bo werzîşê hatin ba hev
Li Sineyê çalakiya yekem a taybet ji bo jinên extiyar bi navê ‘pozîtîf 60’ hat lidarxistin. Armanca vê çalakiyê ew e ku jinên extiyar teşwîqî werzîş, zindîbûn û têkiliyên civakê bike.
SENYA MURADÎ
Sine – Komîteya Pêşxistina Werzîşê ya Sineyê, bi rêveberiya Şadî Sahîhî, di 28’ê Mijdarê de ji bo jinên 60 salî û mezintir hevdîtina yekem a bi navê ‘pozîtîf 60’ li dar xist. Di vê werzîş û bernameyên kêfxweşiyê de, jinên ji taxên cuda ku heta niha firsend nedîtine werzîşê bikin hatin ba hev û beşdarî çalakiyên cuda bûn.
Çalaki li salona Azadî ya Sineyê hat lidarxistin, din av de perwerde, werzîş û pêşbaziyên kêfxweşiyê hene.
Aktivîteyên fizîkî
Armanca bingehîn a bernameyê, teşwîqkirina jinên extiyar ji bo aktîvîteyên fîzîkî ye, bihêzkirina rewşa wan a ruhî û zêdekirina eneriya wan a jiyanê ye.
Jinên extiyar gelemperî firsenda werzîş û tevgerkirinê nabînin. Werzîşên komî dibin sedem ku baweriya wan were cih, hesta tenebûnê kêm bibe, pêşî li pirsgirêkên fîzîkî û ruhî digre. Beşdariya bernameyê bê pere ye.
‘Pêwistiya me bi vê heye’
Ji beşdaran Subeybe Rahîme wiha got: “Li gel jinên din hatina ba hev û danîna têkiliyên civakî, tenêbûna extiyariyê û hîsa valahiyê kêm dike. Koma werzîşê, motîvasyona me ya werzîşên bi rêk û pêk zêde dike, bi rastî jî pêwistiya me bi vê heye.”
‘Em bernameyan amade dikin’
Seroka Komîteya Pêşxistina Aktîvîteyên Fîzîkî û Werzîşê ya Extiyarên Bajar Şadî Sahîhî jî got: “Ev bernameya yekem e ji bo jinên 60 salî jortir hat li darxistin, bi armanca di nifusa extiyar de kêf û tevger bê avakirin e. Xelat serkeftiyên pêşbaziyan hatin belavkirin. Îro ji derveyî komên werzîşê, jinên ji taxên cuda yên bajar jî beşdar bûne. Em ji bo di pêşerojê de kesên extiyar bikaribin bêsînor beşdarî van çalakiyan bibin bername amade dikin.”
Ev çalakî weke gaveke ji bo bihêzkirina tenduristiya ruhî û fîzîkî ya jinên ji 60 salî mezintir e û ji bo wan derfetên nû yên civakî diafirîne.