Klûba Werzîşê ya El-Meştel maça futbolê ya jinan organîze dike

Klûba Werzîşê ya El-Meştel li Xezayê maçeka futbolê ya jinan di navbera tîma Klûba Werzîşê ya El-Meştel a jinên ciwan û tîma Komela Xirîstiyanan a jinên ciwan de li dar xist.

RAFIF ESLEEM

Xeza - Tevî zextên civakê, gelek jinên ciwan ên  li Xezayê tevlî tîmên werzîşê dibin, ji ber ku ew dibînin ku mafê jinan heye ku bi her werzîşê bikin. Klûba Werzîşê ya El-Meştel li Xezayê maçeka futbolê ya jinan di navbera tîma Klûba Werzîşê ya El-Meştel a jinên ciwan û tîma Komela Xirîstiyanan a Jinên Ciwan de li dar xist.

Endamê Desteya Rêveber a Klûba Werzîşê ya El-Meştel Mîrvet El-Bîtar diyar kir ku tîma Klûba Werzîşê ya El-Meştel a jinên ciwan û tîma Komela Xirîstiyanan a Jinên Ciwan şampiyoniya Tokyoyê li Xezayê û şampiyoniya duyemîn a li ser asta welêt bi dest xistine û wiha pê de çû: "Klûba El-Meştel jinên ciwan fêrî hemû cureyên werzîşê, bi taybetî futbolê dike, lewra perwerde ji bo wan bi awayekî berdewam tê kirin."

Lîstikvan Eyşe El-Cebelî da zanîn ku ew çend sal in wek golparêz endama Klûba El-Meştel e û di Şampiyoniya Tokyoyê de jî wek golparêza herî baş hatiye xelatkirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Perwerdeyên ji bo tîman nayê qutkirin û rojane berdewam dike, bi taybetî ku endamên tîmê di rojên pêş de xwe ji bo maçeke navdewletî amade dikin, lewma maça niha di çarçoveya amadekariyan de hat."

Lîstikvan Rehef El-Cebelî di wê baweriyê de ye ku fûtbol di serî de jêhatîbûnek eû mafê jinê heye ku wê pratîkê bike û wiha axivî: "Di destpêkê de ez rastî gelek rexneyên tund hatim, lê bi alîkariya malbata xwe û bî hêz û îradeya xwe min karîbû vê yekê derbas bikim."

Lîstikvana tîma Komela Xirîstiyanan a Jinên Ciwan Rîta Ebû Rehma got ku ew beşdarî maça li dijî Klûba El-Meştel bû, ji ber ku ew kluba herî mezin li Xezayê tê dîtin û wiha anî ziman: "Spor bi giştî ji bo tenduristiya mirovan girîng e, nemaze li Xezayê, ji ber ku cîhê herî stresê ye. Ez bang li hemû jinan dikim ku sporê bikin."

Maç bi serketina Klûba Werzîşê ya El-Meştel bi dawî bû û lîstikvanên her du tîman hatin xelatkirin.