Karetebazên jin dixwazin jêhatîbûna xwe ji cîhanê re ragihînin

Karetebazên jin ên Qamişlo ku di warên xwe de serkeftinên girîng bi dest xistine, dixwazin nav û jêhatîbûna xwe ji hemû cîhanê re ragihînin.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Aya El-Huseynî û Wefa Osman ên 17 salî yên ji bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hunera şerî ya Japonî ya karate hez dikin. Du werzişvan kar û armancên xwe ji ajansa me re vegotin.

Aya El-Huseynî ya ku di 13 saliya xwe de bi karateyê re eleqedar bû ji ber piştgiriya malbata xwe kêfxweş e. Aya El-Huseynî got, "Ji ber ku min ji vê werzîşê hez kir ez tevlî karateyê bûm. Piştî ku min dît ku jin û zarokên ciwan karate dikin, min xwest bizanim ka ev qad çawa ye. Her ku min li ser malperên medyaya dîjîtal lêkolîn kir, hezkirina min hîn zêdetir bû. Ez bi piştevaniya dê û bavê xwe tevlî karate bûm ji ber hezkirina min ji karateyê re, ez beşdarî gelek şampiyonên li ser asta Sûriyê bûm û gihîştim asta bilind. Her şampiyoniya ku ez tê de beşdar dibim di asta yekem de qezenc dikim. Yek ji sedemên serkeftinê jî ruhê hevaltî û hezkirinê ye.”

Armanca wê mezin e

Aya El- Husyînî bal kişand li ser leystika di navbera xort û jinan de û got: “Em di navenda kembera reş de dileyizin ya ku girêdayê tîma Asayîşê ye. Di hefteyê de sê rojan em perwerdeyê dibînin û di her rojekê de demjimêrek perwerde tê dîtin. Dibêjin ku leyîstika karatê tenê ji bo mêr e, em ti cudahiyê di navbera jin û mêr de nabînin,  hêza jinê jî heye û dikare bileyîze. Di pêşerojê de dixazim li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûryayê leystikvana herî xurt û jêhatî bim.”

‘Bi pratîkê min zehmetî derbas kirin’

Her wiha Wefa Osman jî behsa zehmetiyên xwe yên despêkê û veguherîna wê ji bo hêz û tecrubeyê kir û weha pê de çû: “Min ji karatê hez kir û derbasî leystikê bûm di destpêkê de min zehmetê di tevgera leystikê de jiyan kirin bi min zehmet bû ji ber ku bi temenekî biçûk tevlî leystikê bûm lê niha bi rehetî dileyizim û di asta yekemîn de me.”

‘50 jin cihê xwe di tîmê de digirin’

Wefa Osman bi van hevokan axaftina xwe dawî kir: “Di tîma me de nêzî 50 jin hene. Lîstika karatê her jinek dikarê bileyize ne tenê xort dikara bileyize hêza jinê jî heye û ji xwe bawer e ku  bi jêhatîbûna xwe derbasî astên herî jor bibin. Dixwazim di pêşerojê de derveyî welat bileyizim û navê min li cîhanê belav bibe. Çi jina ku dixwaze bileyize bila tiştek nebe asteng jê re.”