Jinên Sinê bi “Werzîşa Kurdana” re gav davêjin nava jiyana bi tendurist

Jinên Sinê her sibeh bi hevkariya “Koma Werzîşê ya Kurdana” temrînên curbecur çêdikin. Di organîzasyona ku ji her temenî jin cih digirin de, jin ji ajotina bisiklêtê heta meşên xwezayê gelek çalakiyan li dar dixin.

HIMA RAD

Sinê – Jinên ku ev 9 sal in di bin navê “Koma Sporê ya Kurdana” de çalakiyên werzîşê li dar dixin, heta meşên dirêj, ji werzîşên komê heta meşên çiyayî, hem tên cem hev hem jî kêfxweşiya tenduristiyê dijîn. Baş e, Koma Werzîşê ya Kurdana ku li her devera bajêr werzîşê dike û ne xwedî mekanek profesyonel e, çawa hatin cem hev? Me hem bi van re werzîşa sibehê kir, hem temaşe kir hem jî axivîn.

Ji her temenî jin hene

Koma Werzîşê ya Kurdana 9 sal berê ji aliyê komek jinên bajarê Sinê ve hatiye birêxistinkirin. Di komê de hema bêje ji her temenî jin hene. Ji bo jinên ku nikarin biçin klûbên werzîşê yên profesyonel û tesîsên werzîşê, ne tenê werzîş di heman demê de jî rêzeçalakî hene. Ji bo hemû jinên di komê de jî terapî hene. Jin ji bo werzişê hewaya vekirî tercîh dikin.

Enerjiya neyînî davejîn

Her kesê ku di ber Parka Zarokan a Sinê re derbas bûye, herî kem carek rastî vê komê hatiye. Jin hemû enerjiya neyînî ya jiyanê li derveyî qada werzîşê digrin, hewl didin tevgerên ku ji hêla werzîşvanên pispor bi muzîkê ve ji wan re hatine destnîşankirin di nava ahengiyê de bikin.

"Ez xwe êdî bihêztir hîs dikim"

Îkbal Aoubî 7 sal in di nava koma sporê de bi awayekî aktîf dixebite. Yek ji pêşengên komê Şayesteh Hosseinpenahî dibêje: “Koma me 9 sal berê bi Mensûr Pîrnian û Nesrîn Cenetî re dest bi hevdîtinan kir. Şayesteh Hosseinpenahi dibêje ku di komê de ji xwe dest pê dike hema ji her temenî jin hene. Şeyeste Hosseinpenahî wiha dibêje: “Ji 18 salî heta jinên 60 salî ji hemû temenan endamên me hene. Ez niha 62 salî me, ji ber ku ez bi rêkûpêk werzîşê dikim xwe pir bi tendurist hîs dikim û qet hîs nakim ku di temenê xwe yê bedenî de me, ez xwe bi hêztir hîs dikim”.

“Jin xwe baştir hîs dikin”

Şayesteh Hosseinpenahî, anî ziman ku beşdarên komê ne tenê ji bo tenduristiya xwe ya bedenî, ji bo beşdarî çalakiyên komê jî bibin tên û wiha got: “Gelek jinên ku pirsgirêkên derûnî yên wekî depresyonê dijîn, dibêjin ku li vir xwe baştir hîs dikin û dema ku ez van mînakan dibînim gelek kêfxweş dibim. Werzîş ne tenê tenduristiya bedenî di heman demê de tenduristiya giyanî jî tîne."

“Bênavber werzîşê dikin”

Şayeste Hosseinpenahî ku dibêje koma wan her sibe bi mamosteyên xwe yên werzîşê re tevgera xwe didomîne û dibêje ku bernameya wan ne tenê ev e wiha dibêje: “Her sibeh saetek werzîş tê kirin, her jina di komê de beşdar dibe. Roja Yekşem û Sêşemê, em piştî nîvro werzîşên xwe hin dijwartir dikin û ne mecbûr in beşdarî werzîşa giran bibin. Ji bo jinên ku nikarin werjîşên giran bikin roja Çarşemê xebat û bernameya me heye.”

Meşên xwezayî jî hene

Şeyesteh Hosseinpenahi dibêje ku ji ber ew ji her temenî endamên komê ne çalakiyên werzîşê yên ku ji her temenî re xîtab dikin li dar dixin, bi bîr xist ku çalakiyên wek bisiklêt, çiyagerî, meşên xwezayê li dar dixin û hişyarî dide ku divê hemû jin temenê wan çi dibe bila bibe pêwîst e werzîşê bikin.

"Çalakî pir kêfxweşiyê didin me"

Xebatkara tenduristiyê û endama komê Azîta Kahjeh diyar dike ku ev nêzî 3 sal in di komê de beşdarî çalakiyên werzîşê dibe. Azîta Kahjeh, anî ziman ku ew hewl dide bi rêkûpêk beşdarî werzîşên sibê bibe û destnîşan kir ku ew bi hezkirin tevli bernameyên paten û bisîkletê dibe. Azîta Kahjeh destnîşan dike ku çalakiyên komî pir xweş û bi tendurist in.