‘Her serkeftin biryardariya pêşveçûnê ye’
Di civakan de futbol û tenîsa maseyê platformên nasname û wekheviya zayendî ya civakî ye û beşdariya jinan a ji bo van wezîşan, klîşe û feraseta serdest a mêran a li herêmê dişkîne.
SERÎN MIHEMED
Heleb – Futbol û tenîsa maseyê, di civakan de mîna du platformên girîng ên ji bo nasname û wekheviya zayendî ya civakî derdikeve pêş. Beşdariya jinan a ji bo van werzîşan, nêrîn û qalîbên kevneşopî yên serdestiya mêran a li herêmê serwerbûye, têk dibe.
Qadên werzîşê ya li Sûriyeyê, veguherî qadên berfireh a lêgerîna azadî û wekheviyê. Jinan, di van qadan de dengê xwe bilind dikin û bi mêran re hebûnek bi heman awayî girîng datînên holê; jin çîrokên berdewamî û têkoşîna jinan dinivîsin.
Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, di navbera dîroka 2-3’ê Mijdarê de 4’emîn Festîvala Xwendekarên Şehîd Hawker hate li darxistin. Festîval, ji bilî pêşbirkên bazdanê û pêşbirkên werzîşê, di roja duyemîn de bi reqsên gelêrî, wênesazî, muzîk û pêşandanên şanoyê dawî bû.
‘Min di nava vê werzîşa xweşîk û kêfxweş de xwe dît’
Eynas Dagli ya 14 salî, mîna werzîşvanek ciwan a ji Efrînê, tenê di nava salekê de bi taxima tenîsa maseyê ya Cûdî Amanos navûdeng bû. Eynas Dagli, diyar kir ji kêliya ku cara ewil rastî raketê hat û vir ve, ji bo werzîşê hestek kûr hîs kiriye û got: "Min di nava vê werzîşa xweşîk û kêfxweş de xwe dît.”
Eynas Dagli, da zanîn ger piştgiriya rahênerê wê nebûye, nikarîbû vê serkeftinê bi dest bixe û diyar kir ku hêj bi coşek mezin perwerdeyên xwe didomîne. Eynas Dagli, destnîşan kir armanca wê ya herî mezin ew e ku xwe di vê werzîşê de pêşbixe û bigihîje astên herî bilind.
Eynas Dagli, ji bo jinên ciwan ên bi tenîsa maseyê re eleqeder dibin re jî ev bang kir: "Ger hûn bi heskirinek mezin girêdayî vê werzîşê bin, gav bi gav pêşve biçin û tucaran dev jê bernedin, ji ber ku sebir yekane rêya xwegihandina xeyalan e.”
‘Taxima Ronahî Amanos bû sedema pêşketina min’
Ruslîn Meho ya 15 salî jî, bi pêşxistina jêhatîbûna xwe ya di qada futbolê de di demekî kurt de bala gel kişand. Ruslîn Meha ya, di taxima futbolê ya jinê ya Ronahî Amanos a beriya 4 mehan hat avakirin de cih digre, diyar ki rev taxim wê di astek mezin de pêşxistiye.
‘Jêhatîyên xwe pêşbixin’
Ruslîn Meho, diyar kir ku herçend li herêma Şehba dest bi futbolê kir jî, piştî vegera xwe ya Helebê destpêkek nû kiriye û di taxima Ronahî Amanos de hawîrdorek hevgirtinê dîtiye.
Ruslîn Meho, armanc dike ku di pêşerojê de bibe lîstokvanek mezin û bi serbilindî nûnertiya navê Efrînê bike, ji bo jinên ciwan wiha dibêje: "Jêhatîyên xwe pêşbixin û taximekî ku bawerî û piştgirî bide we hilbejêrin. Ji ber sebir rêya xwegihîştina xeyalan e.