Dilsoz Ezîz di beza 100 metreyî de bû yekem

Dilsoz Ûbeyd di pêşbaziay beza 100 metreyî de di 14:40 saniyeyan de serkeftina pileya yekemîniyê bi dest xist.

Navenda Nûçeyan- Duh di 3’ê Mijdarê de pêşbaziya koman û meydanî ya tîma Iraqê li Bexdayê bi beşdariya çend jinên bi hêz hat lidarxistin.

Lîstikvana tîma Sirwanî ya nû jina ciwan a Kurd Dilsoz Ûbeyd di pêşbaziya beza 100 metreyî de di 14:40 saniyeyan de pêşbaziyê temam kir û pileya yekem bi dest xist.

Dilsoz Ûbeyd ku ev sê sal in ji pêşbaziyên navxweyî û Iraqê dûr ketiye got: “Cihê kêfxweşiyê ye ku ez dikaribûm dubare pileya yekem bi dest bixim”