Di Kûpaya Cîhanê ya Jinan de Spanya bû fînalîsta yekem

Di Kûpaya Cîhanê ya Jinan a FIFA’yê ya 2023’an de Spanyayê 2-1 Swêd têk bir. Bi vî rengî, Spanya di dîroka xwe de yekem car derket fînalê.

Navenda Nûçeyan – Di Kûpaya Cîhanî ya Jinan a FIFA’yê ya 2023’an de ku bi mazûvaniya Awustralya û Zelanda Nû tê lidarxistin de, Îspanya û Swêd hatin hemberî hev. Swêd a ku di sala 2003’an de di fînalê de lîst û 3 caran bi şampiyoniya sala 2019’an bû sêyemîn, bi Spanyaya ku heta vê tûrnûvayê ji 16 tûrên dawîn wêdetir nekaribû bibîne, hat hemberî hev.

Encama têkoşînê di 10 deqîqeyên dawî de hat diyarkirin. Swêd a ku di deqîqeya 81’emîn de bi gola Salman Paralluelo ket pêşiyê, di deqîqeya 88’an de bi Rebecka Blomqvist bersiv da. Di deqîqeya 89’emîn de Olga Carmona alîkariya Spanyayê kir ku bi ser bikeve. Îspanya bi vê tûrnûvayê bo cara sêyem beşdarî Kûpaya Cîhanê bû û derket fînalê û di dîroka xwe de serkeftina herî mezin bi dest xist.

Rakîba fînalê dê sibê diyar bibe

Di fînalê de hevrikê Spanyayê piştî maça Awûstralya-Îngîltere ya ku sibê tê lîstin dê diyar bibe. Îspanya ku di pêşbirka komê de Kosta Rîka 3-0 û Zambiya 5-0 têk bir, di maça dawî de li hemberî Japonyayê 4-0 têk çû. Îspanya di qonaxa 16'an de Swîsreyê 5-1 têk bir û di fînala çaryek de jî Hollanda 2-1 bir.

Di tûrnûvaya yekem de bi ser neketibû

Îspanyaya ku heta sala 2015'an di Kûpaya Cîhanê ya Jinan a ku cara ewil di sala 1991'an de hat lidarxistin de nekarî bigihêje şampiyonê, xatirê xwe ji tûrnûvaya ku cara ewil di sala 2015'an de beşdar bû, di qonaxa komê de xwest. Di tûrnûvaya ku di sala 2019an da bi mazûvaniya Fransayê hat kirin de, Îspanyaya ku ji komê derketibû, li hemberî DYA’yê ku di tûra dawî ya 16’an da bi şampiyoniya tûrnûvayê temam kir, 2-1 têk çûbû.