‘Bi beşdariya werzîşê em hewil didin cudahiyê ji holê rabikin’

Jinên ciwan ên tîma werzîşa voleybolê a Silêmanî bi azweriyek mezin ji bo werzîşa jinan li Kurditanê tomar dikin. Her çendî bi qalibên kevneşop ên civakê re rûbûrû dimînin jî karin bibin xwedî dû serkeftinan.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Werzîş sedemek ji bo pêşketina civakê ye. Beşdariya jinan divê alî de asta pêşektina wê cîvakê diyar dike. Li Başûrê Kurdistanê ji ber pêşketin û hişyariya jinan çend kom û tîmên taybet ên jinan hene û karîne bi hêza xwe serkeftinê bi dest bixîn û dîrokek ji bo werzîşa jinên Kurd tomar bike.

Tîma voleybola Silêmanê di 31’ê Gulana 2015’an de weke beşek ya tîma Silêmaniyê hate damezrandin. Ev tîm li ser asta welat ji 100 werzîşvanan pêktê. Werzîşvanên vê tîmê xwedî astek başin û bejdarî pêşbaziyan dibin. Her kesê ku bixwaze bejdarî vê tîmê bibe tu mercek yê wan nîne bi asanî dikarin bejdar bibin.

Werzîşvanên vê timê di temenê biçûk de bejdar bûne û ji aliyê mamostayan ve ev  çend sale entreman tên kirin û piştre tîma jinên ciwan ya Silêmanî bejdarî pêşbaziyan dibin. Di lîstoka dawî ku di 27’ê Tîrmehê de hate lîstin de, tîma jinên ciwan ya voleybola Silêmanî karîn pileya yekem bi dest bixin û bi giştî vê tîmê 8 xelat bi destxistiye.

‘Civakê werzîşê weke werzîşa mêran dibîne’

Jina ciwan a 25 salî Çawan Kemal werzîşvan û mamostaya tîma voleybola Silêmaniyê ye, ev 15 sale bejdarî lîstokan dibe û ev 3 sale divê timê de kar dike. Li Kurdistan û Îraqê bejdarî dû pêşbaziyan bûye. Ev werzîşe bûye beşek ji jiyana Çawan û herçend ji aliyê hikumetê ve alîkariya wan neyê kirin, weke heskirin û bi dilsozî wê werzîşê berdewam dikin.

Çawan wiha dibêje: “Ez weke jinek ciwan bi xwe li ser lingê xwe di sekinim û bi piştgiriya malbata xwe min karî ez bigihim vê astê. Divê hemû jin jî ji bo bi destxistina serkeftinê hewl bidin. Herçendî astengî di civaka me de li beraberî jinê zêdene û werzîş weke taybet ya mêran dibînin, me hewl daye em vê cudahiyê ji holê rakin.”

Saviya Piştewana 17 salî ev 8 sale di tîma voleybola Silêmanî de dilîze da zanîn ku ji destpêka ku dest bi vê werzîşê kirî malabata wê piştgiriyê daye ev jî werzîşê berdewam bike.

‘Werzîş gelek bi sûde’

Sûzan Celala 14 salî ku ev 5 sale di tîma Silêmanî de cih digre kariye dû serkeftinan di asta Îraqê de bi destbixwe û wiha got: “Jiyana werzîşê cûdaye, hestek ya wê a taybet heye bi teybet ji bo jinan. Di civaka me de hinek caran ji bo jinan zehmete divî alî de kar bikin. Sûdek zêde ya werzîşê ji bo jinan di aliyê derûnî û tendirûstiyê de heye. Herçendî hikumet alîkariya me nake, lê belê ev nebûye sedem ku em ji werzîşê sar bibin. Gelek caran ji aliyê hinek kesan ve rastî rexneyan tên, lê belê em hertim di serkeftinê de berdewam bikin.”

‘Me di nav civakê de hêza xwe derxist holê’

Prûşe Awat a 18 salî ku ev 8 sale di tîma voleybola Silêmanî de cih digre wiha got: “Dû hefteyan berî pêşbaziyan em her roj entramanan dikin. Weke tîma voleybola Silêmanî cara yekem di sala 2018’an de ez bejdarî pêşbaziyê bûm. Pêşbaziya me di 27’ê Tîrmeha vê salê debû, me karî pileya yekem li ser asta Îraqê bi dest bixin. Ez gelek keyfxweşim ku tîmek a me ya wiha heye ku em hemû jin in û me kariye hêza xwe di civakê de derbixin.”