‘Aktîvîteyên sporê ne tenê ji bo xortan ji bo jinan jî qadeke mereqê ye’

Yekitiya Jinên Ciwan Yên Şengalê ji bo bihêz kirina hemleya xwe ya bi navê ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ vê carê jî turnuvayên futbolê dan despê kirin.

Şengal- Dûh êvarê Yekitiya Jinên Ciwan Yên Şengalê dibin navê hemleya xwe ya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ ji bo bîranîna Şehîd Vejîn Jiyan listika futbolê li gundê Xanesorê yê girêdayî navçeya Şengalê lîstin. Di encama lîstikê de tîma Xanesorê 4 bi 1 ji tîma Sînunê birin, bi vî awayî di dawiya lîstikê de ji aliyê endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ ve hatin xelat kirin.

‘Bi pêşxistina jinên ciwan em xwedî li keda Şehîd Vejîn Jiyan derdikevin’

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Yên Şengalê Avesta Şengalî ji bo li darxistina futbola jinên ciwan giringî da çend xalên sereke û wiha bilêv kir: “Me weke jinên ciwan ji bo hemleya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ futbola jinên ciwan lidarxist. Me futbola xwe diyarî Şehîd Vejîn Jiyan kiriye ku ew jî hevaleke me bu li Şengalê demekê xebat dan meşandin. Weke rêhevalên wê em bi pêşxistina jinên ciwan xwedî li keda wê derdikevin û ser şopa hevala xwe dimeşin. Armanca me ya lidarxistina futbola jinên ciwan berî hertiştî ewe ku di civakê de ji bo rêgirî ji zarokên keç re neyê kirin bi taybet malbat ji bo rê ji keçên xwere vekin û ji bo pêşketin û mereqên wan re bibin bersiv. Heman demê de em hertim dixwazin xebatên wiha bidin meşandin, ji bo jinên ciwan yên ku cesaretê nakin ji mal derkevin yan jî ji xwe re aktîvîteyekê sporê şerm dibînin da ku ew li hevalên me binêrin û ji bo xwe bikin mînak. Bi temamî em weke jinên ciwan dixwazin vê peyamê bidin hevalên xwe yên keç û tevahî civaka xwe, spor qadeke wiha ye pêwîste mirov tev ji bo aramiya rih û laşê xwe di beşeke wê de cih bigire. Êdî aktîvîteyên sporê ne tenê ji bo xortan heman demê de ji bo jinan jî qadeke mereqê ye.”

‘Di astê Iraqê de serkeftinên me hene’

Wefa Fano ku lîstokvana tîma Sînunê ye jî di derbarê xebatên xwe yên futbolê de nirxandin kir û got: “Spor tişteke pir xweşe, ne tiştek ya şermê ye. Di sporê de ferqa keç û xortan nîne. Ev çar sale ez di xebatên sporê de cihê xwe digirim. Di asta Iraqê de jî serkeftinên me hene di heman demê de di astê Şengalê de jî serkeftinên me hene. Ne tenê futbol em carnan di bezê de, carnan jî di voleybolê û carna jî di tenîsê de bune yekem.”

‘Ji bo şikandina qaliban ez spor dikim’

Wefa Feno di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser ferasetên civak û malbatê yê ku dibin rêgir li pêşiya keçên xwe û wiha got: “Li ser rewşa dur sekinîna keçên ciwan ji qadên sporê sedemê yekê malbate. Ger malbat rê ji keçên xwe re vekin gelek keç hene ku pir serkeftîne lê ji ber paşverûtiyên pergalên xwe ji vê qadê dur digrin. Em bang li tevahî civakê dikin ku rê ji keçên xwe re vekin da ku bikarin bi azad daxwaz û armancê xwe yên di jiyanê de pêk bînin.”

Wefa Feno di dawiya gotinên xwe de got:” Di erdnîgariya ku têde dijî de nikare ji bo xwe jiyanekê ava bike bi sporê, lê ji bo ku di civakê de qalibên şerm û nabeyan bên derbas kirin spor dikim. Li gel xwe difikirim ku ez jî dikarim bibim mînakeke baş ji bo heval û civaka xwe.”