Yoga hevsengiya fikir û fizikê ye

Yoga werzîşeke bê alet û amurên werzîşê tenê bi tevgerên bedenê tê kirin û herî zêde hevsengiyê di navbera fikir û fîzîkê de çêdike.

Navenda Nûçeyan – Yoga werzîşeke armanc dike ku hiş û laş bixe nav yekeyek homojen. Gotina Yoga tê wateya yekîtiya ramanê. Ev werzîş her tim guncawe, ji ber ku bêyî alavên werzîşê jî tê kirin û pratîka wê ya domdar gelek feydeyan dide laş. Yoga werzîşeke rêûresmên giyanî yên kevnar e ku koka wê ji Hindistanê tê. Beriya 5 hezar salan li Hindistanê tê dîtin, di sedsala 19’an de nû bi awayek fermî ketiye nava werzîşên welatên dinê. Yoga weke "Hatha Yoga" bi pratîkê re têkildar bûye, malbatên ku bi Brahmanîzmê jî yoga weke werzîşên dinê yên di pir pergalên rewşenbîrî yên Asyaya Rojhilat de heye diparêzin. Pratîka Yogayê ne hewce ye ku olek taybetî bişopîne an dev ji baweriyek berde, hîn zêdetir werzîşek giyanî û bedeniye. Şaxên sereke yên Yogayê ev in; hatha yoga, karma yoga, jana yoga û raja yoga bi tenê di çarçoveya felsefeya Hind ya Yogayê de tê zanîn. Her wiha Yoga wekî mîrateyek çandî di nav lîsteya UNESCO de cîh girtiye.
Armancên Yoga
Yoga ji xwe-haydarbûn û pêkanîna wezîşek giyani ya ku diguheze armanc dike, bi hesta binehişî ku di dema pratîka Yogayê de heman xwezaya rastîn 'Rastî, hişyarî û kerem' eşkere dibe. Ew xwediyê heman cewherê gerdûnê ye (Panteîzm), ku ew ne hewce ye xweseriyek xwedayî hebe, lê tunebûna hemîyan di yekê de û yek di hemiyan de ne. Ev jî li ser bingeha felsefeya Yogî ye ku di nava xwe de hebûn baweriyekê destnîşan dike. Li Rojava, welatên İslamî û Erebî li ser yektatiya ku yekbûna giyanî nîşan dide tê zanîn. Rêûresmên Yogayê dikare bibe dirêjkirina temaya lêgerîna li xwe û pêvekirina hêmanên cihêreng ên zindî. 
Sudên Yogayê
Xala sereke kêmkirina weznê û daxistina kîloyane. Morovan ji fikaran dur dixe û di kêmkirina strese de roleke mezin a Yogayê heye û hesta bêhnvedanê jî zêde dike. Nermbûna laş, tayîbetî pişt û mil jî zêde dike. Li gorî lêkolînên zanistî yên vê dawiyê, hate îspat kirin ku Yoga bûyerê depresiyonê kêm dike. Alîkariyê dike ku hûn xweştir razin, ji ber ku ew giyan çêtir dike û bi bêxewiyê re şer dike. Pergalên laş û gera xwînê çalak dike û rewşa navxweyî ya laş baş dike. Di dirêjkirina laş û masûlkeyan de xwedî roleke mezin e. Bedenê xweşiktir û nermiktir dike, karîgeriya pêvajoya nefesê zêde dike, asta hemoglobîna di xwînê de, ku laş ji anemiyê diparêze, bilind dike û alîkariya dermankirina iltîhaba movikan dike.