Nexweşiyên ji ber şer belav dibin gefê li jiyana Sûdaniyan dixwe
Piştî ku şer bi dawî bû, paytext Xartûm a Sûdanê ket qonaxeke nû ya bi êş. Ji herêmeke şer veguherî navendeke nexweşiyan ku jiyana kesên vegeriyayî tehdît dike.

MÊRVET EBD EL-QADÊR
Sûdan – Ji destpêka pevçûnên li paytexta Sûdanê ve heta niha, Xartûm di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ye. Ji Nîsana 2023'an ve heta niha, hemwelatiyên wê derê jiyana dijwar dijîn.
Li paytextê hemû pêdiviyên jiyanê kêm in û bûye bajarekî ku tu nîşaneya jiyanê lê nemaye. Nexweşxane wêran bûne, sîstema tendrustiyê hilweşiyaye, welatî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Pergala perwerdeyê hilweşiyaye, dibistan hatine girtin û hinek ji wan jî bûne navendên koçberiyê.
Şerê bi gule û pevçûnan rawestiya lê şerê bi nexweşiyan re dest pêkir
Piştî ku artêşa Sûdanê Xartûmê dîsa kontrol kir, hejmareke mezin ji welatiyan dest bi vegera bajêr kirin, hewl dan ji kavilên şer xilas bibin. Lê ew bi rastiyek din re rûbirû man. Dijwariya jiyanê li paytexta dorpêçkirî berdewam dike, bi qutbûna av û elektrîkê, hilweşîna pergala tendrustiyê, belavbûna nexweşiyan û derketina holê ya nexweşiyên ku li bajar beriya şer nehatibûn dîtin.
Ajansa me serdana Nexweşxaneya El-No kir ku yekane nexweşxaneya di tevahiya dema şer de tevî êrîşên dubarekirî jî xebitîbû. Hemû ode bi tevahî tijî nexweş bûn, ji kal û pîrên ku ji êşê diqîriyan bigre heya yên din ên ku ji babûna rewşa xwe bêhêvî bûn. Nexweşxane nexweşên ku bi malarya, tîfo, tayê dengû û kolerayê re dimînin, dihewîne.
'Tevî hewldanan nexweşî zêde dibin'
Dr. Marwa Muhemed diyar kir ku hejmara kesên bi vîrusê ketine û yên ku jiyana xwe ji dest dane hê jî zêde dibe. Marwa Muhemed tekez kir ku kesên vegeriyan Xartûmê ji rastiya nexweşiyan û belavbûna wan şok man. Marwa sedemên belavbûna van nexweşiyan wiha anî ziman: "Belavbûna nexweşiyan bi zêdebûna mêşan ve girêdayî ye ku ev jî encama xirabûna jîngeha tendrustiyê û kombûna ax û bermahiyên şer li kolanan e. Tevî vegera hinek navendan li nava bajêr û hewldanên karmendên bijîşkî ji bo dabînkirina dermanan ji nexweşan re, têkoşîna li dijî van nexweşiyan hê jî kêm e."
Baran û lehiyê êş û azaran girantir kirin
Payîza îsal li eyaleta Xartûmê lehiyên mezin rabûn, bûn sedema hilweşîna çend xaniyan li gelek deverên Xartûmê. Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê, lehiyên ku li çend deverên herêma Xartûmê Behriyê belav bûne, bi qasî hezar û 200 malbat ji deverên cuda yên paytext Xartûmê koç kirine.
Li gorî amarên hikûmetê, ji destpêka demsala baranê ve heta 25'ê Îlonê nêzî 25 hezar malbat yanî zêdeyî 125 hezar kes ji lehiyê bi bandor bûne. Van lehiyan ji ber zêdebûna mêşan ku nexweşiyan di nava welatiyan de belav dikin, bi girîngî beşdarî belavbûna şewbên kolerayê û tayê bûne. Hepatît ku di demsala lehiyê de li giravê dest pê kir, li Xartûmê jî belav bûye.
Li gorî raporek ji Agahdarî û Çavdêriya Navenda Lezgîn a Federal a Wezareta Tendrustiyê, sê eyalet di navbera 17 û 21'ê Îlonê de ji ber lehî û baranê bi bandor bûne ku 4 dever û 8 herêm di nava xwe de digrin û bandorê li hezar û 25 malbatan kirine.
'Lehî û bermahiyên pevçûnan nexweşiyan zêde kirine'
Mai Ezz El-Dîn ji Omdurmanê ya eyaleta Xartûmê û yek ji kesên ku li eyaleta Xartûmê ji malarya û taya denguyê rizgar bûye got ku tevî piştî bidawîbûna şer û jiyana dijwar a ku wan li Xartûmê jiyaye û rastî înkarkirinên bêserûber hatine jî piştî ku Xartûm ji nû ve hat standin, welatiyên dewletê bi pirsgirêkên tendrustiyê û nexweşiyan re rûbirû mane. Ji ber belavbûna bermahiyên pevçûnan û lehiyên ku çêbûne, ev nexweşî herî zêde rû dane. Her wiha zêdebûna derman jî bandorê li belavbûna nexweşiyan dike. Em bang li welatiyan dikin ku bi hev re bixebitin ji bo ku dawî li van nexweşiyan bê anîn.
Di navbera kêmbûn û belavbûnê de
Wezareta Tendrustiyê ya Sûdanê ragihand ku belavbûneke girîng a nexweşiya dengûyê heye ku di nava nexweşan de bûye sedema panîkê. Her wiha wezaretê diyar kir ku nexweşî kêm dibe, rêjeya mirinê ji sedî 2 nîn e û ji sedî 80 zêdetir bûyer dikarin li malê werin dermankirin.
Tevî ku Wezareta Tendirustiyê zêdebûna mirina mirovan red kir jî wê 7 mirin û 3 hezar û 500 bûyerên taya denguyê li 5 eyaletan piştrast kir ku ji sedî 74’ê wan li Xartûmê ne.
Rojnamevan Haram Şêx El-Dîn ji Omdurmanê, diyar kir ku amarên ji hêla Wezareta Tendrustiyê ve hatine behskirin ne rast in û destnîşan kir ku rewşa li Xartûmê ji ber epîdemî û nexweşiyan, nebûna dermanên dermankirinê û windabûna tevahî ya çareseriyan bûye karesat. Kampanyayên kontrolkirina mêşan ên Wezaretê nerm û bêbandor bûn. Haram Şêx El-Dîn bang li Wezareta Tendirustiyê kir ku gavên cidî bavêje da ku belavbûna nexweşiyan sînordar bike û welatiyan bi tena serê xwe nehêle ku barê şer û nexweşiyan hilgirin.