Yekemîn nexweşxaneya diyalîzê li Qamişloyê hat vekirin

Dermanzan Heyfa Hemo der barê projeya Navenda Diyalîza Gurçikan de got ku ji ber kêmbûna alav û pêdiviyên şûştina gurçikan pêdivî bi vekirina navendeke wiha hebû. Her wiha da zanîn ku projeya wan ne darayî ye û ew ê karûbarên xwe belaş pêşkêş bikin da ku êşên mirovan di warê tenduristî û darayî de sivik bikin.

Dermanzan Heyfa Hemo der barê projeya Navenda Diyalîza Gurçikan de got ku ji ber kêmbûna alav û pêdiviyên şûştina gurçikan pêdivî bi vekirina navendeke wiha hebû. Her wiha da zanîn ku projeya wan ne darayî ye û ew ê karûbarên xwe belaş pêşkêş  bikin da ku êşên mirovan di warê tenduristî û darayî de sivik bikin.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Desteya Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû derfetên xwe, hewl dide ku piraniya pêdiviyên tenduristiyê yên gelên herêmê dabîn bike. Heya roja îro, gelek navendên tenduristiyê hatine vekirin, di nav de Nexweşxaneya Dil û Çav li Qamişloyê, Kilînikên Gel û Navenda Jiyan ji bo kesên ku bi vîrûsa Koronayê ketine. Her wiha niha jî navendeke nû bi navê Navenda Diyalîza Gurçikan bi serpereştiya Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi hevrêziya bi Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê û Rêveberiya Xweser li bajarê Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat vekirin ku ew ê karûbarên xwe belaş pêşkêş bikin da ku êşên mirovan di warê tenduristî û darayî de sivik bikin. Der barê vê projeyê de, Heyfa Hemo ku wekî dermanzan di nexweşxaneya diyalîzê de dixebite ji me re axivî. 
"Dezgeh û pêdiviyên ku di nexweşxaneyê de peyda dibin"
Heyfa wiha behsa beş, kadro û pêdiviyên ku di nexweşxaneyê de peyda dibin dike: “Navenda Diyalîza Gurçikan demek baş amadekariya wê hat kirin heta ku navend û hemû alavên tibî, pêdivî û kadroyên pispor amade bûn da ku nexweş dest bi serdana wê bikin. Di 30’ê Îlona 2021’ê de hat vekirin lê ji ber rewşa koronayê merasim çênebû. Kadroyên me yên tibî nêzî 20 kesan in wekî beşa hemşîreyên ku li odeya diyalîzê dixebitin, du dermanfiroş in, du labaratuar û du anestezî hene û piraniyên wan jî jin in. Niha li nexweşxaneyê 6 makîne hene, pênc li odeya şûştinê û yek jî li odeya ambûlansê ji bo rewşên awarte yên nexweşên koronayê ye û nexweşxane bi taybetî ji bo diyalîza gurçikan e.”
"Nexweşxane ji bo çareserkirina  nexweşiyên gurcikan hat vekirin"
Heyfa bal kişand ser armancên avakirina Navenda Diyalîza Gurçikan û wiha pê de çû: “Rêjeyeke mezin a nexweşiyên kronîk hene ku pêdivî heye nexweş bi domdarî serdana nexweşxaneyê bikin li herêmê. Her wiha nexweşiyên gurçikan hewce ye di hefteyekê de du caran bikevin diyalîzê. Beriya ku ev navend li vir vebe, nexweşên gurcikan di warê diyalîzê de zehmetiyan dijiyan. Me bi vekirina vê navendê barê gel sivik kir. Her wiha ev navend bê pere nexweşiyên gurcikan tedawî dike."
“Di nexweşxaneyê de, derman û dermankirin belaş in”
Heyfa da zanîn ku di nexweşxaneyê de derman û dermankirin belaş in û wiha berdewam kir: “Li gorî destpêkê, makîneyên me hejmara wan baş e, nexweşên me li gorî lîsteyekê tên da ku gurçikên xwe diyalîz bikin, rojane gurçikên 10 kesan li vir tên şûştin. Nexweşên me pir ji kadroyên me yên tibî razî ne û kêfxweşiya xwe jî  nîşan didin. Nêzîkatiya me ji nexweşan re ne têkiliya bijîşk bi nexweş re ye, bêguman têkiliyeke xweş e û bi rûyekî bi ken em  alîkariya nexweşan dikin da ku bi rehetiyê hîs bikin ji ber ku nexweşiya wan hesas e. Di heman demê de, derman û dermankirin di nexweşxaneyê de belaş in û ev jî dihêle ku gelek mirov berê xwe bidin me.”
“Projeya me ne darayî ye, ji bo alîkariya gel hatiye avakirin”
Heyfa got ku proje ne darayî ye, ji bo alîkariya gel hatiye avakirin û wiha bi dawî kir: “Cudahiya navenda me ji navendên din, ew e ku derman û dermankirin li cem me belaş e. Projeya me ne darayî ye ji bo vê yekê, nexweş berê xwe didin gel me, di heman demê de bar li ser wan sivik dike û alîkariyê dide wan. Ji ber ku nexweşên gurçikan nexweşiya wan vîrûsî ye, paqijî û tedbîrên tenduristiyê yên herî jorîn hewce ye ji bo wan û rojane navend û makîneyên me tên dezefektekirin. Navedeke me ya din li Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heye û em ê hewl bidin di demên pêş de navendên xwe li gelek bajarên din jî aktîf bikin da ku em bikaribin alîkariya hemû nexweşan bikin.”