"Pirpar penceşêrê dikuje"

Fehîma Ebdilrehman ku ev 3 heyv in, her roj serê sibehê û di danê rozêrînê de ber bi pembo ve diçe û pirparê kom dike ji me re behsa sûdên ku ji vî gihayê digre dike û dibêje ku pirpar gihayekî çolê ye, ji ber xwe ve çêdibe lê dermanê nexweşiya penceşêr, şekir û dil û gelek nexweşiyên din e her wiha her pelek ji pelên pirparê bandora wê bi qasî derman û derziyên kîmyewî ye.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Pirpar gihayek ji gihayên çolê ye ku bi tena xwe di nava xwezayê de şîn tê. Her wiha di pirparê de hin madeyên kîmyewî hene ku ji gelek nexweşiyên xeter re dibin derman. Li gorî lêkolînên ku ji aliyê pisporan ve hatine kirin, pirpar li dora Deryaya Spî bêtir çêdibe û wekî dermanê gelê çînê tê hesibandin. Di heman wextê de jî pirpar di demsala havînê de çêdibe û bêtir li cihê ku herikîna avê lê hebe şîn tê. Di nav zeviyan de, li dora çeman, di nava pembo û li hewşa malan jî çêdibe. Ji bo ku em bêtir sûdên ku civak ji vî gihayî digre nas bikin, me berê xwe da dayika Fehîma Ebdilrehman a 40 salî ji navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nexweşiya wê ya şekir jî heye, her roj, serê sibê û di kêliyên rozêrînê (dema roj diçe ava) de berê xwe dide nava pembo û pirparê diçine û ji me re behsa vê yekê kir.
“Pirpar penceşêrê dikuje”
Fehîma bi vê gotinê dest bi axaftina xwe kir: "Min berê xwe da nava pembo û min çend goriz pirpara ku li nava wê şîn hatiye, çinî. Pirpar ji derveyî ku xwarinek e, dermanê gelek nexweşiyên bi xeter e ku bijîşk jî dermanê wê nizanin. Yek ji nexweşiyên ku herî zêde li cîhanê belav bûye, nexweşiya penceşêrê ye. Nexweş gelek dermanên kîmyewî bi kar tînin lê şûna ku wan ber bi reşweke baş ve bibe, wan ber bi kûrkirina nexweşiyên din ve dibe. Li gorî nexweşên ku ev yek ceribandine jî pirpar nexweşiya penceşêrê dikuje. Jinek ji Çiyayê Kizwanan heye, di demên berê de ji me re behsa nexweşiya xwe ya penceşêrê kir. Gotibû ku ji bo dermankirina vê nexweşiyê ez heya Şamê çûm, bijîşkê wir gotin hêvî tune ye ku tenduristiya te baş bibe. Lê piştî ku vegeriyabû malê, heyvekê li ser hev pirpar dixwar û bi vî rengî ji nexweşiya penceşêrê xilas bû û jiyana xwe domand. Bijîşk matmayî mabûn ku çawa ev jin ji vê nexweşiyê xilas bûye. Meqseda min ji vê mînakê ew e ku gelek nexweşiyên xeter jî hene lê derveyî gihayên çolê û xwezayî tu dermanê wan tune ye."
“Di payîzê de êdî xatir dixwaze”
Fehîma da payin ku pirpar dermanê nexweşiya dil û şekir e û wiha domand: "Pincarên çolê ji pirpar, tolik û xerdelê heya hemû rengên ku li nava zeviyan û li ser axê şîn tên re derman in. Niha li gelek deverên bedena mirov wekî giroverên spî çêdibin, ev jî yek ji nexweşiyan e ku her kes pê re rû bi rû dimîne bêyî ku sedema wê were naskirin. Lê ji bo ku ev giroverên spî herin divê hinek pirpar bikutin û tevî şilbûna wê li cihê wê bikin, bi vî rengî ev nexweşî jî diçe bêyî ku dermanan bi kar bînin. Di pirtûka pîroz de jî ev yek heye ku pêxemberekî ji ber pirpar xwar tenduristiya wî baş bû, gotibû ku biçe tu li ku derê bî, wê tovên te şîn werin. Ji ber wê jî niha li tevahî deveran ku tenê av bigihîje tovên wê şîn tên. Di havînê de şîn tê, 3 heyvan dimîne, di dawiya payîzê de hişk dibe û di zivistanî de di nava qeramê de çênabe. Her sal di van çaxan de şîn tê û jin ji nava zeviyan wê kom dikin. Ava paqij jî bandorê li rengê wê û geşbûna wê dike. Îsal ji ber ku ava çemê Xabûrê kêm bûbû, zêde şîn nehat û niha melûl bû lê dema ku ava wê paqij be û her hebe tu hez dikî li geşbûna pelên wê binêrî û tema wê jî xweş e."
“Qermiçokan jî ji rûyê mirov dibe”
Fehîme behsa çawaniya çêkirina pirparê dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em carna pirparê dixin seleteya zebzeyan, carna jî bi xavî dixwin û hinek caran jî diqelînin. Ji ber ku nexweşiya şekir bi min re heye, ez gelek caran pirparê tînim, hûr dikim, diqelînim û dixwim. Ev dihêle ku tansiyona şekirê min baş be ne dakeve û ne jî rabe. Sûdekî wê yê din jî heye ku kesek wê zêde jî nizane ji kesên me yên temen mezin pê ve. Pirpar qermiçokên rûyê mirovan ku ji ber westandin, ked û kul û derdan bi derbasbûna salan re çêdibin, jêdibe lê bi şertê ku wê bi xavî bixwin. Li bazaran jî tê firotin û kirîna wê jî zêde ye."
“Pirpar dermanekî veşartî yê li ber çavan e”
Fehîma da xuyakirin ku pirpar dest jê nabe divê li her derê were çandin ji ber ku îro ew dermanekî veşartiyê li ber çavan e û wiha pêl da gotinên xwe: "Dema ku pirpar dirêj dibe, pê re tovên wê jî hişk dibin. Piştî ku tov hişk dibin, mirov wê hiltîne û sala tê li hewşa xwe direşîne da ku şîn were. Bi hêvî me ku civaka me, li rastiya xwezaya xwe vegere û li dermanên ku di mala wan de û li ber çavên wan e lê jê dûr in vegerin û wan nas bikin. Mal dermangeh e lê ya ku nizanibe dermangeha wê ya ku li ber çavan e jî veşartî dimîne. Dermanê hemû nexweşiyên xeter ji şekir, dil û nexweşiya penceşêrê bigre heya nexweşiyên mîde, serêş û navçûnê ye. Divê ku civaka me di van aliyan de têgihîştî be, gihayên xwezayî ji dermanê kîmyewî bi dehan caran baştir e."
“Bixwin, hûn ê poşman nebin”
Fehîma bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Ev ne agahiyên nû ne, ev agahiyên ji demên kevnar ve ne heya ku dapîr û bapîrên me jî wê pêk dianîn û dixwarin. Kesê ku pirpar bixwe, ne poşman e. Her pelek ji van pelên pirparê derman e. Bi çûyîna cem bijîşkan, li şûna nexweşiyê derman bike, bi dehan nexweşiyan bi mirov re çêdike. Axa me axeke dewlemend e divê her kes xwedî li vê axê derbikeve û ji bo sûdên wê ji bo tenduristiya xwe bi kar bîne."