Obezîte ji bo dinyayê bû xetereyek
Li gor daneyên ku zanistên Ewropayî derbarê tenduristiya mirovan de dane, heta sala 2050'an ji sedî 60 xamayan û ji sedî 31 ciwan dibe ku bibin obez (qelew).

Navenda Nûçeyan- Zêdebûna rêjeya obezîteyê ya li dinyayê, dibe sedem ku bi milyonan kes bi nexweşînên weke tîp 2 diyabet, tansiyona zêde, nexweşînên dil û hinek cureyên penceşêrê bikevin. Li gor lêkolînên dawî hejmara mirovên obez di nav 30 salên dawî de li gor salên berê zêde bûye û ev jî ji bo pêşerojê wek ‘xetereyek bêhempa’ tê dîtin.
Li gor du xebatên ku di Kovara Lancett de hatine weşandin, çav li rê ye ku li tevahiya dinyayê heta sala 2050'an ji sedî 60 ê mezinan û ji sedî 31 ê ciwanan dibe ku bibin obez. Ev tê wê wateyê ku ewê 3,8 milyar xama û 746 milyon ciwan dê bibin obez. Li gor vê yekê heta sala 2050’yan li dinyayê ji her 10 xamayan 6 kes dê bibin obez.
‘Ev binketinek civakî ya mezin e’
Ev hejmar di sala 1990'an de 731 milyon xama û 198 milyon ciwan bû. Piştî ku nifşên nû zûtir bûn obez, ev hejmar zêde bû. Mînak di salên 1960’î de li welatên zengîn ji sedî nêzî 7 mêr dema dibûn 25 salî, obez bûn. Li gor raporê ev rêje ji bo zarokên di salên 1990'î de hatine dinê, gihîştiye ji sedî 16'an û çavlirê ye ku ji bo yên di sala 2015'an de hatine dinê, ev hejmar bighê ji sedî 25'an. Emmanuela Gakidou ku damezrînera Enstîtuya Nirxandin û Pîvandinên Tenduristiyê (IHME) ku navenda wê li Emrîkayê ye, diyar kir ku ev binketinek civakî ya mezin e.
Dibe sedema mirinên zû
Lêkolînerên Lancetê diyar dikin ku zêdebûna nexweşînên girêdayî obezîteyê li welatên Ewropayê, Emrîkayê û li Avustralyayê ji niha de bandorek neyînî li qelîteya jiyanê û pîrbûna bi tendurist dike. Tê diyarkirin ku obezîte îro dibe sedema mirinên ji ber diyabet, penceşêr, nexweşînên dil û felcê. Hejmara kesên ji ber van sedeman di temenek zû de dimirin jî her sal 1,6 milyon e.
Ciwan zêdetir pirsgirêka qelewbûnê dijîn
Li gor lêkolîna Lancetê, obezîte herî zêde di nav ciwanan de zêde dibe û çav li rê ye ku ev hejmar di salên pêş me de ji sedî 121 be. Di encama lêkolînê de hat ragihandin ku yek ji sedemên herî mezin ên obezîteyê jî, xwarinên pakêtkirî û di fabrîqeyan de hatine çêkirin e. lêkolîneran ev agahî jî dan: “Cîps û çîkolatayên herî zêde tên xwarin jî dibin sedema obezîteyê. Her wiha bêtevgerbûn û kêmkirina egzersîzan jî bandorek neyînî li tenduristiya ciwanan dike. Ev hemû dibin sedem ku obezîte di nav ciwanan de zêde bibe.”