Madeyên paqijiyê dibin sedema nexweşiya penceşêrê

Madeyên paqijkirinê divê wisa bi baldarî werin bikaranîn ku nebin sedema nexweşiyan. Lê belê kalîteya xirab a madeyan û nehişyariya jinan der barê wan de dibin sedema nexweşiyên çerm û penceşêrê.

ŞÎNAYAR BAYÎZ

Silêmanî- Beşek ji jinan ji ber nexweşiyên çerm gelek êşê dikşînin, destê wan hişk dibe, sedemên wê jî ji ber nehişyariya wan a ji madeyên paqijiyê yên ku bi kar tînin e. Her çendî ji bo paqijiya di nava malê de tên bikaranîn jî pêwîst e nebe sedem ku ziyan bigihîje çermê mirov û bibin sedema nexweşiyan.

‘Bi giştî madeyên paqijiyê bandorên xirab li ser mirov dikin’

Pispora nexweşiya çerm û ciwankariyê bijîjk Saye Samî der barê xirabiya madeyên paqijiyê ji bo çerm û tendirustiya mirovan de diyar kir ku ev cure made dabeşî du cureyên cuda dibin, yek ji wan ên ku di şûştina firaxan de tên bikaranîn û yên ku ji bo cilşûştinê tên bikaranîn û wiha got: “Hemû madeyên paqijiyê, madeyek di wan de heye ku ziyanê dide çerm û tendirustiya mirovan. Bi awayekî giştî du made di wan de hene û bandorên wan ên xirab zêde ne. Yek ji wan bêhna wan dibe sedema hestiyariyê û li ser rûyê çerm bi awayê sorbûn, xur derdikeve. Ji derveyî wê jî dibe sedema nefestengiyê, bi taybetî ew madeyên ku ji aliyê jinan ve tên têkelkirin, dibin sedema nexweşiyên çerm.”

‘Ziyana madeyan li ser kelûpelan dimîne’

Bijîjk Saye Samî destnîşan kir ku bi awayek giştî madeyên paqijiyê yên ji bo şûştina firaxan tên bikaranîn, zêdetir pirsgirêkên tendirustiyê bi xwe re çêdikin, li gorî madeyên ku ji bo şûştina cilan tên bikaranîn, bandora ên firaqan zêdetir e, ji ber rojane zêdetir firax tên şûştin û her roj tê bikaranîn. Li aliyek din gelek jin bi dest firaxan dişûn û ev made jî rasterast bandorê li ser çermê dest dike û dibe sedema nexweşiyan. Niha cil kêmtir bi dest tên şûştin, ji ber wê di paqijkirina cilşûştinê de bandora wê bi awayekî din e. Ne şert e ku tenê bikeve ser çerm, hinek caran madeyên paqijiyê li ser cilan dimîne, bi taybetî ew madeyên ku ji bo nermkirina cilan tên bikaranîn. Bi vê jî hinek kes cilan li xwe dikin, bandorê li wan dike û dibe sedem ku zêdetir xwêdan bidin.”

‘Kontrola kalîteyê tune ye ji ber wê bandora wan xirab e’

Bijîjk Saye bi bîr xist ku ew madeyên ku tên bikaranîn divê kalîteya wan zêde be, nabe ku hemû made werin bikaranîn, bi taybetî yên ku bêhna wan zêde ye yan jî yên nermkirina cilan rêjeyek zêde di wan de heye, ji ber ku dikeve ser çerm û li ser dimîne. Ji ber wê gelek caran nexweşiyên çerm çêdibin û wiha domand: “Mixabin li herêma Kurdistanê kontrola kalîteyan xirab e, ji ber wê heta astekê madeyên paqijiyê yên xirab di bazaran de hene. Çareseriya wê ya sereke ew e ku ji bo bikaranînê kes bi xwe kontrol bike.”

‘Madeya paqijiyê dibin sedema xirabûna DNA ya mirovan’

Der barê jinên ku lepik di dema bikaranîna madeyên paqijiyê de bi kar naynin de jî bijîjk Saye Samî wiha got: “Hinek nexweşî hene di madeyên lastîk de derbas nabin. Ji ber wê divê lepik werin bikaranîn. Ew made piranî cureyên nexweşiyan di mirovan de çêdikin, wisa dibe ku kalîteya çerm têk biçe, gelek nexweşiyên din peyda bibin. Weke sorbûna çav û nexweşiyên din û her wiha hinek dibe sedema guherîna DNA’ya mirovan û nexweşiya pençeşêrê.”

‘Divê li cihê madeyên kimyewî madeyên xwezayî bi kar bînin’

Bijîjk Saye Samî da diyarkirin ku hemwelatî dema nexweşî bi wan re peyda bû, wê demê nû serdana bijîjk dikin û wiha got: “Hinek jin ji derveyî madeyên paqijiyê, destpêkê madeyên wekî fas û yên girantir bi kar tînin. Fas yek ji wan madeyan e li ku derê bikeve ew made dimîne û têkelî xwarinê dibe, dema ku ji bo firaxan tê bikaranîn, yek ji wan sedemên nexweşiya penceşêrê ye. Ji ber wê girîng e jin der barê madeyên paqijiyê de hişyar bin. Divê xwe biparêzin, da ku nexweşî peyda nebe, her dem çermê xwe nerm bigrin û agahdar bin. Li cihê madeyên kimyewî madeyên xwezayî yên weke sirke û sodayê ji bo paqijiyê bi kar bînin.”