Li Yemenê di mehek de 6 hezar kes kolera bûn
Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Yemenê şewba kolerayê didome û di tevahiya meha çileyê de 6 hezar kes kolera bûne û 4 kes mirine.

Yemen – Ji ber krîza mirovî ya li Yemenê didome, gel ji ber nebesiyên çavkaniyên tendirustiyê û dermanan li dijî nexweşiyên şewbê têdikoşe. Li gor daneyên ku Rêxistina Tendirustî ya Cîhanê (WHO-World Health Organization) di 20’ê Çileyê de dane di Çileya 2025’an de li Yemenê 6 hezar û 110 kes kolera bûne û 4 kes jî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane.
Rapor her çiqas destnîşan dike ku rêjeya bi şewbê ketinê li gor Kanûna 2024’an ji sedî 42, mirin jî ji sedî 75 kêm bûne jî balê dikşîne ku şewb hê jî didome. Her hefteyê zêdetirî hezar kes kolera dibin.
WHO di rapora xwe de destnîşan kir ku heremên herî zêde şewb lê belav dibe Hudeyde, Hacca, Amran û Taiz in.
Li gor rapora WHO’yê li meha Çileyê de li seranserî cîhanê li 19 welat û herêman 34 hezar û 799 bûyerên bi kolerayê ketinê hatiye tespîtkirin. Hat ragihandin ku di encama van pê ketinan de 349 kes jiyana xwe ji dest dane.
Banga lezgîn
WHO destnîşan kir ku ji ber berdewamkirina krîza li Yemenê metirsiya belavbûna kolerayê zêde bûye. Her wiha ragihand ku ji bo başkirina derfetên paqijiyê, peydakirina ava paqij û başkirina xizmetên tendirustiyê divê tedbîrên pêwist bên girtin.