Li Iraqê bijîjk rastî tundîtûjiyê tên
Li Bexda ji sedan 87 bijîjk li cihê xwe yê kar rastî tunditûjiyê tên, hinek ji êrîşkaran çek li beramber bijîjkan bikar tînîn ku piraniya wan kes û karên nexweşanin. Bijîjkan dibêjin pirsgirêk di sîstema çavdêriya tendirustiyê de ye.
Navenda Nûçeyan – Meryem Elî ya temen 27 salî, ev dû sale li nexweşxaneye Xazî Herîrî li Bexda weke bijîjk kar dike. Di meha Kanunê ya sala 2021’an kes û karên nexweş êrîşî wê kirin û birîndar bû. Kesên êrîşkar hatin girtin, lê belê di wê demê de Meryem weke gelek bîjîjkên Iraqê welatê xwe terikand.
Piştî rapirsîna bîjîjkên Bexdayê derket holê ku, di şeş mehên destpêkê ya îsal de ji sedî 87 bûyerên tundîtûjiyê hatin ditîn, piraniya wan hatine ragihandin. Di destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê de tundîtûjî zêde bûye ji çaran sê ew êrîşên tê kirin ji aliyê nexweş û malabtên wan ve tê kirin.
Bijîjk Meryem Elî wiha êrişa ku li hemberî wê hat pêkanîn vegot: “Dema ku êrîş li ser min hat kirin, min got ezê bimrim û ez di şokê de bûm. Asayîş û parastina di nava nexweşxanê de gelek lewaz e, ji ber ew kesê ku êrişî min kir kesek diz bû gelek caran li nexweşxanê dizî dikir, ev jî ji ber lewaziya asayîşê ye ku bîjîjkên Iraqî li cihên kar di astek herî bilind de rastî êrişan tên.”
Gelek kes ji ber nexweşekê tên nexweşxanê
Li Iraqê asayî ye dema ku nexweşek were nexweşxanê û heval û malbat li gel werin, hinek caran heta 15 kes û zêdetir bi nexweşre tên, wê demê bîjîjk nikare li nexweş temaşe bike û her tim hîs dike ku xeletiyek kiriye. Ji ber vê ev jî cûreyek yê tundîtûjiyê ye li ser bijîjîkan.
Mamostaya zanîngeha Mûstenser ya Bexdayê Riyaz Lefta dibêje: “Dema ku nexweşek diçe nexweşxanê acizî bi wan re heye û bijîjk jî di dema li gel wan diaxive de rastî zehmetiyan tên. Ji ber nexweş aciz dibin û êriş dikin. Lewaziya asayişê dibe sedem ku di hemû êrişan de çek were bikar anîn, nêzî ji sedan 20 xelkê sivîl li Iraqê xwedî çekin. Derûniya xelkê Iraqê ne gelek guncaw e û piranî bûne çekdar. Di heman demê de pirsgirêkên sîstema çavdêriya tendirustiyê heye, ji ber van sedaman tundîtûjî heye.”
Di sala 2005’an de komek ku ji 10 bijîjkan pêk dihat li Kerbela li Başûrê Iraqê hatin kuştin
Bijîjkek ya emeliyatê dibêje: “Ev cûrê pirsgirêkan wisa kiriye ku dema tiştek çêdibe bijîjk bi xwe ev yek kiriye û tenê divê bijîjk endamên malbatên nexweş aram bikin, dema ku cenazeyek yê mirî dibînin 10 kes li teniştê disekinin, ger bêjî miriye wê te bikujin. Ji ber wê şokê didin bi amêra westandina dil ya rengê dû, sê çar caran rengê 10 car em dizanin xelet e. Lê belê çareyek din nîne, em jî li rêbazên xwe yê parastinê digerin, dema em li benda mirina nexweşekê ne, vegotina wê çavdêr dikin.”
Rêjeya mirinê ya emeliyata dil zêde ye, ger nexweş bimre wê demê pirsgirêk ji bijîjkan re çêdibe ji ber wê gelek kêm bijîjk vî barî digre ser milê xwe
Tundîtûjiyê wisa kiriye ku bijîjk bi kom welat biterikînin, di lêkolînek ya sala 2017’an de derket holê ku ji sedan 77 bijîjkên ciwan koçber dibin, di sala 2019’an de berdevkê wezareta tendirustiya Iraqê ragihand pêştir 20 hezar kes koçber bûne û ji vana jî tundîtujî sedemê sereke ye. Di lêkolînek din de derket ku di sala borî de 161 karmendên çavdêriya tendirustî hatine kuştin. Ne tenê bijîjk rastî tundîtujiyê tên, hevkar, malbat, heval yan xizmên wan jî rastî gef û tundîtujiyê tên. Ji ber vê yekê piraniya bijîjkan xwe ji emeliyata demar û beşa lezgîn dûr dixin.
Hikumeta Iraqê hewil daye ku pêşî li vê pirsgirêkê bigre û dan diyarkirin ku yasaya parastina bijîjkan di sala 2010’an de rê daye bijîjkan di dema kar de çek hilgirin, Riyaz Lafta vê yekê weke henek dizane ji ber li gora wê zêdebûna çekan bi xwe di pileya yekem de li pişt tundîtujiyê ye û bijîjk dibêjin; ‘Tenê divê asayîş divê bibe alîkar, dema ku xelk rêzê li yasa bigre û jê bitirsin wê demê wê ev tundîtujiye bi xwe tûne bibe.
Çavkanî: The Guardian