Li Gabesa Tûnisê ji her 2 jinan yek penceşêr e

Eyaleta Gabes a li başûrê Tûnisê ji ber tesîsa kîmyewî, ji du jinan yek an penceşêra memikan an jî malzarokê ye.

ZIHÛR EL-MEŞREQÎ

Tûnis – Li eyaleta Gabes a Tûnisê krîza jîngehê ya kronîk a ji ber kompleksa kîmyewî çêdibe, bi rastiyeke civakî ya dijwar re têkildar e ku barekî ducarî li ser jinan ferz dike. Ji aliyekî ve, nexweşiyên giran wek penceşêr û ji aliyê din ve tundiya navmalî û aborî ya ku ji ber bêhêziya desthilatdariyê û nebûna wekheviya tenduristiyê pêk tê. 

Di nav vê rewşê de, înîsiyatîfên sivîl ên wek Navenda "Aman" wek çavkaniyek guhdarîkirin, piştgirî û hêviyê derdikevin holê. Hewl didin ku bêdengiya civakî bişkînin û ji bo kesên bi tundiyê re rû bi rû hatine û nexweşiyan stargehek peyda bikin. Tiştê ku li Gabes diqewime ne tenê krîzek herêmî ye, pirsgirêkek mafên mirovan a neteweyî ye ku heq dike were bihîstin jî.

'Jin herî zêde bandor dibin'

Seroka Komeleya Karama ya Malbatên Ereb û serpereşta stargeha jinên mexdûrên tundiyê ya li eyaleta Gabesê El-Seyda Arfê li ser mijarê wiha got: "Piştî salan ji têkoşîn û berxwedana civaka sivîl, li eyaletê ji bo parastina mafê destûrî û mirovî yê jîngehek û hewayek paqij ku ji ber hebûna kompleksa kîmyewî nebe sedema nexweşiyên kronîk, rayedaran hê çareseriyek ji bo vê yekê nedîtine. Ev qirêjî bûye sedema zêdebûna bûyerên penceşêrê li herêmê. Jin herî zêde ji vê yekê bandor dibin, bi taybetî jî pençeşêra malzarokê. Ji ber vê ew bi tundiya navmalî û tacîza psîkolojîk re rûbirû dimînin. Lê ji ber tirsa nêrîna civakê ya bavsalar bêdeng dimînin û gilî nakin. Her wiha jinên Gabesê dema dixebitin bi tundiya aborî re jî rûbirû dimînin û ji ber qirêjiyê nexweş dibin."

El-Seyda Arfê derbarê rola navenda Aman a li Gabesê de da zanîn ku jinên mexdûr bi riya dabînkirina piştevaniya psîkolojîk û madî pêşwazî dike. Ew bi her awayî hewl dide ku rastiyê biguherîne û rola ku ew ji bo mexdûran dilîze nîşan bide.

‘Nexweşî belav dibin’

Derbarê rewşa jîngehê ku dibe sedema çend nexweşiyan bi taybetî ji bo jinan dibin pirsgirêk de, El-Seyda Arfê diyar kir ku ne mimkun e ku hejmara jinên ji ber qirêjiyê ji pençeşêrê dikşînin were sînordarkirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji her 10 jinên ku li navendê digerin, 5 ji wan ji pençeşêra malzarokê an jî memikê dikişînin. Ji ber ku ev her du cure bi rêjeyek tirsnak belav dibin. Bi taybetî li deverên Şat El-Salam, Ghannouch û Boushma ev nexweşî belav dibin. Ji ber ku ew herî nêzî Kompleksa Kîmyewî ya Tunisê ne ku van toksînan derdixe. Jinên wê deverê piştî nexweş dibin bi tundiya navmalî re rûbirû dimînin. Bi hinceta ku nikarin erkên xwe yên malê pêk bînin." 

'Jin û jîngeh bi hev ve girêdayî ne'

El-Seyda Arfê tekez kir ku komele li eyleta Gabesê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li dijî jinan, li ser jîngeh û qirêjiyê dixebite. El-Seyda Arfê wiha axivî: "Komeleyê bi hevpeymaniya ‘Em Dijîn’ re şer kiriye da ku kompleksa kîmyewî ji deverên niştecîbûnê yên li Ghannouchê were rakirin. Ji ber ku komele bawer dike ku pirsgirêka jîngehê û pirsgirêka jinan bi hev ve girêdayî ne. Em dizanin ku kompleks gelek malbatan dixebitîne û em naxwazin wê bigirin. Em dixwazin wê bar bikin û ji deverên niştecîbûnê derxînin. Me gelek soz wergirtine, lê bê encam mane. Têkoşîna ji bo dîtina çareseriyan ji bo vê kompleksa ku jiyana xelkê eyletê wêran kiriye, didome. Gabes eyletek e ku derya û çiya dihewîne, lê ji ber qirêjiyê tê wêrankirin. Tenê hêvî ew e ku kompleksa kîmyewî were rakirin da ku mirovek li Gabesê sax bimîne."