‘Kontrolkirin ji bo tesbîtkirina penceşêra pêsîrê girîng e’

Bijîjk Ala Şalî diyar kir her diçe bûyerên penceşêra pêsîrê zêde dibin loma jî divê her kes ji bo agahdarbûna li tendirustiya xwe, kontrol bibin da ku bikaribin di demek kin de çareseriyê bibînin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî - Penceşêra pêsîrê ya ku bi jinan re çêdibe ger zû pêşî lê were girtin jiyan nakeve metirsiyê û dikare çareser bibe. Li gorî daneyên nexweşxaneya Hîwa ya li bajarê Silêmaniyê ya Herema Federal a Kurdistanê, di nava şeş mehên destpêka sala 2023’yan de hezar û 508 bûyer li vê nexweşxaneyê hatine tomarkirin. Ev jî nîşan dide ku rojane 8-9 kes bi vê nexweşiyê dikevin.

Rêveberiya giştî ya tendirustiya Silêmaniyê daneyên 12 salan a penceşêra pêsîrê li bajarê Silêmanî parve kir. Li gorî daneyan di destpêka îsal de heta niha 418 kes li bajarê Silêmanî penceşêra pêsîrê pê re peyda bûye. Ev jî derdixe holê ku sala borî 490 pêketin û di sala 2021’ê de 509 bûyerên penceşêra pesîrê tomar kirine.

‘Ji bo tesbîtkirinê kontrola tendirustiyê girîng e’

Bijîjk Ala Şalî bal kişand li ser zû tespîtkirina pênceşêra pêsîrê û wiha got: “Piştî temenê 40 salî girîng e hemû kes salane sonerê bigrin. Piştî 40 salan pişkinîna sonerê mamogram encam bidin. Piştî 50 salan pêwîst e pişkinîna mamogram dest pê bike. Dema di nava malbatê de yek bi vê nexweşiyê dikeve hemû penceşêr û bi taybetî ya pêsîrê digre, endamên din ên malbatê ji bo tendirustiya xwe pişkinîna soner û mamogram dikin.”

‘Şêwazên penceşêra pêsîrê zêde ne, ne şert e ku girêk be’

Bijîjk Ala Şalî der barê girtina penceşêra pêsîrê de da zanîn ku yên penceşêra pêsîrê bi wan re derketine divê sê meh carekê pişkinîna sonerê bikin û wiha domand: “Hinek bûyer di ciwanan de heye bijîjk dudil e û hîs dike ku girêkek di pêsîrê de ye. Di vê bûyerê de mamogramî jê re dinivîsîne, yan jî hinek caran beşek ji wê girê digre û pişkînin dike. Pêwîstî bi mamogram dike. Hinek bûyer hene kesên ku hormonên wan xira dibin û guman li sonerê dikin ji ber wê mamogramî ji wan re dinivîsînin. Ne şert e penceşêra pêsîrê tenê girê be, hinek deman kîs û goşt girtiye yan jî kanala şîr e û girê tê de ye. Weke girêk xwe nîşan dide.”

‘Îrade di nexweşiya penceşêra pêsîrê de girîng e’

Bijîjk Ala Şalî der barê zêdebûna bûyerên penceşêrê de wiha got: “Bûyerên penceşêrê roj be roj zêde dibin. Salên borî ne weke asta niha bû. Ciwan kêmtir bi vê nexweşiyê diketin lê belê niha ciwan zêde digrin. Di vê serdemê de penceşêra pêsîrê li gel temen zêde dibe. Heta niha jî sedemên wê nayê zanîn. Hinek dibêjin sedem diltengî ye yan jî sîstema xwarinê ye lê belê heta niha ev jî nehatiye piştrastkirin. Penceşêra pêsîrê divê mirov jê netirse, weke nexweşiyek asan nêz bibe. Girîng e îrade hebe, niha çareserî heye divê kesên ku bi wan re çêbûye dest ji jiyanê bernedin.”