Derziyên tatanosê yên ku divê li erdhejzedeyan bidin têr nake

Piştî erdheja ku bajaran hilweşand, xeteriya şewbê, derziya tetanosê ya ku divê bi lezgînî li bajarên ji ber erdhejê hilweşiyane were bikaranîn diyar bû. Rewşa heyî ne di wê astê de ye ku derzî têr bike û li kesan were dayîn.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan – Li 10 bajarên ku piştî du erdhejên li pey hev ên navenda wan Mereş bû, mal hilweşiyan, trajediya mirovî heye. Asta karesatê her roja diçe di kamerayan de xuya dibe. Vê erdheja ku ya Marmarayê pir dijwartir bû, bû sedema mirina bi dehezaran. Her wiha bi milyonan mirov jî hê hewl didin di bin sermaya dijwar de li kolanan mane jiyana xwe bidomînin. Di hefteya ewil a erdhejê de pispor û bijîjkên dilxwaz ên li herêmê balê dikşînin ser xeteriya şewbê û daxwazin tedbîr bên girtin. Derenggirtina tedbîrê tê wê wateyê ku mirovan dê di demek nêzîk de ji nexweşiyên şewbê jiyana xwe ji dest bidin.

Zemîna nexweşiyên şewbê ava bû

Hin mînakên cîhanê jî hişyariyên bijîjkan rewa dike. Li Pakistanê ya piştî erdheja bi pileya 7,6 ya sala 2005'an de qewimî, bûyerên îshaletê ji sedî 42 zêde kir. Li Japonyayê jî piştî erdheja bi pileya 9 ya sala 2011’an qewimî jî şewbên înfluensa û norovirus hat tesbîtkirin. Piştî erdheja 1999'an a Marmarayê û erdheja 2011'an a Wanê, gelek caran hişyarî ya nexweşiyên şewbê hat kirin û hewl hat dayîn nexweşî bên kontrolkirin.

Di erdheja dawî de xirabeyên avahiyan a li bajaran, qirêjiya ku ji wan xirabeyan belav dibe û nebûna madeyên tuwalet û hîjeyenê deriya nexweşiyên şewb vedike. Her wiha di rojên dawî de li bajarên ku hatine hilweşandin, sergo zêde bûn. Mirov neçar dimînin pêdiviyên xwe yên tuwaletê jî li kolanan bi cih bînin. Xwegihandina derman jî nîn e. Pispor di vê mijarê de dibêjin mudaxeleya Wezareta Tenduristiyê şert e. Wezareta Tenduristiyê encax di roja 6'emîn a erdhejê de bi Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) re têkilî danî û lîsteyên dilxwazên nû yên li herêmê xwest. Divê demildest bi taybetî pisporên tenduristiyê bere xwe bidin herêmê.

Li herêmê derzî nîne!

TTB dixwaze dîsa li herêmê demildest xizmetên tenduristiyê bên destpêkirin. Li bajarên ku hê jî ava paqij tune ye, bûyerên îshalê zêde bûn. Li aliyê din bijîjk bal dikşînin ku divê bi lezgînî derziya tatanosê bê kirin. Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korur Fîncancî agahiyên ekîbên li qadê ku di dawiya her rojê de radihînin ji ajansa me re parve kir. Şebnem Korur Fincanci diyar kir ku li herêma erdhejê hejmara têrkêr a derziya tetanosê nîn e. Li gorî agahiyan, li Mereşê ji ber erdhejê derziyên heyî zirar dîtine. Ji ber xirabûna zincîra sar a derziyan, nayên bikaranîn. Tê diyarkirin ku dê Wezareta Tenduristiyê derzî bişîne lê hê derziya ku gihîştiye wê derê tune ye. Li gorî agahiyan li Hatayê derziyê li birîndaran nadin. Bi rastî, li herêmê piraniya Navendên Tenduristiya Malbatê hilweşiyan û bi vî rengî derzî di rewşeke ku nayên bikaranîn de ne. Tê diyarkirin ku heta niha tenê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê zincîra sermayê xira nebûye û derziyê li birîndaran didin.

'Ev 3 meh in çareser nebûye'

Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) Nergis Erdogan jî wiha got: "Ji bo pêşîgirtina nexweşiyên şewbê yên piştî erdhejê pêkanîna şert û mercên sanitasyonê pir girîng e. Ango divê ava paqij, xwarina paqij û çop bên berterefkirin.” Nergis Erdogan anî ziman ku ji bo vê yekê pêwîst e ku pisporên tenduristiyê yên gel li qadê cih bigrin û şert û mercên xebatê bêm avakirin, destnîşan kir ku derziya tatanosê bi taybetî ji bo jinên ducanî ji bo parastina hem dayik û hem jî ji bo parastina zarok ji dayik bibe ya rîska tetanos ya ji ber şertên erdhejê zêdebûnê rêbazek pir bi bandor e. Nergis Erdogan dest nîşan kir ku di rastiyê de ev 3 meh in di gihandina derzî û dermanan de pirsgirêk heye, anî ziman ku pirsgirêka derziyê ev 3 meh in nehatiye çareserkirin.

Seroka Odeya Tabîban a Stenbolê dibêje: "Divê demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin lewre hawirdora ku bermahiyên erdhejê diafirîne, di aliyê tetanosê de xeteriyan zêde dike. Ji bo derziyên çaxa zarokatiyê neyên derengxistin, pirsgireka derziyên tetanos, felca zarokan, hepatît B û nexweşiya weremê ya beriya erdhejê diqewime bên çareserkirin.

'Divê pirsgirêka peydakirinê bi lezgînî bê çareserkirin'

Nergis Erdogan wiha axivî: "Em ji tecrubeyên xwe yên berê dizanin ku piştî karesatan sedema herî girîng a mirina li qadên giştî îshal (gastroenterît) e û ev jî rasterast bi şert û mercên sanîtasyonê yên paqijiyê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê ava vexwarinê ya paqij, xwarina paqij û bermahî bên berterefkirin. Divê kesên nexweş dikevin bi antîbiyatîkên guncav bên dermankirin lê pirsgirêkên beriya erdhejê yên li welatê me qewimîne, gefa xetereya nexweşiyên heyî mezin dike. Ji ber vê yekê jî divê pirsgirêka kêmasiya dermanan bê çareserkirin.”

'Me mirina gelek kesan dît’

Nergis Erdogan bi van gotinan xwest bi awayekî ku pêwîstiya qadê bi cih bîne, derzî bên peydakirin: “Tetanos di birînbûnan de, bi taybetî di birînên bi axê re eleqe de ne girîng e. Ji bo jinên ducanî jî di heman demê de sorik û derzî jî di heman pileyê de girîng e, me mirina girêdayî sorikê ya ji ber zatureyê dît. Bi taybetî li herêmên erdhejê ku şert û mercên hîjyenê xerab in û stargehên rast tune ne, ev metirsî hîn zêdetir bilindtir e.” Ger ev derzî neyên bikaranîn, vê carê karesateke cuda li benda herêmê ye.

Nîşaneyên wê kengî dest pê dikin?

Toksînên ku piştî mîkroba tetanosê dikevin bedenê, dibin sedema nîşanêyan. Pêvajoya çêbûnê bi gelemperî 3-21 roj e. Li gorî cureyên birînê, ev dem dikare ji rojek heya çend mehan bidome. Bi gelemperî dema destpêkê kurt e di asta pêş de di birînên kontamînê de tên dîtin û nîşaneya girantir û xirabtir a nexweşiyê ye. Nîşaneya yekem a herî gelemperî spazma di masûlkeyên çeneyê de ye. Ji derveyî vê; êşa serî, qerastina masûlkeyan a ji nişka ve û bê xwestek, hişkbûna masûlkeyên bi êş li seranserê laş, pirsgirêkên daqurtandinê, nobetên, ta û xwêdanê, tansiyona bilind û di lêdana dil de lezbûn tê dîtin. Di bûyerên wiha de dema ku kes ranekin nexweşxaneyê jî mirin ji sedî 100 e.

Derzî riya herî bi bandor a parastinê ye

Li gorî rapora ku ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve di sala 2002’an de hat weşandin, ji ber tetanosê li seranserê cîhanê her sal 213 hezar kes dimirin. Hat ragihandin ku ev yek herî zêde bi jinên di mercên hîjyenîk de newelidîne de xuya dibe. Riya herî bi bandor a parastina ji tetanosê, derziya tam e.