Koronavîrûsek nû hat dîtin

Koronavîrusek nû ya ku ji bo dema bikeve şanikê bi COVID’ê re heman metodê bikar tîne, hat dîtin. Vîrus ji şevşevokan hat îzolekirin.

Navenda Nûçeyan- Zanistên ku lêkolînên li ser vîrûsan didomînin, rastî vîrûsek nû hatin. Navê vîrûsê HKU5-CoV-2 ye. Hat diyarkirin ku ev vîrus, proteînek mîna ya ku SARS-CoV-2 bikar tîne û dikeve şanikên mirovan. SARS-CoV-2, bûbû sedema nexweşîna COVID-19’an.

 

Lêkolînêrên Çînî, koronavîrusek nû ya şevşevokan dîtin. Ev agahî bû sedema zêdebûna fikarên global. Navê vîrusê HKU5-CoV-2 ye. Ev vîrûs jî mîna SARS-CoV-2’yê, li ser ruyê şanikan xwe bi proteîna reseptora ACE2 ve digre û dikeve şanikan. Lêkolîneran di laboratûaran de testên li ser vê mijarê çêkirin. Lêkolîneran bi HKU5-CoV-2 re, şanikên mirovan di astên ACE2 de enfekte kir. Piştre di testên berdewamî de ji şevşevokan vîrus hatin girtin û hat dîtin ku vîrus heman proteînê bikar tînin.

 

Li ser vê agahiyê, di borsayê de parên derzîkirinê yên ku derziya COVID’ê çêkirin, zêde bûne.

 

Dibe ku pandemiyek nû ava bike?

 

Pisporê nexweşînên têger ê Zanîneha Minnesotayê Dr. Michael Osterholm, ji Telegraph India'yê re diyar kir ku divê mirov mijarê ‘zêde’ neke. Bijîşk Michael destnîşan kir ku li gor sala 2019'an, canê mirovan li hember vîrusên SARS’ê bihêztir in û got ku ji ber vê yekê rîska pandemiyek nû ya li ser bingeha koronavîrusê, dibe ku kêmtir be.