Cebara Qamişloyê Şemsa Hecî Hesen

Şemsa Hecî Hesen a 70 salî ev 36 salin bi derman û amûrên xwezayî, hestiyên şikestî û jiber hev derketî dicebirîne.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo– Jinên sirê nebatên bi şifa zanîne bi gihayên xwezayî dermanan diafrîne. Her yek kîjan demsalê tên komkirin û ji bo kîjan nexweşiyê dermane jî baş dizanin. Yek ji wan jî cebara hestiyan Şemsa Hecî Hesen 70'ê salî ya ji gundê Maşoq a navçeya Tirbespiyê ya Kantona Qamişlo – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ev 36 salin bijîşkiya xwezayî dike, bi derman û amûrên xwezayî nexweşan derman dike. 
Şemsa dibêje ku ew ji xezûrê xwe fêrî vî karî bûye û wiha got: "Xezûrê min cebar bû, malbata me mezin bû lê tu kesî xwe fêrî vî karî nekir. Min alîkariya wî dikir û min didît çawa nexweşan derman dike û ez jî fêr bûm çi şikestin û çi derzandin û berhevkirina hestuyan. Wî ji min re şîrov dikir û me alîkariya hev dikir. Ev nêzî 56 salin ku xezûrê min çûye li ser dilovaniya xwe, lê heta roja îro ez vî karî dikim û min berdewam kiriye. Ji gelek dewletan berê xwe didin gel min da ku ez wan derman bikim. Ez şikestina hestî û fediqandina masûlkeyan derman dikim. Gelek kes dema qezayên trafîkê dikin berê xwe didin gel min da ku ez hestiyên wan bi dermanên xwezayî tedawî bikim." 
 “Xebata piratîkî ez gihandim qonaxeke pêşketî”
Şemsa bal kişand li ser xebatê xwe yê piratîkî ku ew gihiştand asta pisporiyê û wiha pê de çû: "Ev kar piratîkî dixwaze, min  ne xwendiye û ez erebî nizanim, lê ez bi xwesteka xwe hînî bijîşkiya xwezayî bûm. Ev 35 salin ez vî karî dikim heta ku ez gihîştim asta pisporiyê. Ez destê xwe bidim kîjan devera laş, yekser dizanim ku kuderê dêşe. Ez tenê ji destên xwe fêm dikim û li gorî wê ez şêwaz û dermanên pêwîst ji wan re dideynim wekî lezqe, dar, girêdan û cebara giran. Li gorî nexweşî û lingê xwe yê birîndar jî, ez tu kesî vala  venagerênim û heta ji destê min tê ez xizmeta her kesî dikim û bê tu feydeyên darayî. Ez ji bo şikestina hestî jî xwêy û ardê tevlî hev dikim, darikan cihê ku şikestiye datînim û paşê hêvirê ku min çêkiriye rast dikim heta 8 rojan. Piştî 8 rojan ew hestiya ku şikestiye rihet dibe."
"Sûdê dermanên xwezayî pir zêdeye"
Şemsa herî dawî diyar kir ku heta ji destê wê were dê xizmeta civakê bike û wiha bi dawî kir: "Dermanê xwezayî ji bijîşkan pir çêtir e, ji ber ku tenê bijîşk emeliyatan bikar tînin. Pir caran nexweşên bijşkan berê xwe dane min da ku bi dermanên xwezayî ez wan tedawî bikim. Dermanên ku ez bi kar tîni mîna hingiv, xwêy,bez, ard, zeyta zeytûn û sabûna xar, her wiha amûrên min jî dar û qumaş û cebariya giran e. Temenê nexweşan jî cudahiya wê û bandora wê li ser dema rehetbûnê heye. Kesên temen mezin nêzî bîst û pêş rojan şûnde rihet dibin, ji ber kesên temen mezin xwînên wan zû naherike. Kesên temen ciwan jî nêzî 15 rojan baş dibin. Heta ji destê min tê ez alîkariya her kesî dikim û heta ez bikarîbim ezê karê xwe dewam bikim."