Bijîşka xwezayî Wesile Çetîn

Li ser destê bijîşka xwezayî Wesile Çetîn gelek nexweş başbune û Wesile ji bona jiyanek bi tendurist girêdanbuna di navbera xweza û mirov de rista bingehîn a jiyanê dibîne.

 
HÊVÎDAR TALÎ
Musil - Wesila Çetin ya ji gundê Nêrweha giredayî bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ye, niha li wargeha Penaberan ya Mexmur ê ya ser bi bajarê Musil ê Îraqê dijî. Wesile ya dema zarokbû li gundê xwe yê jiyana xwezayî lê serwerbûye li ber destê dayika xwe hînî dermansaziya xwezayîbûye. Wesile hê ciwan ji gundê xwe bi zora dewleta tirkan koçber buye. Wesile Çetin nexweşiyên weke zereg, zehman, navik û duvik jî di navê de çareseriyê ji bo gelek nexweşiyan dibîne û rojane nexweşan derman dike. 
Wesile destnîşan kir ku dayika wê dema êdî nekariye vî karî bidomîne ew li ber destê xwe gihandiye û wiha domand: “Dayika min bijîşkek xwezayê ya gelek jêhatîbû. Dema zarok bûm min li ber destê wê dinêrî, lê weke ku rojekê ezê jî wan karan bikim nedihat bala min. Dema temenê dayika min mezinbû ku êdî nedikarî bi nexweşan re mijul bibe, ez dam kêleka xwe û hemû hînî min kir. Paşê jî ji min xwest, ez jî weke wê heta dawiya temenê xwe bi vî karî re mijul bibim. Min jî gotina dayika xwe li erdê neda û heta niha bi dil berdewam dikim. Wê destê xwe daye min, ji bo wê destê min jî baş li nexweşan tê.”
 'Pêwiste em xwe ji hemu nexweşiyan bi parêzin'
 Wesila di derbarê nexweşiya duvik û dermankirina wê de wiha axivî; “Dema mirovek li ser pişta xwe bikeve an jî karê giran bike duvik dikeve. Dema duvik dikeve beden hemû pêre bêhal dibe û êşa wê zedeye. Ji bo wê jî divê hema xwe bigihîne gel hostayê duvikan. Dema zu bên karê me jî rehet dibe, em zu diqedînin. Dema dereng bixin hem xwe didin zahmetê hem jî karê me zor dikin. Ji ber dema gelek dem ser de biçe xwar dibe, ev jî dem digire û mijulbûnê dixwaze. Hinek caran dema pir xirabûyîbe bi qasî 15 rojan berdewam dike. Her roj divê nexweş bê em despêkê derdora duvik bi runê zeyîtê nerm dikin û hinekdin duvik rast dikin heta baş cihê xwe digire. Hinek jî qîma xwe bi me nayînin, despêkê diçin nexweşxanê bijîşk jî dibêjin feqerate û li gorî wê derman dide. Heta niha çendek ên hatine gel min wiha kirine, despêkê çune nexweşxanê gotine feqerate paşê jî hatine gel min. Dema min mêzekiriye duvike û min çawan derman kiriye baş bûye. Ji ber wê jî divê nexweş baş bizane kîjan devera laş dêşe û ji bo kîjan nexweşiyê serlêdanê li ku bike.” 
'Nexweşiya Zeregê bi hinekan re di zigê dayikê de çêdibe'
Wesila girêdayî nexweşîya zeregê û derbaskirina wê jî ev agahî da; “Sedema derketina nexweşiya zeregê ji acizbun, tirs, keyfxweşî û germê çêdibe. Bi hinekan re jî hê di zigê dayikê de ne çêdibe. Dermankirina hemû cureyên zeregê bi dermanên xwezayî dikim. Di serî de divê nexweş sê çarşeman ser hev bê gel min. Dema nexweş tê ez bi cilêdê ji pişta guhê wan xwînê berdidim. Piştî sê çarşeman ser hev hat û min bi wî awayî xwîn ji pişt guhê wan berda êdî bi ti şêweyî namîne diqede û diçe. Hinek rêbazên dinê yên weke li ser hev çend rojan bi ava sar serê xwe şiştinê jî derbas dibe.”
'Dema ku rehma jinan tê xar nabin xwedî zarok'
Wesila Çetin di heman demê de zehmanê ketî jî dixe cîh û di derbarê  ketina zehman de jî ew agahî dan: “Zehmanê jinan bi karê giran û zehmetiyê dikeve. Dema zehman ket êdî malzaroka wan jî dadikeve, ev jî bandorê li pêvajoya çêbûna zarokan dike û zarok çênebe. Rêya herî baş bi destê jinên ser van karan re gihiştî ev dikare bê sererastkirin. Cardin hinek despêkê diçin nexweşxanê û dermanê cuda digirin. Ew derman jî di bedena wan de rê li ber nexweşiyên cuda vedike, ji ber nexweşî baş nayê teşhîskirin, dermankirin jî nabe. Dema digîhe ber destê min, ez destê xwe ser hinavê wan digerînim dizanim nêva, zehmane an jî nexweşiyek dinê ye. Bi destê xwe wana hemûyan ji hev ferq dikim û li gorî wê derman dikim. Bê ku cîhazek biyanî bikarbînim, tenê destê xwe li ser henavê wan digerînim têr dike û bizanim nexweşî çiye û ezê çawan çareser bikim. Mînakên vê jî ne yek bi sedan hene, min derman kirine û weke berê bûne.” 
'Ji bo parastina zehmanê divê jin barê giran ranekin'
Ji bo jin xwe ji nexweşiya zehman biparêze jî Wesila çend pêşniyara dike: "Ji bo parastina zehmanê pêwiste em barê giran ne rakin. Dema jinek dikeve adetê, zik û pişta wê dêşe, wêdemê zehmanê wê ketiye. Herî zêde di dema adetan de zehman tê ferqkirin û baş jî di dema adetan de bê dermankirine. Li gel van nexweşiyan dema ku nexweşiyên weke kîsê avê û xirabûna hormonan jî hebe, em ferq dikin û hema wan dişînin nexweşxanê. Bi her awayî em baldarin ji bo wê jî heta niha seqetiyek ji nava destê me derneketiye.” 
'Ji bo navik milê wan radikim û destên wan hil didim'
Wesila ji bo nexweşiya ku herî zêde tê ditin ya navikê  jî diyar kir ku dema bedena we bêhalbe û lingê we sistbe bizanin navê we ketiye û wiha pêde çu; “Yên ku laş û lingên wan sist dibe tê zanin ku navika wan ketiye. Hinek ji bedenê de dest didinê û rast dikin, lê ez dest nadim bedena wan. Ji bo navikê milê wan radikim û destên wan hil didim, hinek jî bi destên xwe çêdikim, rast dibe. Yên ku nikarin ez ji wan re gilolik çêdikim û di aliyê piştê de datînim ser nava wan. Nexweşên navikê sê rojan ser hev tên ez bi heman şêwayî derman dikim baş dibin."