‘Yekîtiya gelan wê aştiyê bîne’

Nivîskar, rojnamevan û şarezaya karûbarên Tirkiyê Şinû Hîranî diyar kir ku konferansa Yekrêziya Kurd li Rojavayê Kurdistanê, tevahî planên Colanî û dewleta Tirk ên li ser Sûriyeya nû, têk bir.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Berxwedana gel a li bendava Tişrînê didome. Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk, hemwelatî û çalakvan ji tevahî aliyên Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Bendava Tişrinê, xak û mafên xwe diparêzin. Ev zêdeyî sê mehan e berxwedana gel li Bendava Tişrînê didome. Di heman demê de gel li piraniya herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi mebesta piştevanîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyan, berê xwe didin Bendava Tişrînê. Peymana di navbera QSD û Colanî de ji bo Sûriyeyek nû di çarçoveya pirsa aştî ji bo Rojhilata Navîn hat îmzakirin. Berxwedana gelê Rojava ji destpêka şerê DAIŞ’ê heta niha didome. Gel bi armanca yekrêzî û bihevre jiyanê ji bo Sûriyeyê û Rojhilata Navîn a nû, gavan davêjin û têdikoşin.

‘Nivîsandina dîroka Rojhilata Navîn ji nivîsandina berxwedana jinê destpê dike’

Nivîskar, rojnamevan û şarezaya karûbarên Tirkiyê Şinû Hîranî diyar kir ku piştî bihara Ereban, Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina xaka xwe gelek destkeftî bi dest xistiye. Şînû Hîranî destnîşan kir ku li dijî êrîşên DAIŞ’ê û êrîşên dagirkeriyê, gelan hêza xwe ya parastina leşkerî ava kiriye û wiha got: “Piştî têkçûna rejîma dîktator a Sûriyeyê, QSD’ê bi hêzek mezin parastina herêmê kir. QSD li herêmê hêzek mezin a leşkerî ye. Hebûna Rêveberiya Xweser a li herêmê bûye sedema pêşveçûn û nasîna bi tevahî dinyayê. Belavkirina Rêveberiya Xweser li tevahî Rojhilata Navîn ji bo wekheviya li herêman xebatek gelek girîng e.”

‘Jin hêza pêşeng e’

Şinû Hîranî wiha behsa rol û bandora jinan a di xebat û parastina Rojavayê Kurdistanê de kir û wiha got: “Jinan li tevahiya dinyayê astengî derbas kirine. Lê belê wek hebûna hêza wan a leşkerî û girtina çek û rasthatina li dagirkerên li Rojavayê Kurdistanê serî hildaye. Jin bi riya hilgirtina çekê ji bo parastina xak û nasnameya xwe, li dijî terorîstên DAIŞ’ê berxwedanê dikin. Jinên Kurd fikrên DAIŞ’ê têk birin. Parastina Rojavayê Kurdistanê dikin. Ji zarok heta dighê pîr û kalan, ji bo yek armancê hewl didin. Dema em li Bendava Tişrînê û berxwedanê temaşe dikin, em bihevrebûn û berxwedan gel dibînin. Dîrok nasname û heqîqeta jinê li herêmê dinvîse. Berxwedana jinan li Rojavayê Kurdistanê bi têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û berxwedana parastina bi hêz û îradeya jinê ava bûye.”

‘Gelê Sûriyeyê parastina xaka xwe dike’

Şinû Hîranî da zanîn ku berxwedana Bendava Tişrînê ji bo rêgirîkirina dûbarebûna êrîşên DAIŞ’ê û êrîşên dewleta Tirk parastina xaka Kurdistanê dike û wiha dom kir: “Berxwedana gelê Rojavayê Kurdistan li dijî êrîşan li Bendava Tişrînê didome. Hemû gelên Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina Bendava Tişrînê li berxwe didin. Niha QSD li Rojavayê Kurdistanê hêzek mezin a leşkerî ye. Her wiha Sûriye di aliyê erdnîgarî de gelek girîng e. Dewleta dagirker li gel Ehmed Şera hewla ji bo bidestxistina Rojavayê Kurdistanê didin. Armanca wan Sûriyeya kevn e ku tu mafên Kurd nebin. Di nava QSD û Ehmed Şera de li ser çend xalan lihevkirin çêbû û divê ev xal werin bicîhanîn. QSD planên ji bo Sûriyeya nû ya dagirkeran hemû tune kir. Hêza Kurd hêzek gelek mezin e, parastina Sûriyeyê, xaka Kurd û gelên herêmê dike. Her wiha pêvajoya aştiyê beriya rûxîna rejîma Esed serî hilda. Di hilbijartinên Bakurê Kurdistanê de dewleta dagirker a Tirkiye nekarî şaredariyan bi dest bixe. Piştre hewldanek ji bo pêvajoyek aştiyê nîşan da. Hemû planên dewleta Tirk ji bo bidestxistina Sûriyeyê têk çûn. Demekê bi êrîşên dijwar êrîşî Sûriyeyê kir, zirar da herêmên Ereban û piştre welatên Ereb bi riya Colanî êrîşên Tirkiyê li herêmê kêm kir.”

‘Ji pêvajoyê hemû gel dê sûd bigrin’

Şinû Hîranî bal kişand ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan behsa danîna çekan û rêkeftina QSD’ê ya li gel Colanî dike. Divê tevahî perçeyên Kurdistanê bi partî û aliyên PKK’ê û PYD’ê û tevahî rêxistinên ku fikra Rêber Abdullah Ocalan erê kirine û tevahî Rojhilata Navîn wê ji vê pêvajoyê sûd bigrin.”

‘Divê ji bo aştî biser bikeve hemû yek deng bin’

Şinû Hîranî di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Rojhilata Navîn mozaîka gelan e. Tevahiya perçeyan bi çand û kevneşopî ji tevahî Rojhilata Navîn pêk tîne. Li Rojavayê Kurdistanê tevahî ol û çand bê hebûna astengî fikrî û îdeolojîk bi hev re dijîn. Wek jinekê li gor min hebûna pêvajoya aştiyê girîng e, Kurd bi yekîtiyê ev cara yekem e di tevahiya dîrokê de bi xwe biryar li ser kar û çalakiyên xwe yên siyasî dide. Gav bi gav û kar ji bo aştiyê dike. Divê tevahî alî ji bo serkeftina aştiya Rojhilata Navîn yekdeng û yek helwest bin.”