Xantur Kara: NY şirîka êrişa li dijî gelê Mexmûrê ye

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Xantur Kara diyar kir ku tevî wargeha penaberan a Mexmûrê di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye jî berpirasyariya xwe bi cih naynin û şirîkê vê êrîşa li hemberî gelê Mexmûrê ne.

ROJEVÎN RÛBA

Mexmûr- Artêşa Iraqê ji 20’ê Gulanê ve bi hêzeke mezin a wesayîdên zirxî, polîs, leşker û makîneyên kar û bi darê zorê dixwaze wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi kûle û têlan dorpêç bike. Li dijî hewldanên dorpêçkirina artêşa Iraqê gelê Wargeha Mexmûrê bi şev û roj, bê westan berxwedana xwe heftiyeke berdewam dike. Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a Mexmûrê Xantur Kara der barê hewldan û berxwedana gelê Mexmûrê de ji ajansa me re axivî.

‘Ev êrîş bi daxwaza dewleta Tirk tên kirin’

Xantur Kara di destpêka axaftina xwe de spasî ji hemû partiyên siyasî yên ku di vê pêvajoyê de piştgirî dan gelê Mexmûrê re kir û wiha got: “Ev hefteyek e berxwedaneke bêhempa li wargeha Mexmûrê tê meşandin, ev berxwedan û têkoşîna gelê Mexmûrê 30 sal in li hemberî hemû cureyên êrîşan berdewam dike. Li hemberî van êrîşên ku li ser wargehê tên meşandin, bi taybetî jin ciwan, pîr û kal wekî roja destpêkê ya penaberiyê li ber xwe didin. Di 20’ê mehê de êrîşeke artêşa Iraqê li ser gelê Mexmûrê çêbû.”

Xantur Kara bal kişand êrişên dewleta Tirk ê li dijî wan ku tevahî 30 salên penaberiya wan de hatiye kirin û wiha domand: “Em baş dizanin ev êrîş jî li ser daxwaz dewleta Tirk bi destên artêşa Îraqê tê kirin di raya giştî ya dewleta Tirk de jî diyar bû ku ev êrîş bi daxwaza dewleta Tirk têk hatiye. Bi salan e tişta ku dewleta Tirk dixwest bi destên PDK’ê bike û pêk nehat, îro bi destên hikumeta Iraqê dike. Ev êrîş ne tenê di asta têl, û çêkirina kûleyan de ye, dixwazin êrîşî pergala me bikin û di aliyê civakî de destkariyê bikin. Hemû kes dizane şêniyên Mexmûrê heta niha bi xwe xwe bi rêve birine. Ji 20 salan zêdetir e em li xaka Mexmûrê niştecih bûne, li derdora me Kurd û Ereb hene. Heta niha ji ber sedemek biçûk jî tu pirsgirêk me bi cîranên me re çênebûne. Li hemberî zagonên hikumeta Iraqê tu kêmasiyek me çênebûye. Sedema êrîşa li ser Mexmûrê çi ye ew bi xwe jî nikarin îzah bikin û bibêjin em bi daxwaza dewleta Tirk êrîş dikin.”

‘Em îro di rewşek awarte de ne’

Xantur Kara da zanîn ku wargeh ji van êrîş û zextan ne dûr e, 30 sal in li hemberî zext û êrîşan li ber xwe dide û wiha domand: “Weke şêniyên Mexmûrê em di rewşeke awarte de ne, ji 7 heta 70 salî hemwelatiyên wargehê di vê pêvajoyê de bi erka xwe rabûne. Her ku liv û tevger û êrîşên leşkerên Iraqê çêdibe, hemû hemwelatiyên me diçin wê derê ji çek û erebeyên wan ên zirxî natirisin û bê dudilî helwesta xwe nîşan didin. Ji dîmenên nûçeyan jî xuya dibe ku zarok, ciwan û jin dikevin pey wan, wan derdixin. Mirov dikare bibêje têkoşîna wan layîqî pîrozkirinê ye.”

‘Şirîkê vê êrişê ne’

Xantur Kara wiha berdewam kir: “Em ji vê yekê ne dûr in, hatina me ya vê wargehê, di oxira têkoşîna xwe de me hemû tişt girtiye ber çavên xwe û gelek bedel dane di ve pêvajoyê de em di wê baweriyê de ne çi bikeve ser milên me em ê bê dudilî bikin. Ya ku heta vê astê em anîn, ew baweriya gel a bi xwe ye. Civaka me heta niha bi xwe xwe rê ve biriye. Tu êrîş nikare li hemberî hêza civakê bi ser bikeve. Baweriya me tenê bi hêza civakê heye, em ê bi hêza civakê bikaribin azadiya xwe mîsoger bikin. Her çendî ev wargeh di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye jî bi erk û berpirsyariya xwe ranabin û şirîkê vê êrîşa li hemberî gelê Mexmûrê ne. Vê civakê bi berxwedaniya xwe heta niha dikaribûye xwe biparêze û wê xwe biparêze.”

‘Berxwedaniyek mezin tê meşandin’

Xantur Kara bal kişand ser berxwedana gelê Mexmûrê li hemberî êrîşên hikumeta Îraqê û wiha got: “Berxwedaniyek gelek mezin tê li wargehê tê kirin, di raya giştî de jî piştgiriya vê berxwedaniyê tê kirin ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Gelê Mexmûrê ji bo her alî erk û berpirsyariya xwe bê dudilî pêk aniye.  Em jî dixwazin her hemwelatiyek li Kurdistan û derveyî Kurdistanê li hemberî van êrîşan bi erk û berpirsyariya xwe rabe, di vê roja teng de destê hev bigrin û bikaribin vê êrîşê bişkînin.”

‘Artêşa Iraqê dibêje em ê paşve vekişin piştre bi artêşek zêdetir derdora wargehê digre’

Xantur Kara destnîşan kir ku di encama hevdîtinan de diyar bû ku hikumeta Iraqê dixwaze gelê Mexmûrê bixapîne û gelê Mexmûrê li ber xwe dide û got: “Di nava hefteyekê de gelek hevdîtin hatin kirin, di encamê de gotin em ê xwe paşve bikşînin û hevdîtin bi dawî dibûn lê dûre mirova dibîne ku hêzên Iraqê dixwazin gel bixapînin, bi vê nêzikatiyê nêzî gelê Mexmûrê dibin û dibêjin em ê paşve vekişin piştre bi artêş û hêzeke zêdetir derdora wargehê girtin û dixwazin hê zêdetir dorpêç bikin. Herî dawî jî me dît bi bîksî û maşîneyên xwe yên zirxî hatibûn û amadekariyên xwe kiribûn da ku bikarin bi awayekî leşkerî êrîşê gelê Mexmûrê bikin. Weke rêveberiya wareghê armanca me ew e ku em bikarin vê pirsgirêkê bi awayekî dîplomasî û diyalogan çareser bikin. Ev bûyerên ku çêdibin ne di berjewendiyên hikumeta Iraqê de ne jî berjewendiyên gelê Mexmûrê de ne, em dixwazin bi riya diyalogê çareser bikin.”