Jinên çiyayî li Mexrîbê ji pêşketinê ber bi cihên biryardayînê ve diçin

Bi nêzbûna hilbijartinên yasadanînê yên li Mexribê ku dê di 23'ê Îlonê de were lidarxistin, mijara beşdariya siyasî ya jinan tê rojevê. Bi taybetî li herêmên çiyayî ku derfetên beşdarbûnê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ne.

HENAN HARÊT

Mexrîb –  Li başûrê rojavayê Mexrîbê, herêma Souss-Massa ji deştên peravê bigre heya deverên çiyayî yên ku bi gundên belavbûyî xemilandî ne, dirêj dibe. Dûrbûna hinek civakan ji bajar û navendên xizmetê ji bo niştecihan rojane dibe sedema pirsgirêkan. Bi taybetî jin di warê çûnhatin, gihîştina perwerdeyê û xizmetan û beşdarbûna jiyana giştî de bi zehmetiyan re rûbirû dimînin.

Ji herêma Souss-Massa, ezmûna şêwirmenda parlamentoyê ya herêmê, Fadma Izouran, modela jinek pêşkêş dike ku ji karê hilbijartinê û herêmî derbasî saziya yasadanînê ve çûye. Fadma got ku divê hêzdayîna jinan bi tenê danîna navê wan li ser navnîşanek hilbijartinê yan dayîna kursiyek di encûmenek hilbijartî de bi dawî nebe. Divê perwerde, rêberî û fêmkirina wan a rewşa siyasî û saziyên ku ew tê de dixebitin di nav xwe de bigre.

Pêşveçûn û beşdariya siyasî

Fadma Izouran bawer dike ku beşdariya jinan di jiyana siyasî de rasterast bi şert û mercên jiyana wan ve girêdayî ye û got: "Li herêmên çiyayî, dûrbûna gundan ji bajaran, zehmetiya çûnhatinê, nebûna xizmetên tenduristî û perwerdeyê û binesaziya qels hemû astengiyan li ber gihîştina jinan ji bo bo qada giştî û beşdariya wan di jiyana siyasî de çêdikin. Her wiha ev herêm hewceyê çarçoveyek qanûnî û polîtîkayên giştî ne ku taybetmendiyên wan ên taybetî li ber çavan bigrin.

Fadma Izouran destnîşan dike ku hejmarek jin dikevin qada siyasî lê ew şert û mercên ku destûrê didin wan, nabînin, ev yek beşdariya siyasî ji bo wan dike ezmûneke demkî ne riyeke domdar.

Perwerde û kooperatîf deriyek ji bo qada giştî ye

Fadma Izouran bawer dike ku di warê siyasî de bihêzkirina jinan demek dirêj beriya hilbijartinan dest pê dike, perwerde, xebata civakî û kooperatîf hemû dikarin wekî pirek ji bo qada giştî û siyasî xizmet bikin. Her wiha da zanîn ku ew ji jinan re derfetan peyda dikin da ku alîkariya wan bikin ku zagon sazî û mekanîzmayên biryardayînê fam bikin.

'Naveroka yasayên rêziknameyî hêsan bikin'

Fadma Izouran pêşniyar kir ku naveroka yasayên rêziknameyî yên karê rayedarên herêmî birêve dibin hêsan bikin û wan ji bo jinan bêhtir bigihîjînin.

Hişmendiya baviksalar xwe didomîne

Fadma Izouran anî ziman ku partiyên siyasî mecbûr in bi şêweyên dûrxistinê yên ku dib jinan di jiyana partiyê de asteng bikin re rûbirû bimînin û got: “Hişmendiya baviksalar hê jî heye û guhertina wê hewce dike. Divê çandek siyasî ya nû belav bike ku derî li jin, ciwan û jêhatiyên nû vedike. Lê divê were zanîn ku guhertina hişmendiyê tenê bi zagon an mekanîzmayên namzediyê nayê bidestxistin; perwerde û piştgiriya domdar ji bo jinên ku dikevin qada siyasî hewce dike.”

Jinên hilbijartî di çareserkirina pirsgirêkan de xwedî rol bûn

Fadma Izouran rola jinên hilbijartî li herêmên çiyayî bi xebata saziyî ya kevneşopî ve sînordar nake, rolên ku wan di çareserkirina şert û mercên civakî yên dijwar û karesatên xwezayî yên  herêmên wan jiyane de lîstine jî destnîşan dike. Fadma wiha dibêje: "Di navbera salên 2015 û 2021'ê de, jinên hilbijartî li gelek herêmên çiyayî roleke girîng lîstin, bi malbatên ku bi bandor bibûn re têkilî danîn, daneyên li ser hewcedariyên wan berhev kirin û beşdarî radestkirina alîkarî û xizmetan bûn.”