Tê xwestin parlementoyek baviksalar bê avakirin

Siyasetmedar û hiqûqnasên jin ên li Tûnisê destnîşan dikin ku bi yasaya 55’an tê xwestin ku di qanûna hilbijartinê de prensîba wekheviyê ji holê bê rakirin, jin ji qada siyasî bên dûrxistin û lewra jî parlementoyek baviksalar bê avakirin.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Beşa 55 a yasaya hilbijartinan ji aliyê jinên Tûnisê ve bi tundî hat rexnekirin, ji ber ku ew wan li hember destkeftên ku di van deh salên borî de bi dest xistine, paşveçûn dihesibînin.

Siyasetmedar û çalakvana mafên mirovan a Tûnisî Melîka El-Hentatî di hevpeyvînekê de bi ajansa me re diyar kir ku daxwazeke siyasî heye ku jinan ji hilbijartinên bê yên parlemanî dûr bixin û bang li femînîstan kir ku li dijî hemû polîtîkayên ku banga tevlînekirina jinan di jiyana giştî de dikin, xebatên xwe xurtir bikin.

Piştî ku Serok Qeys Seîd qanûna hilbijartinê derxist û piştî ku jin ji parlementoya pêş hatin dûrxistin, parêzvanên mafên mirovan hêrs bûn, tu vê rewşê çawa dibîne?

Beşa 55 bi zanebûn ji bo dûrxistina jin, ciwan û kesên astengdar ji hilbijartinan hate derxistin, her wiha têkoşîn û berxwedanên femînîst ên cihêreng ên ku di encamê de ji bo me jinan gelek zagonên serketî hatine bi destxistin, ya herî dawî Zagona Têkoşîna li Dîjî Tundiya li Ser Jinan e ku di sala 2017'an de hate derxistin û pêşnûmeya qanûna wekheviya mîrasê, bin pê dike. Ev hemû serkeftin ku bi zagoneke ku derfet neda jinan ku di parlementoyê de amade bibin û pirsgirêkên xwe yên jibîrkirî bînin ziman û beşdarî jiyana giştî û siyasî bibin, hatin binpêkirin. Îro piştî derxistina vê qanûnê em ditirsin ku zirarê bidin Qanûna Rewşa Kesane ku berhema têkoşîna femînîst a bi dehan salan e, em ditirsin ku em vegerin serdemên tarî yên ku jin bi tevahî tê de tunebûn.

Di qanûna nû ya hilbijartinê de binpêkirinên eşkere heye ku di rakirina fonên giştî û metirsiya ku ev gav li ser jinan çêdike tê temsîk kirin, ji ber ku ev maf derfetê dide jinan ku bi garantoriya desteka dewletê bibin namzet. Di qanûnê de behsa çareseriyên dîjîtal ên ku pêşniyarên ku îro ji me re bûne pirsgirêkek rasteqîn hêsan dikin, nehatiye kirin. Em wek jin meraq dikin ku tê çi maneyê dayîna cil û bergên hilbijartinên serokatiyê û bernameyeke hilbijartinê ya civakî, aborî û siyasî ji bo parlementoyeke ku dişibe şanoyê ku ji aliyê desthilatdariya heyî ya ku sê baskên rêveberî, yasadanîn û dadwerî kontrol dike ve, tê kontrolkirin.

Ez dibînim ku girîngtirîn aloziya ku em îro pê re rû bi rû ne, hilbijartinên takekesî ne. Em qebûl nakin ku ji bo parlementoyeke ku ji bo qaçaxçiyan, xwediyên şîrketên taybet û partiyên ku piştgirî didin Afganîzekirina Tûnisê, rastî werin sextekirin.

Ji dema derxistina yasaya hilbijartinê û gengeşiyên ku pê re çêbûn, gelo tirs heye ku diyardeya taht a ku Tûnsiê ji serxwebûnê li dijî wê şer kiriye vegere?

Daxwazek siyasî heye ku hewl dide kaosê li Tûnisê belav bike û beşa 55 dê vê dîtina xeternak geş bike. Ev biryarnameya hilbijartinê hat ji bo ku bide diyar kirin ku civaka baviksalarî nemiriye û hê jî li ber xwe dide. Ev qanûn destnîşan dike ku di hilbijartinên bê yên parlementoyê de ku wê kesê ku xwediyê mantiqeke baviksalarî ye, wê bi ser bikeve. Îro em ji encamên vê qanûnê û van hilbijartinan ditirsin, em ji vegera xwîn û tundiyê ditirsin.

Tûnis ji krîzeke siyasî ya giran derbas dibe, rêya derketina wê ji vê krîzê çi ye?

Krîza siyasî bû sedema krîzeke civakî û aborî. Yên ku herî zêde ji vê rewşê êş kişandin jin bûn. Ji bo derketina ji vê rewşê, berî her tiştî îradeyek siyasî ya xurt û yekitiya hemû hêzên pêşverû hewce ye da ku rastiyê biguherînin û kirîzê derbas bikin. Pêdiviya me bi diyalogeke avaker a bi bandor heye ku em bi rêya wê pirsgirêkên xwe derbas bikin. Werin em wek partî, kesayetên netewî û jin ji bo xizmeta welatê xwe bibin yek. Tûnis niha hewcedarê hemû zarokên xwe ye.

Jin li Tûnisê tûşî şîdeta siyasî û civakî dibin, ji ber ku tevî hebûna yasaya jimare 58 a Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan ev rêje sal bi sal du qat dibe, li gorî te kêmasî di kur de ye?

Di demên şer û nexweşiyan de, jin yekem qurbanî û herî zêde mexdûr dibin û di bin bandora nehevsengiya aborî û civakî de ne. Hebûna qanûnek bi kalîte û hişk û ekîbên pispor di navendên ewlehiyê de ku erka wan wergirtina jinên ku rastî tundiyê hatine, ne bes e, ji ber ku di navendên ewlehiyê de, kesê ku jinên ku rastî şîdetên hatine werdigire mêr e û ew ê hewl bide ku wê razî bike ku vegere mala xwe di çarçoveya siyaseta hevalbendiya baviksalarî de, ev rastiyeke ku em rojane li Tûnisê dijîn. Ji sedî 70 şîdeta li ser jinê di nava malê de pêk tê. Ji dema ku ez di şaredariyê de bûm heta îro ez mexdûrê tundiya siyasî bûm. Min gelek caran hevokên “Ez li mektebeya jina astengda im” bihîstiye, ez li dijî fikra ketina qada siyasî bûm, ji ber ku ez piştrast bûm ku ez ê rastî tundî û cudakariyê bêm, lê min biryar da ku ez li hember vê yekê bisekinim, ji ber ku armancên min ên têkoşînê hebûn ku ez dixwazim bigihîjim wan.

Li gorî te, ji bo parastina maf û destkeftiyên ku tevgera femînîst li Tûnisê bi dest xistiye, em bi şerekî re rû bi rû ne?

Em di nav civakek pêşverû de dijîn, tevî hin zîhniyetên paşverû, jin û mêrên Tûnisî nikarin qebûl bikin ku mafên jinan bê binpêkirin. Em bi wekheviyê bawerin û bi dehan sal in ji bo wê têdikoşin. Em ê ji bo têkoşîna li dijî ferasetên reş ên paşverû berxwedanê bidomînin û em ê dev ji ti destkeftiyên ku me bi xwînê bi dest xistine bernadin. Em weke jin piştrast in ku rojekê em ê di warê mîrasê de bigihin asta wekheviyê û bi têkoşîna xwe destkeftiyên mezintir û berfirehtir bi dest bixin. Tu kes nikare bi mafê me yê hezkirina jiyanê re şer bike. Heya ku jinên Tûnisê yek bin, projeya wan a paşverû derbas nabe û em ê bi ser bikevin.

Rêjeya bêkariyê ya jinan li Tûnisê ji sedî 50 derbas kiriye, li gorî te kêmbûna derfetên kar ji bo jinan bi çi ve girêdayî ye?

Li Tûnisê milyonek kes bê kar in, ango ji sedî 20 ji bo her du zayendan, lê rêjeya bêkarê ya jinan zêdetire. Jinên bêkar ji sedî 80 ji wan jinên astengdar in. Civakên baviksalarî dihêlin herî zêde mêr kar bikin. Ji min hat xwestin ku ez ji bo mêrekî xwe ji hilbijartinên şaredariyan vekişînim. Naxwazin ku jin kar bikin. Hin partî hîn jî li ser hesabê jinan destekê didin mêran. Sîstema ku li ser esasê dûrxistina jinan hatiye avakirin û ev yek di demên dawî de du qat zêde bûye. Ez dibînim ku dûrxistina jinan li pişt wê helwestek siyasî ya baş-hizirkirî heye ji bo lêxistina pozîsyona jinê di civaka Tûnisê de. Ji bo tekoşîna li dijî van ramanan pêwîstî bi tifaq û yekîtiyek mezin a femînîst heye.

Kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî bû sedema hêrsek femînîst a cîhanî û hevgirtina bêsînor a ku her parêzvaniya li ser bedena jinan red dike xurt kir, girîngiya vê hevgirtinê çi ye?

Em kuştina her jinekê şermezar dikin û her parêzvaniya li ser bedena jinan red dikin, em çi bikin em azad in. Ez wek jinek Tûnisî bi hevgirtina jinên Îranî yên ku ji Tûnis, Mexribê, Sûriye û welatên din derketine kêfxweş im. Li her derê cîhanê em amade ne ku her jinekê biparêzin û her kes baş dizane ku piştî kuştina Jîna Emînî çi qewimî. Tiştê ku li Îranê qewimî destpêka şoreşa femînîst a cîhanî li dijî desthilatdariya zordar û paşverû ye. Hevgirtina femînîst tiştekî xweş e, peyamek xurt tê de heye ew jî ew e ku çiqas sînor û ziman me ji hev cuda bikin, em yek dest in.