Jinên Cezayirî riyên temsîliyeta rast nîqaş dikin

Endama Tevgera Civaka Aştiyane Salîhe Qaşî tekez kir ku divêjinên Cezayirê bêhtir rolên xwe di qadên siyasî û cîhên biryardayînê de bigrin û got: "Beşdariya jinan ber bi nûnertiyek kalîtayî û domdar ve diçe."

NECWA RAHÊM

Cezair – Beşdarbûna jinan a di jiyana siyasî de, mijareke bingehîn e ku asta pêşketina civakan û rêzgirtina wan a ji bo prensîbên edalet û wekheviyê nîşan dide. Di vê çarçoveyê de di nava tevger û partiyên Cezayirê de, bi taybetî Tevgera Civaka Aştiyane ku li ser bingeha referansên olî, dîrokî, hiqûqî û realîst girîngiyek mezin dide rola jinan, vîzyonek siyasî ya gihîştî derketiye holê.

'Hemû jinên Cezayirî pêşengî ji civakê re kirine'

Endama Tevgera Civaka Aştiyane Salîhe Qaşî destnîşan kir ku vîzyona tevgerê ji wê baweriyê derdikeve ku aktîvîzma siyasî ya jinan ne bûyerek nû ye, lê berfirehkirina rola wan a dîrokî di civaka Îslamî û Cezayirê de ye. Salîhe Qaşî wiha got: "Um Selma di nav jinên pêşîn de bû ku beşdarî biryardayînê bû û jinên Cezayirî di serhildana rizgariyê de roleke girîng lîstin. Beşdarbûna wan a li pêvajoya avakirina neteweyî, kir pêdîviyek ne vebijêrkek. Tevgerê ji destpêka avabûna xwe de prensîba piştevaniya jinan û bihêzkrina wan a di qada siyasî de ji xwe re esas girt.”

Ji kotayê ber bi wekheviyê ve

Salîhe Qaşî diyar kir ku di guhertinên siyasî yên paşê de, bi taybetî di zagona Hilbijartinê ya 2020'an de, sîstema kotayê bi îdiaya ku ew kevnar bûye û kêrhatîbûna wê qediyaye, hatiye betalkirin. Salîhe Qaşî axaftina xwe wiha domand: "Veguhestina ji bo pêvajoyeke nû li ser bingeha sîstema wekheviyê hat raighandin. Armanc jî ew e ku wekheviya zayendî ya bê kêmasî di warên cûda yên jiyanê de, bêyî hewcedariya koteyan were bidestxistin. Wekhevî gavek pêşketî tê hesbandin, lê ji bo ku berhem bide çarçoveyek çandî, civakî û zagonî hewce dike."

'Jina Cezayirî di nav pirsgirêkên derûnî û astengiyên civakî de ye'

Salîhe Qaşî da zanîn ku tevî reformên yasayî û însiyatîfên siyasî jî, jin hê jî bi pirsgirêkên kûr ên têkildarî feraset û têgihîştinên civakî re rûbirû dimînin. Salîhe Qaşî wiha pêl da gotinên xwe: "Yek ji astengiyên ku rê li ber jinan digre da ku negihîjin cihên biryardayînê, feraseta mêrsalar a ku hê jî li ser civakê serdest e. Nêrînên kevneşopî yên civakê jî, derfetên jinan ji bo hêzdarkirina wan qels dikin. Bidestxistina hevsengiya di beşdariya siyasî de, bêyî guhertina ferasetê û pejirandina çandeke civakî ne pêkan e."

'Pêdîvî bi veguherînek heye'

Salîhe Qaşî anî ziman ku desthilata siyasî ji pirsgirêkên parastina civakî û yasayî ya jinan nayê veqetandin û wiha axivî: "Bangên berdewam hene ji bo nûvekirina zagonên girêdayî tundiya li dijî jinan, tundiya elektronîk û rêziknameya naveroka dîjîtal a ji bo parastina komên xeternak. Beşdariya jinan a di jiyana siyasî ya Cezayirê de, di qonaxek krîtîk de ye ku pêdivî bi veguherînek ji perspektîfa hejmarî ber bi avakirina serokên jin ên jêhatî û bibandor heye."